Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li ber deriyê avahiya şaredariyê pêşwazî li karmendên jin kirin û 8ê Adara wan pîroz kirin.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya karmendên jin ên şaredariyê pîroz kir. Hevşaredar, sibehê li ber deriyê avahiya Şaredariya Bajarê Mezin pêşwazî li karmendên ku hatin kar kirin. Hevşaredaran bi dilgermî pêşwazî li jinan kirin û 8ê Adarê li wan pîroz kirin.
Hevşaredar Bucak û Hatun, pakêtên ku têde diyariyên cur bi cur hebûn û ji aliyê Serokatiya Karûbarên Jinan û Malbatê ve hatibûn amadekirin, dan karmendên jin. Hin karmendan jî gul dan Hevşaredaran Serra Bucak û spasiya hevşaredarên xwe kirin.
Piştî ku li ber avahiya şaredariyê wêneyek bi kom hate kişandin, jinan govend gerandin. Hevşaredar Serra Bucak têkildarî 8ê Adarê axivî û xwest hemû jin sibê di mitînga 8ê Adarê de li Qada Îstasyonê bicivin.