* Endamê YNKê Elî Oremar destnîşan kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandoreke erênî li ser Başurê Kurdistanê jî kiriyê û got: “PKKê bersiv da û agirbest ragihand. Lê êrişên Tirkiyeyê li herêmê berdewam dikin.”
* Nûnerên saziyên tenduristiyê yên Amedê piştgirî dan banga Abdullah Ocalan û gotin: “Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga aştî û avakirina jiyana tendurist e. Abdullah Ocalan rêya gelên bindest a azadiyê vekir.”
* Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnay têkildarî 8ê Adarê diyar kir ku jinên Kurd parastina destkeftiyên jinên cîhanê weke peywirekê hildaye li ser milên xwe û got: “Îsal 8ê Adarê bi reng û dengê jinên Kurd bêtir watedar e.”
* Midûra Polîtikayên Jinê ya Şeredariya Cizîrê Nergîs Ant anî ziman ku wan heta niha ji bo jinan projeyên cûr bi cûr li darxistinê û got: “Em di rêveberiya herêmî de vîna jinê esas digirin.”
* Çalakiyên jinan ên ji bo 8ê Adarê dê li gelek navendan berdewam bikin.