• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Heznî Haco: Kesê ku zimanê xwe nizanibe ew mirovekî winda ye

    Heznî Haco: Kesê ku zimanê xwe nizanibe ew mirovekî winda ye

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

    KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

    ‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

    ‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

    Li Êlihê banga meşa “Gavek ji bo Aştiyê” hate kirin

    Li Êlihê banga meşa “Gavek ji bo Aştiyê” hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Heznî Haco: Kesê ku zimanê xwe nizanibe ew mirovekî winda ye

    Heznî Haco: Kesê ku zimanê xwe nizanibe ew mirovekî winda ye

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

    KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

    ‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

    ‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

    Li Êlihê banga meşa “Gavek ji bo Aştiyê” hate kirin

    Li Êlihê banga meşa “Gavek ji bo Aştiyê” hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Saziyên tenduristiyê piştgirî dan banga Abdullah Ocalan

Firat Tûnç / AW

7 ADAR 2025 - 08:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Amed – Hevserokê Şaxa SESa Amedê Mehmet Nûr Ulus banga Abdullah Ocalan nirxand û got: “Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga aştî û avakirina jiyanek bi tendurist e. Abdullah Ocalan rêya gelên bindest a azadiyê vekir.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 27ê Sibatê de bangeke dîrokî kir. Gel li çar aliyê Kurdistanê daketin qadan û li banga Abdullah Ocalan guhdar kir. Li hemû cihanê jî ji nêz ve hat şopandin. Abdullah Ocalan di banga dîrokî de got, “Bila PKK kongreya xwe kom bike û birayara çekberdanê bigre.” Abdullah Ocalan ji bo ku çek bên berdan jî got; “Bêguman ji bo di pratîkê de çek bêne berdan û PKK xwe fesix bike, divê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin.” Li ser vê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya guhertin û veguhurtinê dest pê kir. Piştevaniya hemû beşen civakî ji bo banga dîrokî berdewam dike. Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dîrokî nûnerên saziyên tendurîstiyê yên Amedê piştgiriya xwe anîn ziman. Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen û Hevserokê Sendîkaya Xebatkarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî (SES) ya Amedê Mehmet Nûr Ulus ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Bangê parastina mafan e’

Hevserokê Şaxa SESê ya Amedê Mehmet Nûr Ulus bal kişan ser parastina jiyanek bi tenduristî û got: “Ji bo jiyaneke bi tenduristî divê pêşiyê mirov azad bibe. Em jî ji bo aştî û azadiyê têdikoşin. Em banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pir pîroz dibînin. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga aştî û avakirina jiyanek bi tendurist e. Abdullah Ocalan rêya ku gelên bindest bi mafên xwe bi xwe ava bikin da vekirin.”

‘Divê dewlet bi lezgînî gav biavêje’

Mehmet Nûr Ulus diyar kir ku ji bo şerê li Rojhilata Navîn bê rawestandin û aramî bê heremê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji bo vê derfeteke pir mezin e û wiha axivî: “Demeke dirêje li Rojhilata Navîn şerekî dijwar berdewam dike. Ji bo ev şer bê rawestin û aramî pêş bikeve, Abdullah Ocalan bi banga dîrokî rista xwe lîst. PKKê jî gav avêt. Pêvajoyê wisa jidil bûn û gav avêtinê dixwazin. Em zanin ku gavên çareseriyê bêne avêtin dê reya aramiyê veke. Divê dewlet bi lezgînî gav biavêje û bi rola xwe rabe. Em jî wek tenduristvan piştgiriyê didin peyama Abdullah Ocalan û em ê ji bo aştiyê têkoşîna xwe mezin bikin.”

‘Heke aştî nebe civak jî bi tendurist nabe’

Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen jî diyar kir ku tenduristiya civakê bi azadbûyinê pêk tê û got: “Em wek odeya bijişkan 30 sal in li ser aştiyê têkoşin. Kî rêya aştiyê veke em ê piştgiriyê bidin wan. Ji ber ku aştî ji bo tenduristiyê bingehek e. Heke azadî û aştî nebe civak jî tendurist nabe. Di demên berê de jî ji bo aştiyê çend pêvajo hatin destpêkirin. Lê ev pêvajo tenê di gotinê de ma. Divê vê carê gavên pratîk bêne avêtin. Peyama bi raya giştî re hat parvekirin jî ji bo aştî û tenduristiya civakê gaveke pir bi nirx e. Divê dewlet jî li hember vê banga dîrokî bi lezgînî gav biavêje. Di girtîgehan de pir girtiyên nexweş hene û divê serî de ji bo berdana wan girtiyan gav bê avêtin. Êdî divê bi şert û mercan pêşiya civakê bê vekirin.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Heznî Haco: Kesê ku zimanê xwe nizanibe ew mirovekî winda ye

Heznî Haco: Kesê ku zimanê xwe nizanibe ew mirovekî winda ye

15 GULAN 2026
ROJEVA 1ê GULANA 2026an

ROJEVA 15ê GULANA 2026an

15 GULAN 2026
Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

14 GULAN 2026
Li Stenbolê bernameya Cejna Zimanê Kurdî

Li Stenbolê bernameya Cejna Zimanê Kurdî

14 GULAN 2026
KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

14 GULAN 2026
Li Wanê rêzekonserên 15ê Gulanê bi Koma Lez û Bez bi dawî bûn

Li Wanê rêzekonserên 15ê Gulanê bi Koma Lez û Bez bi dawî bûn

14 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Navçeya Girê Sor bû deryaya kulîlkên sor

    Navçeya Girê Sor bû deryaya kulîlkên sor

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji zanîngeha Wanê ber bi zozanên Colemêrgê ve rêwîtiya mêşvaniyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 15ê Gulanê: Cejna Zimanê Kurdî û têkoşîna hebûnê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Waliyê Hewlêrê: Divê Tirkiye gavên lezgîn biavêje ku aştî li herêmê bi cih bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Statuya ziman bi parastin û çalakbûnê tê bidestxistin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Akademîsyenên ji başûrê Kurdistanê: Aştî û azadî ji bo mirovahiyê hêvî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyasetmedaran ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ banga tevlibûnê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Silavdayîn bû sedema qedexeya hevdîtinê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (372)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne