• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Silavdayîn bû sedema qedexeya hevdîtinê

    Silavdayîn bû sedema qedexeya hevdîtinê

    Akademîsyenên ji başûrê Kurdistanê: Aştî û azadî ji bo mirovahiyê hêvî ye

    Akademîsyenên ji başûrê Kurdistanê: Aştî û azadî ji bo mirovahiyê hêvî ye

    ‘Statûya ziman bi parastin û çalakbûnê tê bidestxistin’

    ‘Statûya ziman bi parastin û çalakbûnê tê bidestxistin’

    Aktivîstê îranî Tavakoli: Armanca bingehîn a rejîmê parastina atmosfera şer e

    Aktivîstê îranî Tavakoli: Armanca bingehîn a rejîmê parastina atmosfera şer e

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê GULANA 2026an

    Panela ‘Rojhilata Navîn û Aştî’ hat lidarxistin

    Panela ‘Rojhilata Navîn û Aştî’ hat lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Silavdayîn bû sedema qedexeya hevdîtinê

    Silavdayîn bû sedema qedexeya hevdîtinê

    Akademîsyenên ji başûrê Kurdistanê: Aştî û azadî ji bo mirovahiyê hêvî ye

    Akademîsyenên ji başûrê Kurdistanê: Aştî û azadî ji bo mirovahiyê hêvî ye

    ‘Statûya ziman bi parastin û çalakbûnê tê bidestxistin’

    ‘Statûya ziman bi parastin û çalakbûnê tê bidestxistin’

    Aktivîstê îranî Tavakoli: Armanca bingehîn a rejîmê parastina atmosfera şer e

    Aktivîstê îranî Tavakoli: Armanca bingehîn a rejîmê parastina atmosfera şer e

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê GULANA 2026an

    Panela ‘Rojhilata Navîn û Aştî’ hat lidarxistin

    Panela ‘Rojhilata Navîn û Aştî’ hat lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li gelek bajaran êrîşên li dijî HDKê protesto kirin

Navenda Nûçeyan / AW

18 SIBAT 2025 - 23:49
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Nûnerên rêxistinên civakî û demokratîk li gelek bajaran, operasyona siyasî ya li dijî HDKê û girtina Mehmet Turkmen protesto kirin. Di çalakiyan de peyama ‘’Dem dema yekbûn û mezinkirina têkoşînê ye’’ dan.

Nûner û rêveberên gelek rêxistinên civakî û demokratîk, li gelek bajaran operasyona qirkirina siyasî ya li dijî Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) girtina Serokê Giştî yê BÎRTEK-SENê Mehmet Turkmen protesto kirin.

Hatay

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Hatayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrîş û zextên li ser HDKê protesto kir. Gelek kes beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn û Endama Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Hulya Kavûk daxuyanî da. Hulya Kavûk diyar ku ew li hemberî zext û binçavkirinan serî natewinîn û têkoşîna ji bo demokrasî, edalet û azadiyê nayê astengkirin û got: ‘’Dê kesên ku ji bo wekhevî, edalet û azadiyê têdikoşin, bi ser kevin. Divê demildest ev binçavkirin û zextên derqanûnî werin sekinadin û hemû hevalên me yên hatine binçavkirin, werin berdan. Divê serxwebûna darazê were dabînkirin û zextên siyasî werin bidawîkirin! Her wiha divê  hikûmet dev ji polîtîkayên desteserkirina şaredariyan jî berde û rêzê li îradeya gelî bigire. Rizgarbûna vî welatî ne bi zext û bêhiqûqiyan, bi dabînkirina aşitî û demokrasiyê pêkan. Dê tu zext pêşiyê li têkoşîna gelî ya mafdar negire.’’

Mêrsîn

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî li Parka Azadiyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa ‘’Nabe ku kiryarên sendîkayî û têkoşîna kedê were astengkirin. Tavilê Mehmet Turkmen serbest berdin’’ vekirin û gelek caran dirûşmeyên ‘’Em ê li hemberî zextan serş netewînin’’ û ‘’Mehmet Turkmen ne bi tenê ye’’ hatin berzkirin.’’

Berdevkê platformê Kemal Goçmen daxuyanî da û destnîşan kir ku ew desteserkirina şaredariyan, girtin û binçavkirinan şermezar dikin û wiha axivî: “Em ê li dijî van yekan li ber xwe bidin. AKP ne bi tenê êrîşî li mixalîfan dike, di heman demê de êrîşî karker û kedkaran jî dike. Em ji Mêrsînê bang dikin; Kesên ku hatine girtin ne bi tenê serokê sendîkayê, hunermend û siyasetmedar in, her wiha têkoşîna kedê ye. Dem dema yekbûn û mezinkirina têkoşînê ye.’’

Serokê Bajêr ê EMEPê  Sedat Başkavak jî li dijî êrîşên qirkirina siyasî nerazîbûnên xwe nîşan dan û got: ‘’Em bi van kiryaran dibînin ku AKP xeyala Tirkiyeyeke çawa dike. Ev zext û girtin me natirsînin û em ê li hemberî kiryarên derqanûnî li ber xwe bidin.’’

Hevberdevkê Bajêr ê YSP’ê Metîn Sut û Hevseroka Bajêr a SYKPê  Canan Yuce jî li hemberî  polîtîkayên AKP’ê yên zext, êrîş û girtinê nerazîbûnên xwe nîşan dan û dan zanîn ku ew ê li ber xwe bidin.

Etîket: binçavkirinCanan YuceHatayHDK.MêrsînMetîn Sutoperasyonprotesto
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

HDKê konsera ‘Gel bi hev re ne’ li dar xist

HDKê konsera ‘Gel bi hev re ne’ li dar xist

11 GULAN 2026
Li dijî ÎBBê lêpirsînek nû: 47 kes hatin binçavkirin

Li dijî ÎBBê operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin

8 GULAN 2026
Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Aligirên Amedsporê hatin binçavkirin

4 GULAN 2026
Li Wanê zarokek hat girtin

Li Stenbolê 14 kes hate girtin

1 GULAN 2026
Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

1 GULAN 2026
Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

1 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • NÛÇE TV di Roja Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê dike

    NÛÇE TV di Roja Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • AKPê bi ÎŞKURê ve Colemêrg kiriye bajarê gendeliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Sûrê ‘Şeva Çîrok û Helbestan’ li dar dixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ahmet Turk: Gelê Kurd ji bo aştî û azadiyê gavên berbiçav dixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peyman Viyan: Kurd êdî naxwazin bibin qurbanê tu kesî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê hişmendiya, jin li malê, mêr li derve bê şikandin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Encamnameya Komxebata Ziman a Botanê hat aşkerekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 14ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ARÎ-DERê bang kir: Em cejna zimanê xwe bi girseyî pîroz bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê serferberiya paqijiyê hate destpêkirin: Paqijî berpirsyariya tevahiya civakê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (352)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne