• Nûçeyên Herî Dawî
Abdullah Ocalan: Tehekuma li mirov tehekuma li xwezayê ye

Abdullah Ocalan: Tehekuma li mirov tehekuma li xwezayê ye

23 SIBAT 2025 - 09:55
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKKê kirin

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKKê kirin

4 HEZÎRAN 2025 - 12:09
Perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand hat weşandin

Perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand hat weşandin

4 HEZÎRAN 2025 - 11:15
DFGê rapora meha Gulanê eşkere kir

DFGê rapora meha Gulanê eşkere kir

4 HEZÎRAN 2025 - 11:13
Rapirsî: Ji sedî 71 piştgirî dane biryara PKKê

Rapirsî: Ji sedî 71 piştgirî dane biryara PKKê

4 HEZÎRAN 2025 - 10:58
‘Ciwan her dem bi rola pêşeng radibin’

‘Ciwan her dem bi rola pêşeng radibin’

4 HEZÎRAN 2025 - 09:40
Firat Can: Divê rewşenbîr dewletê neçar bihêlin ku gavan biavêje

Firat Can: Divê rewşenbîr dewletê neçar bihêlin ku gavan biavêje

4 HEZÎRAN 2025 - 09:16
Otomatik taslak

Rojnameya Serxwebûnê dawî li weşana xwe anî

4 HEZÎRAN 2025 - 08:39
‘Çareserî bi qebûlkirina ziman û nasnameya Kurdî pêkan e’

‘Çareserî bi qebûlkirina ziman û nasnameya Kurdî pêkan e’

4 HEZÎRAN 2025 - 08:04
ROJEVA 3yê HEZÎRANA 2025an

ROJEVA 4ê HEZÎRANA 2025an

4 HEZÎRAN 2025 - 08:00
Serxwebûnê perspektîfa Abdullah Ocalan a Kongreya 12emîn weşand

Serxwebûnê perspektîfa Abdullah Ocalan a Kongreya 12emîn weşand

4 HEZÎRAN 2025 - 07:40
KCDP: Di meha gulanê de 21 jin hatin kuştin

KCDP: Di meha gulanê de 21 jin hatin kuştin

3 HEZÎRAN 2025 - 21:23
Endamên Koma Arsîsa hatin berdan

Endamên Koma Arsîsa hatin berdan

4 HEZÎRAN 2025 - 07:37
Endamên Koma Arsîsa ji ber strana ‘Bêrîtan’ gotin hatin binçavkirin

Endamên Koma Arsîsa ji ber strana ‘Bêrîtan’ gotin hatin binçavkirin

3 HEZÎRAN 2025 - 18:23
Li Bazîdê ji bo Kurdî soz dan Mem û Zînê 

Li Bazîdê ji bo Kurdî soz dan Mem û Zînê 

3 HEZÎRAN 2025 - 16:53
Ji bo statuya Kurdî dimeşin Tirba Ehmedê Xanî

Ji bo statuya Kurdî dimeşin Tirba Ehmedê Xanî

3 HEZÎRAN 2025 - 15:35
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 HEZÎRAN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKKê kirin

    Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKKê kirin

    Perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand hat weşandin

    Perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand hat weşandin

    DFGê rapora meha Gulanê eşkere kir

    DFGê rapora meha Gulanê eşkere kir

    Rapirsî: Ji sedî 71 piştgirî dane biryara PKKê

    Rapirsî: Ji sedî 71 piştgirî dane biryara PKKê

    ‘Ciwan her dem bi rola pêşeng radibin’

    ‘Ciwan her dem bi rola pêşeng radibin’

    Firat Can: Divê rewşenbîr dewletê neçar bihêlin ku gavan biavêje

    Firat Can: Divê rewşenbîr dewletê neçar bihêlin ku gavan biavêje

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKKê kirin

    Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKKê kirin

    Perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand hat weşandin

    Perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand hat weşandin

    DFGê rapora meha Gulanê eşkere kir

    DFGê rapora meha Gulanê eşkere kir

    Rapirsî: Ji sedî 71 piştgirî dane biryara PKKê

    Rapirsî: Ji sedî 71 piştgirî dane biryara PKKê

    ‘Ciwan her dem bi rola pêşeng radibin’

    ‘Ciwan her dem bi rola pêşeng radibin’

    Firat Can: Divê rewşenbîr dewletê neçar bihêlin ku gavan biavêje

    Firat Can: Divê rewşenbîr dewletê neçar bihêlin ku gavan biavêje

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan: Tehekuma li mirov tehekuma li xwezayê ye

Navenda Nûçeyan /AW

23 SIBAT 2025 - 09:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li cîhanê ji ber şerê heyî û endustrîyalîzmê qeyranên siyasî, civakî, ekolojîk û aborî pêş dikevin. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li ser hemû qeyranan gelek nirxandin kirine û rêyên çareseriyê pêşniyar kiriye. Yek ji van qeyranên ku îro rûde jî, talankirin û wêrankirina xwezayê ye. Abdullah Ocalan destnîşan dike ku tehakuma li ser mirov, tehakuma li ser xwezayê ye. Însanê li dijî cins û cûreyê xwe hov bûye.

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li salan beriya niha bal kişandiye ser talan û wêraniya ku pergala sermayedar pêk tîne. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hişyariya qeyranên mezin dike û rêyên çareseriyê pêşkêş dike. Bi taybetî pêşbîniyên Abdullah Ocalan ên têkildarî xweza, pîşesazî û bajarvaniyê, wêraniya ku wê di encama van mijaran de li ser civakan pêk werin, îro derdikevin pêşberî me. Yek ji mijarên ku herî zêde tê nîqaşkirin jî, ekolojî ye. Gelek pisporên jîngehê di wê baweriyê de ne ku xweza li dijî sîstema sermayedar a ku xwezayê talan dike, serî radike û reaksyona xwe jî bi vî şêwazî nîşan dide.

Abdullah Ocalan bi salan bal kişand ser mijarê

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe yên ku li Îmraliyê amade kirine de, bi salan beriya niha bal kişandiye ser girîngiya parastina xwezayê û ciherî berfireh jê re veqetandiye. Abdullah Ocalan nirxandinên xwe û rêyên çareseriyê dibin sernavên “jîngeh, pîşesazî, bajarvanî û tevgerên ekolojîk û demokratîk ên dijî pergalê” de rave kirine.

Pirsgirêka ekolojî û çareserî

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyan de hem rexne li sîstema sermayedar û civaka ku ji xelekên xwe yên xwezayî qût bûye dike, hem jî çareseriya derketina ji qeyranê pêşkêş dike. Abdullah Ocalan sedema têkçûna hevsengiya xwezayê û rûdana karesatan bi sîstema sermayedar ya xwe dispêre qezenca zêde ve girê dide. Balkêşe ku di gelek beşan de hişyariyên cidî dike û dibêje, eger civak li ekolojiya civakî venegere û desthilatdar dest ji qezenca zêde bernede wê rûberûyê karesatên mezin werin.

‘Mirov parçeya herî pêşketî ya xwezayê ye’

Abdullah Ocalan peywendiya civaka seretayî bi xwezayê re weke têkiliya dê û zarok binav dike û vê mijarê wiha pênase dike; “Di civaka seretayî ya komîn de têkiliya xwezayê bi civakê re mîna têkiliya zarok bi dayikê re ye. Civak xwezayê zindî dibîne. Mîna pîvaneke bingehîn a dînî, ji bo li dijî wê nebe, guneh li hemberî wê neke tevdigere. Mirov di cewherê xwe de parçeyê herî pêşketî yê xwezayê ye.

Civaka mirov li gorî ruhberên din hemûyan weke xwezayeke mejî û nermiya wê di ser gişan re tê naskirin, jixwe di tehlîlal dawî de civaka mirov jî hebûneke zindî ye. Dinyayî ye. Berhemê atmosfereke avhewayê ya bi nazikî û nazenînî hatiye birêkûpêkirin, beridîna dinya nebat û heywanan e. Nîzamên atmosfer û avhewaya dinya me û cîhana nebat û heywanên wê pêve girêdayî hemû giştî ne. Ji bo civaka mirov jî di cih de ne. Ev nîzamên em behsa wan dikin gelekî nazik in. Gelekî hişk bi hev ve girêdayî ne. Mîna zincîrekê pêk bînin. Wexta xelekek jê qut bibe çawa zincîr bê kêr dibe, xelekeke ciddî ji zincîra beridînê jî qut bibe bivê nevê wê tevahiya beridînê jê bi tesîr bibe.”

‘Timaya qezenca zêde pêşî li têkçûna jîngehê vedike’

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan sedema têkçûna jîngehê bi timaya qezenca zêde ya hêzên sermayedar û dewletdar ve girê dide û van tespîtan dike, “Bi marîfeta hin komên ji nava civakê derketî û li ser wê bi yekdestdariya kar-sermayeyê xwe bi rêxistin dikin, dibin sedem ku ji xelekên hawîrdorê xelekên ciddî qut bibin, felaketên zincîrwarî yên bi beridînê dikarin hawîrdorê hemûyî di vê navberê de civakê bi qiyametê re rûbirû bihêlin.”

‘Tehekûma li mirov bixwere tehekûma li xwezayê jî tîne’

Abdullah Ocalan destpêka biyanîbûna ji xwezayê û tehekûma li jîngehê dibe dema destpêkirina şaristanî û dewletbûnê û dibêje; “Piştî ku civaka dewletparêz bi berfirehî û kûrahî mezin dibe, civaka ekolojîk gav bi gav bi paş ve tê xistin. Nakokiya civakê ya hundurîn çendîn mezin bû ye, nakokiya wê ya bi atmosfera der ve re jî ew çend zêde bûye. Tehekuma li mirov bi xwe re tehekuma li xwezayê tîne. Behsa hovîtiyên xwezayê têne kirin, ji sedî sed rast nînin. Însanê li dijî cins û cûreyê xwe hov bûye, li dijî xwezayê jî bi awayekî xeter hov bûye, ev yek jî bi pirsgirêkên hawîrdorê eşkere li ber çavan e. Ti cins û cureyî bi qasî mirov heywan û nebat tine nekirine. Eşkere ye ku sîstemeke dilê wê bi mirov neşewite, dikare her cure xirabiyê bi xwezayê bike. “

‘Wê bersivên xwezayê jî ji vê rêveçûnê re hebe’

Abdullah Ocalan diyar dike bi kûrbûna krîza sîstema civakî re krîza ekolojiyê jî pêşdikeve û bi berdewamî van nirxandinan dike: “Bi krîza sîstema civakî re krîza ekolojîk jî kûr dibe. Divê mirov ji bîr neke ku xelekên hawîrdorê bi beridîna mîlyonan salî pêk hatine. Zirar û ziyanên bi giştî di pênc hezar salên dawî de, bi taybetî jî di dused salên dawî de, weke qutkirina bi hezaran xelekên ji yên bi mîlyonan salî pêk hatî ne ku ev yek di nava demeke pirr kin de pêkanîne. Reaksiyona şikestinê destpêkiriye.

‘Dema sebra xwezayê nema wê li rondikên çavên mirovan nenêre’

Pêşbînî nayê kirin ku wê çawa were sekinandin. Di serî de rêjeya karbondîoksîtê (CO2) û gazên din di atmoferê de rê li qirêjbûnê vedikin, û tê texmînkirin ku halî hazir bi sed salan heta bi hezar salan nayê paqijkirin. Encamên zirar û ziyanên di cîhana nebat û heywanan de belkî jî bi temamî derneketine holê. Lê eşkere ye ku herî kêm bi qasî atmosferê îşaretên S.O.S didin. Gemarbûna derya û çeman, çolbûn ji niha ve gihiştine sînorên felaketê.

Bi tevahî nîşane diyar dikin ku qiyametê bi rêveçûna heyî bi bêbalansiyeke xweza ne, bi destê hin komên xwe weke şebekeyan bi rêxistinkirî bi serê civakê de bêanîn. Bêguman bersivên xwezayê jî bide vê rêveçûnê hene. Ji ber ku ew jî zindî û bi mejî ye. Sînorên wê jî hene.

Sebra wê jî heta cihekî ye. Hêza wê ya xweragirtinê bi sînor e. Di cih û dema xwe de wê li ber xwe bide û wexta ev cih û dem bê wê li rondikên çavên mirovan nenêre. Ji ber ku hemû ji îxaneta bi qabîliyetên xwe û nirxên diyarî wan hatin kirin berpirsiyar bêne girtin. Ma qiyamet jî welê pêşbîniya wê nayê kirin?”

Dersên divê bên derxistin çine?

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya bi navê ‘Parastina Gelekî’ ku di sala 2004’an de hatiye çapkirin de dibêje, eger mirov li gorî xwezayê û jîngehê bijî, wê bikare hebûna xwe ya biyolojîk bidomîne. Têkildarî dersên divê bên derxistin de ev tişt têgotin, “Ders û encama em dikarin ji vê bigirin ev e; cureyê mirov eger li gorî xelekên tekamul û beridandinê tevbigere dikare hebûna xwe dewam bike.

Eger mafên tekamul û beridandinê yên xwe dispêrinê xira bike, dikare bi tevahî hebûna xwe ya biyolojîk ji holê rake û bibe sedem ku cureyê mirov nikaribe hebûna xwe dewam bike. Eger têkiliya beramber a di navbera cure û celeban de qut bibe, wê ji xelekên tekamulê jî veqetînên mezin bibin û ev yekê jî pirsgirêka dewam û îdameya gelek cureyan derbixîne holê.”

‘Ev bûyerên neyînî çarenûs nîne’

Tevî hemû neyînî û felaketên rojane rû didin jî Ocalan bi reşbînî li bûyerê nanêre û balê dikişîne ser van mijaran, “Cewherê sîstemê krîza civakî gîhand neqeba kaosê, felaketên hawîrdor jî dijîn, dest pê kirin, îşaretên SOS didin.

Bajarên mîna kanserê mezin dibin, hewaya qirêj dibe, tebeqeya ozonê ya qulbûyî, qonax bi qonax kêmbûna cureyên nebat û heywanan, talankirina daristanan, gemarbûna çeman, li her deverê bilindbûna girikên sergo û gelaşê, kêmbûna avên nişmî, pirbûna bê kontrol a şêniyan, êdî xweza jî tevî kaosê rakir serhildanê. Ji ber daxwaza qezenca zêde, fikir nayê kirin ku wê ev dunya me karibe çiqas bajar, mirov, fabrîka, maşînên ragihandinê, maddeyên sentetîk, hewa û ava qirêj rake. Lê ev bûyerên neyênî çarenûs nînin.”

‘Pêwîste ji bo têgihiştina li jîngehê kampanya bidin destpêkirin’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêşî li felaketan were girtin, îşaret bi girîngiya kampanyayên pêşxistina zanista ekolojîk û rêxistinên kolektîf û cîhanî dike û ji bo derketina ji krîzê van pêşniyaran dike, “Ji bo rawestandina felaketên xwezaya hawîrdorê, pêwîst e gelek saziyên ku ji bo vê yekê hatine damezrandin hînê zêdetir werin xurtkirin û wisa bikin ku bibin mîna parçeyekî civaka demokratîk.

Yek ji xebatên bingehîn ên demokratîk, divê têgihîştin û rêxistiniya di warê hawîrdorê de were xurtkirin. Wextekê çawa ji bo têgihîştina li çîn û netew kampanya dihatin lidarxistin, niha jî hewce ye, em ji bo têgihîştina li hawîrdor û demokrasiyê kampanyayan li dar bixin.

Ji mafên heywanan bigirin heta parastina daristanan, divê em xwezayê ji nû ve şên bikin û vê yekê bikin parçeyekî ji çalakiyên civakê. Di pêvajoyên pêş de divê xwezaya rût bigihîje daristanên mezin û bi nebatên cûrbecûr bixemile û heywan tê de belav bibin. Ji bo vê pêwîst e têkoşîneke mezin were meşandi.. Xuya ye, ji niha ve wê slogana “welatparêziya mezin avakirina daristanan û dardanîne” bibe yek ji sloganên hêja.

Baş tê fêmkirin ku kesa-ê ji heywanan hez neke û nikaribe biparêze wê nikaribe ji mirovan hez bike û biparêze. Çendîn were fêmkirin ku heywan û nebat emanetî mirov in, wê qîmet û buhaya mirov jî qatekî din zêde bibe.”

‘Ji bo derketina ji krîzê pêwîstî bi danûstandinên bihêz heye’

Ocalan di wê baweriyêdeye ku saziyên heya niha ji bo parastina jîngehê di asta cîhanî de hatine avakirin, ne di qabiliyeta çareserkirina pirsgirêkê de ne û ji bo vê jî îşaret bi girîngiya danûstandinên global ên ji bo parastina jîngehê dike û dîbeje, “Şêwazê komîn û demokratîk ku gelan di tevahiya dîrokê de nîşan dan, pêwîst e ji bo karibe ji kaosê derkeve xwe bi nûkirina taktîk û teoriyê xurt bike.

Têgihîştina “çep” ya sosyalîzma rêl a berê derxist holê û di dema nû de têgihîştina “çep”, “ekolojî” û tevgerên “femînîst”, Civînên Porto Allegre di wê qabîliyet û têgihîştinê de nînin ku karibin kaosê li dawiyê bihêlin û derbas bikin. Tevî van tevgeran hewce ye li ser perspektîfeke teorîk a giştî ya globalîst wek ‘civakeke ekolojîk, demokratîk û azadiya cinsiyetê’ guftûgo were kirin û her wisa li ser awayên taktîkên herêmî û şêwazên çareseriyê danûstendineke xurt bibe.”

Etîket: Abdullah Oclalanhovjingehêmirovrondikê çavê mirovan.Xwezaxwezayê.
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Ava Çemê Mûradê bi heybetî di bin pirê de diherike

Ava Çemê Mûradê bi heybetî di bin pirê de diherike

2 HEZÎRAN 2025
‘Divê destilata Tirkiyeyê ewilî dest ji talankirina xwezayê berde’

‘Divê destilata Tirkiyeyê ewilî dest ji talankirina xwezayê berde’

29 GULAN 2025
Li Şirnexê ji bo xwezayê meşiyan: Aştî ji Cûdî û Gabar destpê dike

Li Şirnexê ji bo xwezayê meşiyan: Aştî ji Cûdî û Gabar destpê dike

21 GULAN 2025
Wezîr Tunç: Daxwaz hebe em dikarin binirxînin

Wezîrê Dadê bersiv da ‘daxwaza hevdîtinê’ ya bi Ocalan re

14 GULAN 2025
Buldan: Daxuyaniya PKKê pêşketinek dîrokî ye

Buldan: Daxuyaniya PKKê pêşketinek dîrokî ye

12 GULAN 2025
Bûkaniyan xweza û zevî xemilandin

Bûkaniyan xweza û zevî xemilandin

8 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2025 (52)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne