Wan – Ev sê serdem in qeyûm tayînî şaredariya Wanê tê kirin û vîna gelê Wanê tê desteserkirin. Di 17ê Mijdara 2016an de li şûna Hatîce Çoban û Bekîr Kaya, di 19ê Tebaxa 2019an de li şûna Bedîa Ozgokçe Ertan û Mûstafa Avci û herî dawî jî di 15ê Sibata 2025an de li şûna Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan qeyûm hatin danîn.
Komara Tirkiyeyê ku sal bi sal ber bi desthilatdariyeke despot ve diçe, bi polîtîkayên xwe yên şer, zext, binçavkirin, girtin û qeyûman her ku diçe ji demokrasiyê dûr dikeve. Di hemû hêlên jiyanê de bandora van polîtîkayên desthilatê li ser welatiyan xwe kifş dike û dide nîşandan. Yek ji van polîtîkayan jî desteserkirina şaredariyên gelê Kurd e. Ji sala 2016an ve polîtîkayên qeyûman ku weke desteserkirina mafê hilbijartinê ya gelê Kurd tê pênasekirin, veguheriye polîtîkayeke talanê û hemû çavkaniyên welatiyan weke amûreke rantê tê bikaranîn. Kiryarên qeyûman ji aliyê saziyên fermî ve jî hatine tomarkirin û saziyên sivîl jî di vê mijarê de gelek rapor belav kirin e.
Li bajarê Wanê jî ev sê serdem in îradeya gel ji destê wan tê girtin û bi rêya qeyûman şaredariyê desteserkirin. Di hilbijartinan de gelê Wanê bi hemû hêza xwe ve xwedî li hevşaredarên xwe derdikeve û îradeya xwe dibijêre, lê ev bû cara sêyemîn ku îradeya wan ji destê wan tê girtin û desteserkirin. Herî dawî di Hilbijartina Xwecihî ya 31ê Adara 2024an de gelê Wanê bi deng dayîna ji bo Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tevî bajarê mezin 14 şaredariyên Wanê bi dest xistin û bersiva polîtîkayên qeyûman da.
Qeyûmê ewil di Rewşa Awarte de hat tayînkirin
Li Wanê bi biryarnameyên (KHK) Rewşa Awarte (OHAL) yên piştî “hewldana” derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016an, pêvajoya qeyûman dest pê kir. Ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bekîr Kaya ku 2009an heta 2014an şaredarê bajarê Wanê bû, vê carê Bekîr Kaya li gel Hatîce Çoban di Hilbijartina Xwecihî ya 31ê Adara 2014an de ji sedî 53 deng wergirtibûn û bûbûn yekemîn hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê. Hatîce Çoban û Bekîr Kaya, di 17ê Mijdara 2016an de tevî gelek hevşaredarên DBPyî ji kar hatin dûrxistin û waliyê wê demê Îbrahîm Taşyapan weke qeyûm tayînî cihê wan hat kirin.
17 sal ceza li Bekîr Kaya hat birîn
Bekîr Kaya di çarçoveya “Doza KCKê ya Wanê” de 8 sal û 9 meh cezayê hepsê lê hatibû birîn. Her wiha di Kanûna 2021an de jî bi hinceta “endamê rêxistinê ye û bi zanebûn alikariya rêxistinê kiriye” 8 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Bekîr Kaya yê ku ev 9 sal in di Girtîgeha Sîlîvriyê de girtî ye, bi giştî 17 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
Qeyûm milyarek û 2 milyar lîre deyn li dû xwe hişt
Di 31ê Adara 2019an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî polîtîkayên qeyûm kampanyayek gelek mezin a hilbijartinê meşand. Li Wanê jî HDPê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mûstafa Avci weke namzetên hevşaredariyê nîşan da û di sindoqan de ji sedî 53 hatin hilbijartin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê deynê şaredariyê yê qeyûm li dû xwe hiştî weke milyarek û 2 milyar lîre ragihandibûn û diyar kiribûn ku ev deyn tev dizî, talan û rant e.
Vîna gelê Wanê cara duyemîn hat desteserkirin
Desthilata AKPê careke din polîtîkayên qeyûm xistin meriyetê û di 19ê Tebaxa 2019an de hevşaredarên HDPê yên Amed, Mêrdîn û Wanê hemwext ji wezîfeyê dûr kir in. Wezareta Karên Navxwe ragihand ku Bedîa Ozgokçe Ertan bi hinceta “bi PKKê re têkildar e û çavkaniyên şaredariyê radestî rêxistinê kiriye” ji wezîfeyê hatiye dûrxistin. Li şûna hevşaredar Bedîa Ozgokçe Ertan û Mûstafa Avci waliyê Wanê yê wê demê Mehmet Emîn Bîlmez weke qeyûm hat tayînkirin.
Waniyan bi 14-0 bersiva polîtîkayên qeyûman da
Herî dawî di 31ê Adara 2024an de hilbijartinên herêmî hatin kirin. Di vê hilbijartinê de DEM Partiyê li Wanê ji bo hevşaredariya bajarê mezin Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan nîşan da. AKPê jî Abdulahat Arvas weke namzetê şaredariya bajarê mezin nîşan da. DEM Partiyê di sindoqan de ji sedî 55, AKPê jî ji sedî 27 deng wergirtin û di encamê de Şedal û Zeydan bûn hevşaredarên Wanê. Her wiha DEM Partiyê li Wanê tevî bajarê mezin hemû şaredariyên navçeyan jî bi dest xist û ev serkeftin di dîrokê de cihê xwe girt.
Krîza mazbatayê: Gelê Wanê serî hilda
Wezareta Dadê ji bo mafê hilbijartinê (memnû hakki) yê Abdullah Zeydan bê betalkirin, serî li dadgehê dabû û dadgehê jî ev biryar qebûl kiribû. Piştî vê yekê Lijneya Hilbijartinê ya Wanê, bi hinceta “namzetiya Abdullah Zeydan guncav e nîn e” mazbata neda Abdullah Zeydan û hewl da mazbatayê bide namzetê AKPê Abdulahat Arvas. Gelê Wanê ku bi rêjeyeke bilind Abdullah Zeydan hilbijartibû, li dijî vê biryarê derketin kolanan û nerazîbûnên xwe nîşan dan. Xwepêşandana xelkê Wanê 2 rojan berdewam kiribû û piştî vê serhildanê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) mafê hilbijartinê yê Abdullah Zeydan paş ve da.
Qeyûmê duyemîn 8 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştibû
Şedal û Zeydan piştî civîna yekemîn a meclisa şaredariyê deynê ku qeyûm li dû xwe hiştibû eşkere kiribûn û diyar kiribûn ku 8 milyar û nîv TL deynê şaredariyê heye.
Bi destê darazê careke din qeyûm tayîn kirin
Herî dawî danişîna 8emîn a doza Abdullah Zeydan ku bi îdiaya “Alîkarî daye rêxistinê” dihat darizandin, di 11ê Sibatê de li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê derbarê Zeydan de bi hinceta “hewl daye sûc bike” 3 sal û 9 meh cezayê hepsê li Zeydan birî. Piştî biryara dadgehê gelê Wanê li ber şaredariya bajarê mezin dest bi çalakiya nobetê kir. Çalakî 4 rojan berdewam kir û di roja 5an de ango sibeha 15 Sibatê Wezareta Karên Navxwe Waliyê Wanê Ozan Balci weke qeyûm tayînî şaredariyê kir û şaredarî hat desteserkirin. Piştî biryarê polîsan di derdora saet 04.00an de bi ser şaredariyê de girt û ji sedan zêdetir welatiyên ku ji ber hewldana qeyûm di nobetê de bûn, bi îşkenceyê binçav kirin. Ji van welatiyan nêzî 50 kesan hatin girtin û ew şandin girtîgehê.