• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Zanîngeha Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    Li Zanîngeha Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Zanîngeha Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    Li Zanîngeha Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Selahattîn Soro: Parastina Rojava parastina mirovahiyê ye

Navenda Nûçeyan / AW

2 KANÛN 2024 - 10:21
Kategorî: POLÎTÎKA
A A

Nivîskar Selahattîn Soro li ser rewşa Rojava û parastinê gotarek girt dest. Selahattîn Soro anî ziman ku rewş cidî û metirsîdar e û wiha got: “Eger berxwedaneke xurt neyê kirin dibe ku nirxên şoreşê ji holê rabin. Parastina Rojava parastina Kurdistanê ye. Parastina Rojava parastina azadiya jinê ye. Parastina Rojava parastina mirovahiyê ye!”

Nivîskar Selahattîn Soro, li ser geşedanên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peş dikevin û şerê li Rojhilata Navîn rû dide ji bo ANFê gotarek nivîsand. Gotara nivîskar Sehattîn Soro ku balê dikişîne ser Rojava wiha ye:

Wezîrê Parastinê yê Îngilistanê John Healey 14ê Mijdarê hat Enqereyê û bi Yaşar Guler re serdana TUSAŞê kir ku şirîkê wê ye. Sekreterê Giştî yê nû yê NATOyê Mark Rutte jî 25ê Mijdarê hat Enqereyê û wî jî serdana TUSAŞê kir.
Serokê rêxistina îstîxbarata navxweyî ya Îsraîlê Shin Bet Ronen Bar 18ê Mijdarê bi Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin re hevdîtineke veşartî kir. Bi dîtina min ev trafîk li gel hin nîşaneyan her wiha ji bo pêşkêşkirina kodên bûyerên diqewimin dibe ku têrker bin.

Li gel van bûyeran Kurdan û dostên wan li çar aliyên cîhanê salvegera 46emîn a damezrandina PKKê bi coş û kelecaneke mezin pîroz kirin. Li paytexta Îngilistan Londonê jî di 27ê Mijdarê saet di 03:00 de polîsan avêtin ser malên welatparêzên Kurd. Karsazan û saziyên ku bi salan e li gorî qanûnên Îngiliz dixebitin binçav kirin. Ev kiryar hîn jî dewam dike û welatparêzên hatin binçavkirin hîn binçavkirî ne, berxwedana Kurdan û dostên wan jî li derve dewam dike.

Bûyereke din a balkêş û stratejîk jî êrîşa Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) bi navê xwe yê naskirî El Qaîdeya Sûriyeyê El Nûsra yan jî rêxistina Cebhed ul Nûsra ya bi serkêşiya Mûhammed Colanî ya li ser bajarê Helebê û rewşa nû û krîtîk a pê re li Sûriyeyê rû da.

Her kes pê zane ku ‘Îslama siyasî û fundamental’ razemeniyeke Îngilîz e. Li ser bingeha Projeya Kembera Kesk a bi rengê ‘Îslama Siyasî’ li dijî Sowyetan li Efganistan, Komara Tirkiyeyê û Pakistanê El Qaîde hate avakirin, ji aliyê rêxistinên îstîxbaratê ve hate xwedîkirin û mezinkirin, piştî belavbûna Sowyetan vê tevgerê nav û şêweyê xwe guherand û hebûna bi rê û rêbazekê dewam kir. HTŞ jî weke qonaxa dawî ya vê pêvajoyê, weke hêmaneke radîkal a xeta Îhvani Muslîm li herêma Idlibê ya Sûriyeyê di bin sîwana dewleta Tirk de weke emîrtiyeke Îslamî ya biçûk hate birêxistinkirin. Bi destê dewleta Tirkiyeyê Idlib û herêmên mucawir veguherî Efganistaneke biçûk. Dewleta Tirk li gel van koman her wiha herêmên Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablûs, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, komên xwe yên terorîst qaşo bi navê ‘Artêşa Sûriyeyê ya Azad’ li van herêman bi cih kir û li dijî Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi şerekî qirkirinê yê bê eman kir. Hem dewleta Tirk bi xwe hem jî bi destê van komên terorîst ji sala 2018an û vir ve êrîşeke qirkirinê tê kirin. Ji bo ji holê rakirina qadên jiyanê bi her cûre teknolojiya şer bê sînor êrîş tê kirin.

