Amed – Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar têkildarî rista ziman û rewşa ziman diyar kir ku li gorî anketan siberoja ziman di xetereyê de ye û wiha got: “Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Dema ku mirov tenê bi zimanekî biyanî zarokên xwe perwerde bike, ew zarok dê zimanê xwe winda bikin. Ji bo parastina ziman teqez divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.”
21ê sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî ye. Li cîhanê nêzîkî 7 hezar zimanan hene. Ji van zimanan 2 hezar û 500 ziman tune dibin. UNESCO 21ê sibatê wekî Roja Ziman a Navneweteyî îlan kiriye. Kurd jî 26 sal in vê rojê piroz dikin û dixwazin kurdî bibe xwedî statu û zimamê perwerdehiyê. Li ser rist û girîngiya ziman, rewşa ziman, nêzîkatiya saziyên civakî û rêxistinen demokratîk a ji bo ziman, Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar ji Ajansa Welat (AW) re nirxandinên girîng kirin.
Heval Dilbahar ewilî li ser girîngî û wateya ziman axivî û wiha got: “Heta niha li ser zimanî bi hezaran tişt hatine gotin. Ziman berî her tiştî hebûna herî sereke û zindî ya neteweyekê ye. Heybera bingehîn a hiş, bîr, giyan, nasname, çand û nirxên wê yên neteweyî ye. Ziman di nava xwe de ji çanda neteweyê bigire heta felsefe, dîrok, mîtolojî, bîr û bawerî, êş, jan, şîn, şahî û ji her milî ve karaktera wê neteweyê dihewîne û diyar dike. Hemû danehevên dîrokî, civakî, çandî û xwebûnî yên neteweyekê, ji aliyê ziman ve tên parastin. Ji pêşerojê re tên veguhestin. Ziman di nava xwe de hemû kod û şîfreyên hemû qadên jiyanê yên wê neteweyê dihewîne. Ji ber vê yekê ziman heybereke herî zindî û çalak e ku wê neyeweyê bi resenî, xwemalî û xweseriyên wê dike netewe.. Bi taybetî ziman neteweya xwe di nava neteweyên din de dike neteweyeke xweser û xwebûnî. Ziman ji aliyê polîtik, exlaqî û civalî ve jî neteweya xwe li ser piyan digire. Eger zimanê neteweyekê ji holê rabe, di nava demê de ew netew jî ji holê radibe.”
Kurdî ji gelek zimanan re bûye çavkanî
Heval Dilbihar li ser rewşa zimanê kurdî jî rawestiya û ev agahî parve kirin: “Zimanê kurdî zimanekî herî qedîm, dewlemend û zindî ye ku xwe dispêre dîroka deh hezar salan beriya niha. Zimanê kurdî ji gelek zimanan re bûye çavkanî. Ji bo pêşketina zimanên din risteke gelek girîng daye ser milê we. Zimanê kurdî di heman demê de nirxekî gerdûnî ye. Lê sed mixabin di nava demê de ji ber gelek sedeman li ser zimanê kurdî di asta hovîtiyê de kiryarên gelek dijwar pêk hatine. Bi taybetî di van sed salên dawî de li gel pêşketina netewdewletên ku ku hebûna xwe li ser yek-perestiyê ava kirine û wisa didomînin. Netewdewletên ku Kurdistan dagirtine di asta hovîtiyê li ser zimanê kurdî jî nêzîkatiyê qirqirinê bi pêş xistin. Di van sed salan de bi taybetî li bakurê Kurdistanê, zimanê kurdî ji binî ve tune hat hesibandin. Di encama wê de, bi gelek rê û rêbazên hovanw hewl dayîn ku qedexekirin, pişaftin û helandinê ji holê bê. Ji ber tunehesibandina gelê kurd, komkujiya çandî pêk hatiye. Di navenda komkujiya çandî a li ser gelê kurd jî kurdîkujî heye. Di encama kurdîkujiyê de, zimanê kurdî li hemû qadên jiyanê hat qedexekirin, rastî êrîşên hovane hat. Lê di encama têkoşîna azadiya gelê kurd de ev hewldan pûç bûn. Daxwaza tunekirinê kurdî di qirika metîngeran de ma. Ji ber berxwedana gel nêzîkatiyên hov ên li ser zimanê kurdî heta astekê pûç bûn. Lê sed mixabin ji ber ku pergala serdest li ser bingeha demokrasî û azadîparêziyê xwe ji binî ve neguhertiye, polîtîka û kiryarên pişaftinê bi teşe, awa, rê û rêbaz, alav û amûrên nûjenkirî didomîne. Niha jî ev polîtîkayên tunehesibandin û pişaftinê bi awayên cuda didomin. Niha jî polîtîkaya nûjen a ji holêrakirina ziman tê meşandin. Berê digotin zimanê kurdî tune ye û hewl didan ku ji holê rakin. Lê niha nikarin rasterast tune bihesibînin, lê li gor xwe kurdî bêwate dikin, bi rê û rêbazên zagonî û yên cuda cuda qedexe û bêqîmet dikin, tecrîd û dorpêç dikin, di nava zindan, şane û qefesan de digirin. Hewl didin ku di nava demê de bêhenase bihêlin û ji holê rakin.”
‘Gelê kurd ji bo ziman têkoşînek mezin dide’
Heval Dilbihar nêzîkatiya kurdan a ji bo ziman jî şirove kir û got: “Lê gelê kurd li gel hemû kêmasî û nebesiyan li ziman xwedî derdikeve. Ji bo ziman têkoşîneke mezin dide. Îro hêza desthilat zimanê tirkî wekî zimanê serdest li her derê tê fetzkirin, li ser kurdî tê spartin, Dewleta Tirk tirkî li her mal, kolan û hemû qadên jiyanê wek zimanê serdest û li her derê kurdî dide tepisandin. Bi sazî û navendên xwe yên perwerdehî, bawerî, çandî, aborî, tenduristî, werzîş û yên din tirkî li her derê serwer dike. Li aliyê din bi zagonên xwe dixwaze kurdî dorpêç bike û li dijî sazî, dezgeh, derdor û kesên ku dixwazin li ser bingeha azadîparêziyê zimanê kurdî biparêzin û bi pêş bibin, het cureyê zext û zordariyan dimeşîne. Ji ber van hemû sedeman zimanê kurdî hê jî heta astekê di bin xetereyek emezin de ye.”
‘Ziman tune bibe netew jî tune dibe’
Heval Dilbihar, li ser daxwaza gelê kurd a ‘Bila kurdî bibe xwedî statu û nêzikatiya redkirina dewletê ya li dijî statuya kurdî û perwerdehiya bi kurdî jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Desthilat û serdest baş dizanin ku heta ziman ji holê ranebe, ew netew jî tune nabe. Berovaji jî serdest û dagirker baş dizanin ku dema kurdî bû xwedî statu û zimanê perwerdehiyê, tê wê wateyê ku kurd jî dibin xwedî statu. Yên ku di bi riya zagona zimanê neteweyekê bi awayekî fermî qebûl bikin bikin wê neyeweyê jî qebûl dikin; bêguman ev jî bi xwe re îadekirina gelek mafên wê neteweyê tîne. Dewlet û desthilat bi nêzîkatiyên xwe yên heyî di heman demê de pîvanên bingehîn ên mirovahiyê û gelek zagonên navneteweyî binpê dikin. Divê dewlet hişmendî, nêzîkatî û polîtîkayên xwe yên berê ji binî ve biguherîne û polîtikayên demokratîk, serbestî û azadiyê bi pêş bixe, neteweya kurd bi hemû nirxên wê yên xwebûnî ji her milî ve nas bike, statuya wan qebûl bike, ku em kurd bi salan e vê yekê dixwazin û ji bo wê têdikoşin. Lê diyar e pergala serdest xwe ji binî ve naguherîne û yekê zû bi zû nayîne cih. Ji ber vê divê em bi têkoşîn û xebatên xwe yên ji her milî ve xwe li her qadê saz û bi rêxistin bikin û bikaribin rewşeke wisa pêk bînin ku em bikaribin zimnê xwe û hemû nirxên xwe yên neteweyî biparêzin û li her qada jiyanê bi wan bijîn.”
‘Tevgera azadiya kurd 50 sal in ji bo azadiya ziman têdikoşe’
Heval Dilbihar li ser otosansura li ser kurdî jî rawestiya û wiha pê de çû: “Em li dîroka ziman dinihêrin, em dibînin ku zimanê kurdî zimanê bi deh hezaran sal berê niha ye. Ji gelek zimanan re çavkanîtî kiriye. Gelê kurd hemû hêmanên ziman heta îro aniye. Di nava xwe de dewlemendiyeke pir mezin vedihewîne. Li aliyê din zêdetirî 50 sal in têkoşîna azadiya gelê kurd a bêhempa tê meşandin. Armanceke bingehîn û jêneger a vê têkoşînê jî parastin û pêşvebirina zimanê kurdî ye. Dema ku em li van bedel, êş û têkoşîna hatiye dayîn dinihêrin, diviyabû ku îro rewşa kurdî di nava me kurdan de xwedî rewşeke pir pir baştir bûya. Heke ku îro zimanê kurdî di rewşeke baş de nebe, sedema wê ya bingehîn, zext, zor û nêzîkatiyên di asta hovîtiyê de yên serdestan be, sedemeke wê jî nêzîkatiyên me kurdan e. Kêmasî û nebesiyên me kurdan ên gelek micîd hene di vê mijarê de. Tevî hemû astengî, zext û polîtîkayên pişaftinê jî me dikaribû bêtir zimanê xwe biparasta û bi pêş bixista. Bi taybetî van 30 salên dawiyê me her kurdekê/î bi hewldanên xwe tenê jî dikaribû di asta mamostetiya zimanê kurdî de xwe bigihanda. Lê mixabin di vê mijarê de kêmasiyên gelek gelek mezin hene.”
‘Diviya bû saziyên kurdan alternatif ava kiribûna’
Heval Dilbihar li ser rista sazî û rêxistinan jî rawestiya û ev nirxandin kir: “Bi taybetî di vê mijarê de hemû tevger, partî, sazî, platform, dezgehên siyasî û aborî yên giştî, jin, ciwan û hemû derdoran ên ku li ser ser navê kurdan tev digerin û pêşengtiya kurdan dikin, diviya bû ji bo zimanê kurdî, di asteke gelek statejîk de, têkoşîn bi pêş bixistana. Diviyabû alternatîfên avakirin û sazîkirina ziman bi pêş xistibûna. Diviyabû bi hezaran sazî û dezgehên kurdî bihatana avakirin. Diviyabû îro bi milyonan kurd di asta herî jor de kurdî temsîl bikirana û bûbûna şareza û pisporên kurdî.”
‘Dewlet 100 sal in astengiyan derdixe’
Heval Dilbahar li ser encama anketa Sosyo Polîtîk a ‘Tirkî ketiye malên kurdan’ jî rawestiya û ev nirxandin kir: “Dewlet 100 sal in li ser kurdî zordariyeke mezin bi pêş dixe. Bi taybetî piştî têkçûna polîtîkayên klasîk ên tunehesibandin û jiholêrakirina gelê kurd, pergala tirkperest li her mal, mezra, tax, gund û kolanên kurdan bi sazî û dezgehên xwe û bi rê û rêbaz û alav û amûrên cur bi cur kurdan dorpêç dike. Li mizgeftan îbadeta bi kurdî qedexe ye. Dîsa li dibistanan tirkî qedexe ye û perwerdehî û axaftina tirkî bi hêza zagonên hov li ser zarokên kurd tê ferzkirin. Li her gundeki 3-4 dibistan û 3-4 mizgeftên ku li gor tirkîtiyê hatine sazkirin ava kirine. Li ser zarokên kurdan ferz dikin ku biçin pêşdibistanê. Hê ji 3 salî ve tirkî li ser wan ferz dikin û bi perwerdehiya tirkî, wan hem ji aliyê zimên hem ji aliyê hiş, giyan, kesayet û jiyanê ve didin ber çerxa tirkîtiyê û wan bi tirkîtiyê dihêrin û pirtî pirtî dikin; mejî û hişê wan bi tirkîtî û tirkperestiyê tê dagirtin. Zimanê kurdî bi wan didin jibîrkirin, li ber çavên wan reş dikin. Me kurdan jî li dijî vê yekê heta niha alternatifeke micîd bi pêş nexistiye. Me hemû sazî, dezgeh, kom û akademiyên xwe yên ku kurdî li her derê Kurdistanê û cihên ku kurd lê dijîn ava nekirin. Me xwe û hemû zarokên kurdan bi kurdî perwerde nekir. Ev jî dibe sedem ku îro zarokên kurdan bikevin rewşeke xirab. Ne tenê zarokên kurdan, îro heta ciwan, jin, kal û pîrên kurdan jî di nava hewldanên pîşaftin û di nava pencên qirkirina çandî de ne. Îro pişaftin û kurdîkujî heta nava malên me kurdan çûye. Ji ber vê yekê divê her maleke kurdan bibe qad û çepera têkoşîna ji bo kurdî, bibe kurdîgeh. Divê her maleke kurd bibe dibistan û akademiya kurdî. Ku tu kurd bî divê tu pêşî mala xwe ji tirkî rizgar bikî; partî, sazî, kolan, tax, gund, sûk, bazar, mizgeft û hemû jîngehên xwe ji zimanê serdest ku di van şett û mercan de dibe sedema jiholêrabûna zimanê te rizgar bikî. Divê her cihê ku kurd lê dijîn zimanê kurdî di asta herî jor de bibe zimanê sereke.”
‘Divê her sazî û rêxistinek parazvanê ziman be’
Heval Dilbihar li ser rist û berpirsiyariya saziyên kurdî jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Diviya bû saziyên kurdî li gor pêdiviyê bêtir berpirsiyar tev bigeriyana. Lê sed mixabin gelek partî, sazî, rêxistin û dezgehên kurdan ên ku pêşengiyê dikin, di mijara parastin û pêşvebirina kurdî de di nava kêmasiyên mezin de ne, heta li dijî gelê kurd di rewşeke sûc de ne. Di vê rewşa heyî de divê her saziyek û partiyek di serî de wekî tevgera parastin û pêşxistina zimanê kurdî têbikoşe.”
‘Bandora şerê taybet zêde ye’
Heval Dilbihar ji hemû sazî û dezgehên kurdan xwest ku hem di mijara zimanê kurdî de û hem jî di hemû mijarên siyasî, çandî û civakî de bêtir berpirsiyar tev bigerin û wiha lê zêde kir: “Çima em ewqas berpirsiyar tev nagerin? Hêj ew hiş bîr û giyan û vîn û bawerî û hewldanda dirokî ya ji bo zimanê kurdî baş bi pêş neketiye. Dîsa di asteke micîd de xemsariyeke pir micîd û xetere heye. Di mijara pratîkê de gelek kêmasî hene. Bandora şerê taybet ku bi salan e li Kurdistanê bi pêş dikeve heye. Îro tevget û pêşengên kurdan ji aliyê siyasî, bîrdozî, felsefeyê û gelek aliyên din ve ji cîhanê re pêşengiyê dikin, lê sed mixabin di mijara kurdî de pêşketinên ku diviyabû hebin nîn in. Divê gelê kurd vê rewşa dilsotîner qebûl neke û hemû partî, sazî û dezgehên kurdan jî xwe li bêjingê bikin û çi pêwist be pêk bînin.”
‘Divê em malên xwe bikin dibistan’
Heval Dilbihar bal kişand ser girîngiya perwerdehiya zimanê zikmakî ya li ser zarokan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo zarok zimanê xwe biparêzin divê berî her tiştî ziman xwedî statu be. Divê ew ziman bibe zimanê perwerdehiyê. Ev rast e, lê divê em kurd pêşiyê vê di nava xwe de pêk bînin. Divê em hemû kurd pêşiyê mal û hemû jîngehên xwe bikin dibistan, zanîngeh û akademiyên kurdî. Divê baş bê zanîn ku dema ku mirov bi zimanekî biyanî zarokên xwe perwerde bike, ew zarok dê zimanê xwe winda bike. Ji bo parastina ziman teqez dibê kurdî bibe zimane perwerdehiye. Eger di nava salekê de kurdî bibe zimanê perwerdehiyê dê bi deh hezaran zarokên kurd bên perwerdekirin û li kurdî vegerin. Îro pergala Rojava ji bo me mînak e. Di nava çend salan de dibistan û zanîngehên xwe ava kirin. Li Rojava bi deh hezaran zarok hatine perwerdekirin û hatine asta dersdayîne.”
‘Çareserî têkoşîna hevpar e’
Heval Dilbihar herî dawî jî li ser çareseriyê jî rawestiya û ev pêşniyaz kir: “Çareserî têkoşîneke tevahiyî ye. Divê hemû kurd berî her tiştî, bi taybet bibin parastvan û têkoşerên zimanê kurdî. Ji bo kurdî li her derê xebatên hişmendî, rêxistinkirin, perwerdehî, dîplomasî û her cureyê avakirinê pêk bînin. Divê hemû kurd bibin kurdîparêz. Divê her bibe kurdîgeh. Divê em hemû kurd li ser bingeha têkoşîn û xebatên stratejîk, bi hişê kurdîtî û neteweyeke azad û demokratîk a xwebûnî û gerdûnî, heta serketin û serfiraziya mayînde bi giyanê serferberiyê li dijî hemû hewldanên tunehesibandin, dorpêçkirin, helandin û jiholêrakirina ziman têkoşîneke mezin bidin. Divê em li dijî het cureyê şerê taybet ê li dijî zimanê kurdî têkoşîneke biheybet bidin. Divê em ji bo parastin, perwerde û statuya kurdan bi milyona kurd bibin yek û vê yekê li pergalê ferz bikin. Divê em girîngî û talûkeya li ser ziman hem li malê û hem jî li hemû sazî û dezgehan bixin rojeva xwe. Bi taybetî divê em li hemû sazî û dezgehên xwe stratejî, polîtîka, nexşerê, bername û karnameyên xwe yên ji bo zimanên kurdî bi çapemenî û raya giştî re parve bikin û pêwistiyên wê bînin cih.”