Derbarê endamê OHDê parêzer Bedirhan Sarsilmaz de biryara berdana hat dayîn.
Ji bo endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Stenbolê parêzer Bedirhan Sarsilmaz ku ji meha cotmehê ve girtî bû, biryara berdanê hat dayîn. Sarsilmaz li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê dihat ragirtin.
OHDa Stenbolê ragihand ku Bedîrhan Sarsilmaz ev 4 meh bûn bi awayekî derhiqûqî girtî bû hatiye berdan û heta ku zext û zordariya darazê ji ser parêzeran û hevalên wan rabe dê têkoşîna xwe bidomînin.