• Nûçeyên Herî Dawî
TJAyê deklerasyona 8ê adarê aşkere kir

TJAyê deklerasyona 8ê adarê aşkere kir

20 SIBAT 2025 - 11:49
Bakirhan: Êdî derfeta aştiyek mayînde çêbûye

Bakirhan: Êdî derfeta aştiyek mayînde çêbûye

14 GULAN 2025 - 16:09
Koalîsyona NADA dê 1emîn Kongreya xwe li Silêmaniyê pêk bîne

Koalîsyona NADA dê 1emîn Kongreya xwe li Silêmaniyê pêk bîne

14 GULAN 2025 - 14:51
Li Tûzlûçayirê bîranîna ji bo Kaytan û Altûn didome

Li Tûzlûçayirê bîranîna ji bo Kaytan û Altûn didome

14 GULAN 2025 - 14:49
Erdogan: Eke DEM Partî biwazo ez do înan reyde pêvînayîş bikera

Erdogan derheqê kongreya PKKê de axivî

14 GULAN 2025 - 14:41
Wezîr Tunç: Daxwaz hebe em dikarin binirxînin

Wezîrê Dadê bersiv da ‘daxwaza hevdîtinê’ ya bi Ocalan re

14 GULAN 2025 - 14:12
30 siyasetmedar, rojnamevan û stranbêj hatin girtin

Di doza HDKê de 3 kes hatin berdan

14 GULAN 2025 - 13:25
Trump bi El Şara re hevdîtin pêk anî

Trump bi El Şara re hevdîtin pêk anî

14 GULAN 2025 - 13:18
PKK’yî derheqê kongreya xo de eşkerayî daye

Kampanyaya gerdûnî ya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ dest pê dike

14 GULAN 2025 - 12:59
Hejmara nû ya Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî derket

Hejmara nû ya Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî derket

14 GULAN 2025 - 11:03
Seba Kaytan û Altunî Tuzluçayirî de tezîye ameye ronayene

Kaytan û Altûn wê li dehan navendan bên bibîranîn

14 GULAN 2025 - 11:02
‘Ji bo ziman divê xala 42emîn a destûrê bê guherandin’

‘Ji bo ziman divê xala 42emîn a destûrê bê guherandin’

14 GULAN 2025 - 08:36
Menîce Gulmez: Encax bi yekitiyê hêza Kurdan dikare xurttir bibe

Menîce Gulmez: Encax bi yekitiyê hêza Kurdan dikare xurttir bibe

14 GULAN 2025 - 08:17
‘Biryara PKKê ji bo azadiya gelê Kurd deriyên nû vedike’

‘Biryara PKKê ji bo azadiya gelê Kurd deriyên nû vedike’

14 GULAN 2025 - 08:07
Fedarasyona Astengdaran: Berpirsiyar bi hestiyar tevnagerin

Fedarasyona Astengdaran: Berpirsiyar bi hestiyar tevnagerin

14 GULAN 2025 - 08:01
ROJEVA 14ê GULANA 2025an

ROJEVA 14ê GULANA 2025an

14 GULAN 2025 - 08:00
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 GULAN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Tûzlûçayirê bîranîna ji bo Kaytan û Altûn didome

    Li Tûzlûçayirê bîranîna ji bo Kaytan û Altûn didome

    Wezîr Tunç: Daxwaz hebe em dikarin binirxînin

    Wezîrê Dadê bersiv da ‘daxwaza hevdîtinê’ ya bi Ocalan re

    PKK’yî derheqê kongreya xo de eşkerayî daye

    Kampanyaya gerdûnî ya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ dest pê dike

    Seba Kaytan û Altunî Tuzluçayirî de tezîye ameye ronayene

    Kaytan û Altûn wê li dehan navendan bên bibîranîn

    ‘Ji bo ziman divê xala 42emîn a destûrê bê guherandin’

    ‘Ji bo ziman divê xala 42emîn a destûrê bê guherandin’

    Menîce Gulmez: Encax bi yekitiyê hêza Kurdan dikare xurttir bibe

    Menîce Gulmez: Encax bi yekitiyê hêza Kurdan dikare xurttir bibe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Li Tûzlûçayirê bîranîna ji bo Kaytan û Altûn didome

    Li Tûzlûçayirê bîranîna ji bo Kaytan û Altûn didome

    Wezîr Tunç: Daxwaz hebe em dikarin binirxînin

    Wezîrê Dadê bersiv da ‘daxwaza hevdîtinê’ ya bi Ocalan re

    PKK’yî derheqê kongreya xo de eşkerayî daye

    Kampanyaya gerdûnî ya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ dest pê dike

    Seba Kaytan û Altunî Tuzluçayirî de tezîye ameye ronayene

    Kaytan û Altûn wê li dehan navendan bên bibîranîn

    ‘Ji bo ziman divê xala 42emîn a destûrê bê guherandin’

    ‘Ji bo ziman divê xala 42emîn a destûrê bê guherandin’

    Menîce Gulmez: Encax bi yekitiyê hêza Kurdan dikare xurttir bibe

    Menîce Gulmez: Encax bi yekitiyê hêza Kurdan dikare xurttir bibe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TJAyê deklerasyona 8ê adarê aşkere kir

Navenda Nûçeyan /AW

20 SIBAT 2025 - 11:49
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
TJA, deklarasyona xwe ya xebatên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê eşkere kir. Li ser navê TJAyê Hasibe Yazdik da zanîn heke dê jiyan bi saya birêxistinbûna jinan û israra di azadiyê de watedar be, bang li hemû jinan dikin ku di 8ê Adarê de dakevin qadan, dengê xwe yê berxwedan û aştiyê bilind bikin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) deklarasyona xwe ya xebatên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Odeya Endezyaran a Makîneyan (MMO) aşkere kir. Gelek pêkhateyên jinan beşdarî daxuyaniyê bûn.

Deklerasyona TJAyê ya 8ê Adarê wiha ye:

“Em vê 8ê Adara 2025an li dijî Qirkirina Jinan serî hildidin- Em vê 8ê Adarê jî bi şîyara “Em dimeşin azadiyê” û bi hêrsa xwe ya li dijî pergala mêrsalar û bi berxwedana xwe pêşwazî dikin.

Berxwedana karkerên tekstîlê yên jin li dijî kedxwariyê bi daxwaza li hemberî karê wekhev mûçeya wekhev dane destpêkirin îro sedema serhildana hemû jinên cîhanê ye. Ev kevneşopiya ku ji Clarayan heta Rosayan bi keda hezaran jinan hatiye afirandin ronîkirina rêya Têkoşîna Azadiyê ya Jinên Kurd didomîne. Me weke jinên kurd ev çanda berxwedanê ya hatiye afirandin bi ziman, çand û nasnameya xwe ji nû ve ava kir. Em li xeleka berxwedanê ku ji Leyla Qasiman heta Zarîfeyan, Sarayan, Sêvêyan, Arînan û bi hezaran jinên kurd ta bi ta hûnandine zêde bûn. Me bi kevneşopiya berxwedanê ku ji çanda bi hezaran salan a gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn dadipele û koka wê digihe serdema neolîtîkê re kir yek.

Em bi Jin Jiyan Azadiyê ku li dijî desthilata mêr, pergala mêtingeriya kapîtalîst, tundiya li dijî jinê, her cure cudakarî û polîtîkayên şerê taybet felsefeya me ya jiyanê ye, ber bi azadiyê ve dimeşin.
Em di vê 8ê Adarê de jî li dijî polîtîkayên şer û tundiyê yên desthilatiya mêrê serdest, Têkoşîna xwe mezin dikin!
Em jinên ku li dijî desthilatên mêrsalar û polîtîkayên wan ên tundiyê li ber xwe didin, bi hêvî û baweriya em ji mîrateya têkoşîna xwe digirin silav dikin. Em li dijî polîtîkayên şer û tundiyê yên desthilatên mêrsalar têkoşînê mezin dikin û di vê 8ê Adarê de jî ber bi azadiyê ve dimeşin.
Şerên desthilatên mêrsalar ên kapîtalîst ên hêz û parvekirinê îro di serî de li Rojhilata Navîn li hemû cîhanê belav bûne. Bi vî şerê ku navenda wî li Rojhilata Navîn e û weke Şerê Cîhanê yê 3yemîn tê binavkirin re tê xwestin ku Rojhilata Navîn jinûve were dîzaynkirin. Di van hewldanên dîzaynkirinê ku tê xwestin bi polîtîkayên gelan bi hev didin kuştin, zayendperest, olperest û dijminatiya jinan were pêkanîn de hebûna jinan tê înkarkirin. Îro qanûnên ku rejîma Talîban li Efxanistanê ji bo dengê jinan qut bike derxistine û cezayên darvekirinê yên li Îranê li jinên ku têkoşîna azadiyê didin tên birîn nîşaneya vê ya herî berbiçav e. Dîsa wergirtina kujerên jinan a li rêveberiyê ya HTŞ ya ku li Sûriyeyê ligel têkçûna Rejîma Baasê rêveberî bi dest xist ji vê yekê ne serbixwe ye.
Li dijî vê pergala ku dixwaze bi polîtîkayên zayendperest, netewperest, olperest gelên Rojhilata Navîn bi hev didin kuştin xeyalên xwe yên emperyal pêk bîne alternatîfa me jiyana nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêşengtiya jinan de hatiye avakirine.

Em motivasyona xwe ya 8ê Adarê di kesayeta Cîhan Bîlgîn a dema bêyî ku bitirse li pey heqîqetê dibeziya hate qetilkirin de ji hevrêyên xwe yên di Şoreşa Jinan a Rojava de di têkoşîna me ya azadiyê de bûn stêrk digirin.
Em bi paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ku birêz Abdullah Ocalan di serî de Rojhilata Navîn, pêşkeşî hemû cîhanê kir, em ê azadiyê biqîrin!
Di demeke ku şer, krîza aborî û qetlîamên li ser jinan bi hemû aliyên xwe ve didome de encama têkoşîna gelê Kurd û hêzên demokratîk û tekoşîna ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dihat meşadin, bi Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re serdemeke nû destpê kir.

Gihiştina hev ya berxwedana Birêz Ocalan a 26 salan a li Îmraliyê û berxwedan û tekoşîna civakê û jinê, ji bo afirandina jiyana bi azadiya jinê tê honandin, moral û motîvasyonek mezin e. Em ê bi vê moral û motîvasyonê xebatên xwe bidomînin û ji bo civakbûna aştiyê bibin hêza pêşeng. Em baş dizanin ku, paradîgmaya ku birêz Ocalan ji bo gelan û ji bo jinan derxistiye pêş, azadiya jinê dixwaze û demokratîk e. Ji bo ku ev paradîgma bi awayekî herî xurt bi cih were anîn em ê ti carî dest ji têkoşîna azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bernedin.

Em ê di vê 8ê Adarê de jî, bi baweriya xwe ya bi paradîgmaya azadiya jinê, em ê li her derê li dijî kuştina jinan serî hildin!

Hişmendiya serdest a mêr a ku bi hezaran salan zanîn, ked, laş û vîna jinê desteser kiriye, di vê serdema ku em tê de dijîn de jî hewl dide polîtîkayên xwe yên qirkirinê bi rewakirinê bidomîne. Di dema ku tundî û qetlîamên li ser jinan bûye qirkirin de desthilatdariya serdest a mêr bi xelatkirina sûcdarên li dijî jinan, bi polîtîkayên bêcezakirinê, hedefgirtina maf û destkeftiyên jinan, vekişîna ji Peymana Stenbolê, xwestina mafê nefeqê û li dijî tundiya li dijî jinan, girtina navendên jinan ên şaredariyên me, kuştinên jinan rewa kiriye. Komkujiyên ku di bin navê “evîn, hezkirin” de tên kirin û kiryarên çeteyên ku bi teybetî jinên kurd ên ciwan hînî tiryak û fûhûşê dike, diparêzin û belavdikin, nîşaneya wê yekê ne ku politikayên şerê taybet bi hemû amûrên xwe ketine meriyetê. Kuştin û windakirina Gulîstan Doku, Rojîn Kabaiş, Pinar Gultekîn û bi dehan jinên ciwan ên ku navê wan nayên hejmartin ji van polîtîkayan ne serbixwe ne. Di sala 2024’an de 394 jin, di encama tundiya mêr-dewletê de hatin qetilkirin, 20 jin jî tevî biryara parastinê nehatin parastin. 111 jin jî ji ber ku xwestine hevjînên xwe berdin hatine kuştin.
Her ku tundiya li ser jinê zêde dibe û dibe komkujî, AKP îsal weke “Sala Malbatê” îlan kir û jinan vedixwîne rola xwe ya dayîk, jin û hevjînê malê. Zemînên mezinkirina mêraniyê ava dike, di berdewamiya koletiya jinê de li jiyan û paşeroja dewletê digere. Weke jinên Kurd em ê li dijî koletî, mêtingeriya kedê, rewakirina tundî û newekheviyê; demokratîkbûna malbata ku ne bi “malbata” jin tê de tên qetilkirin, bi feraseteke ku jiyaneke hevpar û wekhev dihewîne û li ser esasê jiyana wekhev û azad, têbikoşin. Em soza xwe dubare dikin ku di 8’ê Adarê de jî ji taxan heta gundan, ji gundan heta bajaran ji bo jiyaneke ku jinên ku kirdeya jiyanê ne, tê de neyên kuştin û bi hişmendiya ku tundiya li ser jinê îdeolojîk e hemû aliyên jiyanê bi rêxistin bikin.

Em ê li dijî êrîşên sîstematîk ên li dijî zarokan têkoşîna xwe mezin bikin!

Krîzên civakî û siyasî roj bi roj tundtir dibin. Zarok jî yek ji komên herî zêde di bin bandora vê tundiyê de ne. Weke ku me di tundiya li ser pitikan Narîn û Sîla de jî dît, zarok dibin hedefa êrîşan. Bi cinsiyetperestî û polîtîkayên olî zarok dibin parçeyek ji çanda wefadariyê. Laş, vîn û hebûna wan tê paşguhkirin. Em dibînin ku ev hemû polîtîkanan êrîşên îdeolojîk in. Ev sûcên li dijî zarokan encama zîhniyeta serdest a baviksalar e. Em careke din diyar dikin ku em ê di vê demê de bi awayekî xurt têbikoşin.

Li Dijî Xizaniya Jinan – Em Dibêjin Aboriya Komunal a Ekolojîk!

Jinên ku bi hezaran sal berê genim di dilê erdê de keşif kirin û civak têr kirin, îro pêdiviya wan bi pariyek nan heye. Kûrbûna xizaniya jinan, bêkarî, îstismarkirina kedê û keda malê ya ku nayê dîtin, ji polîtîkayên mêtînger ên desthilatdariya siyasî ne serbixwe ne. Îro bi milyonan jin ji ber barê nexweş, extiyar, astengdar û zarokan li ser milê wan in, ji qadên hilberînê hatine derxistin. Avahiyeke civakî ya ne bi prensîba wekheviyê lê bi çanda xêrxwaziyê tê avakirin û xweza tê tunekirin û roj bi roj jiyan tê talankirin. Lê aborî domandina jiyaneke bi xwezayê re di nav ahengekê de, bi awayekî azad û wekhev hilberandina kedê û parvekirin e. Em ê polîtîkayên ku ji nû ve bi axê ve girêdayî ye û aboriyê têxe xizmeta civakê pêk bînin. Tevî desteserkirin, talankirin û qeyûmên nûnertiya kolonyalîst û rêveberiyên navendî, em ê di bin pêşengiya jinan de aboriya xwe li herêmên xwe pêk bînin.

Em di 8’ê Adarê de li dijî tundiya dewletê ya nêrza, şerê taybet, dagirkerî, tecrîd û kedxwariyê, dengê berxwedan û azadiyê berz dikin û di vê 8’ê Adarê de jî berê xwe didin azadiyê!