Di demekê de ku dewleta Tirk amadekariya êrîşeke qirkirinê ya berfireh li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikir, 27ê Mijdarê HTŞê li ser Helebê dest bi êrîşeke berfireh kir, di heman demê de komên OSO jî êrîşî xeta Şehba-Til Rifatê kir. HTŞ piştî ku artêşa Esad bêyî li ber xwe bide Heleb teslîm kir, berê xwe da bajarên Hama û Hûmsê, çeteyên OSO yên bi destûra dewleta Tirk tevdigerin jî li ser herêmên Şehba, Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Minbicê dest bi êrîşên giran kirin. Nabe ku ev êrîş ji rêzê û lokal bêne nirxandin. Sûriye û Rojava ji bo Kurdan xeta xor e û di her şert û mercî de divê bê parastin, berdêla xwe çi dibe bila bibe. Lewma pêvajoya destpê kiriye bi qasî ‘Bihara Ereb’ a ku sala 2010an li Tûnisê destpê kir girîng e û jiyanî ye. Pêngava HTŞê gelekî stratejîk e û armanc ji vê yekê tasfiyekirina rêveberiya Esad jî be bi esasî tasfiyekirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, tinekirina destketiyên Kurdan e û ev yek teqez ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP a faşîst a dewleta Tirk ve hatiye plankirin û tê meşandin.

Bêguman hem Îran, Rûsya û hevparên wan hem jî DYE, Yekîtiya Ewropa û hevparên wan, wê vê pêvajoyê hem ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin û pozîsyona xwe diyar bikin, hem jî komên terorê wê vê pêvajoyê ji bo temamkirina armancên nîvcomayî yên DAÎŞê bi kar bînin. Çawa ku şerê li dijî DAÎŞê û pêvajo bi kêrî gelên Rojava hat û veguherî şoreşeke mezin, heman rewş jî dikare bibe wesîleya şoreşeke mezin û destketiyan. Di heman demê de rewş gelekî cidî ye, metirsî jî mezin e. Eger helwesteke rast û berxwedaneke bi bandor neyê nîşandan dibe ku nirxên şoreşê yên bi berdêlên mezin hatin afirandin bi êrîşên faşîstan ên dewleta Tirk ji holê rabin.

Parastina van nirxan bêguman wezîfeya sereke û bingehîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava ye. Lê belê ji bo gelê me yê li Kurdistanê û bi taybetî jî li Ewropayê wezîfeya herî sereke ye. Di serî de ciwanên Kurdistanê gelê me yê li her parçeyî divê biherikin nava berxwedana Rojava û bi rola xwe rabin.

Lîstika tê lîstin ji rêzê nîne. Di 9ê Cotmeha 1998an de Rêber Abdullah Ocalan ji zemîna Sûriyeyê bi komployekê hate derxistin û hate xwestin, tevger û gel bê tasfiyekirin. Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd li hemberî vê komployê Şoreşa Rojava ya mezin û dîrokî afirand û bi bihara gelan bersiv dan. Niha jî tê xwestin, şoreş û nirxên şoreşê, Sîstema Xwerêveberiya Demokratîk a ku bi paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan hatin afirandin, tê xwestin, ji aliyê komplogeran ve têne tasfiyekirin û qirkirina Kurdan a nîvcomayî bê temamkirin. Li hemberî vê yekê divê her Kurdek û dostên Kurdan li dijî pêvajoya qirkirinê bi ruhê seferberiyê bi rengekî çalak tevlî pêvajoyê bibe.

Parastina Rojava parastina Kurdistanê ye!

Parastina Rojava parastina azadiya jinê ye!

Parastina Rojava parastina mirovahiyê ye!

Etîket: BakurParastina RojavaRêveberiya XweserRojavaRojhilatSelahattîn SoroXwerêveberiya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî li Şamê ne

Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî li Şamê ne

14 NÎSAN 2026
HRANA: Li Îran û Rojhilat 319 kes hatin binçavkirin

HRANA: Li Îran û Rojhilat 319 kes hatin binçavkirin

6 NÎSAN 2026
Li Îranê di 24 saetên borî de 15 baregeh bûne hedef

Li Îranê di 24 saetên borî de 15 baregeh bûne hedef

6 NÎSAN 2026
Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê û salvegera damezirandina YPJê

Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê û salvegera damezirandina YPJê

4 NÎSAN 2026
‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

2 NÎSAN 2026
Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

21 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hat definkirin

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hat definkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Koma Berxwedan straneke nû: Rojava Rojhilat e Kurdistan Yek Welat e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê dema qîwar e: Gelek fêydeyên wê ji tenduristiyê re hene

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Mbaye Dîagne peyama bi Kurdî: Em qet dev jê bernadin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bû rojeva medyaya sanal: Wekî Hz. Nûh keştiyek çêkiriye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojeva 14ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gel ji Abdullah Ocalan bawer e, divê ji bo mafê hêviyê gav bên avêtin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê dengê xwe bigihînin Serokatiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwan Îso: Di demeke nêzîk de koçberên Serêkaniyê jî dê vegerin cih û warên xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Zanîngeha Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (523)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne