Ahmet Adil ku 30 sal û 6 mehan girtî ma, ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Doşemelati ya Antalyayê hate berdan.
Ahmet Adil ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Doşemealti ya Antalyayê dihat ragirtin, piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan. Di sala 1994an de bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya welat” cezayê muebbedê li Ahmet Adil hatibû birîn. Ahmet Adil, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe û rêveberên TUAYDERê ve hate pêşwazîkirin. Ahmet Adil, diyar kir ku hem keyfxweş e hem jî xemgîn e. Ahmet Adil, da zanîn ku tehliyeya wî 6 mehan hatiye taloqkirin. Ahmet Adil, bal kişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest aştî bê welat.
Ahme tAdil, ber bi bajarê xwe Mêrdînê bi rê ket.