TJA li Silopiya mitînga 8ê Adarê li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar di mîtîngê de axivî.
Tevgera Jinên Azad (TJA), mitînga 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşmeya, “Em li dijî qîrkirinê radibin û ber bi azadiyê ve dimeşin” li Qada Newrozê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê mitîng li dar xist. Jinên Botanê bi cil û bergên Kurdî û xemla xwe tev li mitîngê bûn. Jin berzkirina dirûşmeya, “Jin jiyan azadî” hatin qada mitîngê. Qada mitîngê bi flamayên TJA hat xemilandin. Her wiha li qadê pankartên ku li ser, “Xwebûn mîsogeriya azadiyê ye”, “Em banga aştî û civaka demokratîk silav dikin, helbet rewşa me bi heybet e” nivîsandî hatin daliqandin. Her wiha polîsan flamayên kesk, sor û zer jî bi hinceta “Qedexe” ye desteser kirin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratik (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û parlamenterên DEM Partî jî tev li mitîngê bûn. Çîgdem Kiliçgun Uçar di mitîngê de axivî.