Em ê li hember tundî û qirkirina li ser jinan, xwe bêhtir bi rêxistin bikin û tê bikoşin. Hişbir, fihûş, tîryakîbûna medyaya dîjîtal û çanda mezaxtinê îro bi polîtîkayên şerê taybet ên serdestan ji bo parçekirin û xerakirina rastiya civakan bi kar tînin; em nahêlin ew berbelavtir bibin.

Em ê eniya jinan bi awayê herî xurt bi rêxistin bikin da ku li dijî polîtîkayên şer, dagirkerî, asîmîlasyon û tecrîdê pêşengiyê ji avakirina aştiya birûmet re bike. Em ê bi zimanê xwe yê dayikê, bi çand û cudahiyên xwe jiyana nû ava bikin!

Ji bo vê jî, ji zîhniyeta xwe heta keda xwe, ji birêxistinbûna xwe heta têkoşîna xwe, ji çalakiyên xwe heta xîtaba xwe, em îdiaya xwe ya jiyana azad mezin dikin. Madem serdestiya mêran hewl dide cîhana me tarî bike, em jin jî vê jiyanê dê bi berxwedana xwe û tifaqa jinan ronî bikin. Em ê yekbûna fikir û çalakiyan a ji bo vê yekê jî ji cem xwe heta tevahiya cîhanê mîna çemekî biherikînin. Di vê 8’ê Adarê de jî em ê cudahiyên xwe bi jinên ji çar aliyên cîhanê re bînin cem hev û em ê dilgeşiya bi yekitiyê deynin pêşiya xwe. Madem ji her derê û bi domdarî êriş li jinan tê kirin, divê em ji jî ji her demê bêhtir bibin yek. Di vê 8’ê Adarê de jî em bi biryar in ku xeta hevpar a têkoşînê ya li dijî êrişên hevpar bi zimanê jinan, dilê jinan û rastiya jinan tacîdar bikin.

Heke dê jiyan bi saya birêxistinbûna jinan û israra di azadiyê de watedar be, em bang li hemû jinan dikin ku di 8’ê Adarê de dakevin qadan, dengê xwe yê berxwedan û aştiyê berz û bilind bikin û hevgirtina xwe xurt bikin.
Heta ku li vê erdnîgariyê aştiyeke birûmet ava bibe, heta ku birêxistinbûna me bibe azadiya me, heta ku jinek û zarokek bi tenê jî neyên qetilkirin, em ê li qadan bin; em bi tilîlî û govendên xwe têkoşîna xwe mezin dikin. Bi vê 8’ê Adarê re em deng, gotin û çalakiyên xwe mezin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin, heta ku em coşa xwe ya berxwedanê li hemû qadên jiyanê yên civakê belav bikin.
Em li dijî Qirkirina Jinan Serî Hildin û Berê Xwe Didin Azadiyê!
Bijî Hevgirtina Jinan!
Jin Jiyan Azadî!
Tevgera Jinên Azad (TJA) “

Etîket: Tevgera Jinên AzadTJA
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Hozan Mizgîn li Amedê hat bibîranîn

Hozan Mizgîn li Amedê hat bibîranîn

11 GULAN 2025
Hozan Mizgîn li ser gora wê bibîr anîn

Hozan Mizgîn li ser gora wê bibîr anîn

11 GULAN 2025
TJA dê bi boneya Roja Dayikan bernameyekê li dar bixe

TJA dê bi boneya Roja Dayikan bernameyekê li dar bixe

9 GULAN 2025
TJA bi boneya 1ê Gulanê bi jinan re civiya

TJA bi boneya 1ê Gulanê bi jinan re civiya

24 NÎSAN 2025
‘Divê jin di rêxistibûnê de rola pêşeng bilîzin’

‘Divê jin di rêxistibûnê de rola pêşeng bilîzin’

19 NÎSAN 2025
Dayikan ji bo 4ê Nîsanê şitil çandin

Dayikan ji bo 4ê Nîsanê şitil çandin

1 NÎSAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2025 (265)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne