• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 14ê KANÛNA 2025an

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

    Di mîhrîcanê de şeva rock û metala Kurdî

    Di mîhrîcanê de şeva rock û metala Kurdî

    Îlhan Dayan: Divê dil, mejî û ruh bikin Kurdî

    Îlhan Dayan: Divê dil, mejî û ruh bikin Kurdî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 14ê KANÛNA 2025an

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

    Di mîhrîcanê de şeva rock û metala Kurdî

    Di mîhrîcanê de şeva rock û metala Kurdî

    Îlhan Dayan: Divê dil, mejî û ruh bikin Kurdî

    Îlhan Dayan: Divê dil, mejî û ruh bikin Kurdî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Saziyên Zimanê Kurdî: Em heta dawiyê li pişt peyama rêzdar Ocalan in

Amed / AW

10 ADAR 2025 - 12:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Saziyên Zimanê Kurdî ku piştgirî dan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha gotin: “Em jî weke hemû hêz û derdorên Kurd ên azadîxwaz û aştîxwaz dibêjin ku daxuyaniya rêzdar Ocalan di heman demê de daxuyaniya me ye, em heta dawiyê pê re ne û ji bo pêkhatina wê em ê heta dawiyê têbikoşin û bixebitin.”

Saziyên Zimanê Kurdî tevî saziyên demokratîk bi mebesta piştgirîdayîn û lêxwedîderketina tekildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) ya li navçeya Peyasê ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Endam û rêveberên Saziyên Zimanên Kurdî û saziyên demokratîk tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi zaravayên kurmancî û kirmanckî “Statuya Kurdî Perwerdehiya Bi Kurdî” hate vekirin. Dowîzên “Dem dema zimanê kurdî ye” , “Jin Ciwan Çand û Ziman” , “Em perwerdehiya bi kurdî dixwazin” , “Kurd Kurdî Kurdistan” , “Her der Kurdî her dem kurdî” û “Zimanê min sînorê welatê min e” hatin rakirin.

Li ser navê saziyan daxuyanî bi kurmancî rêveberê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil, bi kirmanckî jî Hevseroka MED-DERê Şukran Yakût xwend.

Cahî Akil bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “27ê sibata 2025an ji aliyê Rêzdar Abdullah Ocalan ve binavê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ pêngaveke dîrokî ya serdemeke nû hat avêtin. Ev pêngava dîrokî ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd qonaxeke nû ya dîrokî ye. Armanca vê pêngavê li ser bingeha azadiyê, bi awayekî mayînde sazkirina aştiyeke birûmet û avakirina civakeke demokratîk e.

‘Aştiyeke birûmet û civateke demokratîk bi azadiya nasname û nirxên neteweya kurd pêkan e’

Cahî Akil di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Bêguman aştiyeke birûmet û civateke demokratîk bi azadiya hebûn, ziman, nasname, bawerî, çand, jin û nirxên neteweya kurd û hemû netewe, bawerî kom û derdorên din ên cuda pêkan e. Wek ku Rêzdar Ocalan di daxuyaniya xwe de dibêje ku; ‘Rêzgirtina li nasnameyan, azadiya ramanê, birêxistinbûna demokratîk, avakirina civakî-aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan tenê bi hebûna civakî û qada siyasî ya demokratîk pêkan e.’ Ev ji bo me kurdan jî wisa ye. Jixwe sedemeke bingehîn a têkoşîna gelê kurd ew e ku her cureyê hovîtiyên li ser zimanê xwe ji holê rake û li her qada jiyanê bi zimanê xwe û hemû nirxên xwe yên neteweyî û civakî azad bijî.

‘Em kurd bêyî zimanê xwe nikarin bijîn’

Wek Rêzdar OCALAN dibêje ‘Mijara zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e. Heke tu zimanê dayika xwe hîn nebî, bi wê perwerdehiyê nebînî tu nikarî rast û baş bifikirî, tu nikarî tiştekî hilberînî, her wekî ku mejiyê te mirî ye li te tê.’ Herwiha Rêzdar Ocalan dibêje ‘Pêşketina civakekê girêdayî pêşketina zimanê wê ye. Civakekê zimanê dayika xwe çend bi pêş xistibe tê wê wateyê ku asta jiyana xwe ewqas bi pêş xistiye. Dîsa zimanê xwe çend winda kiribe û çend ketibe bin serdestiya zimanên din tê wê wateyê ku ewqas bûye mêtingeh, hatiye pişaftin û rastî tevkujî û qirkirinê hatiye.’ Em kurd jî careke din bi taybetî diyar dikin ku zimanê me kurdî hêmana me ya herî bingehîn, xwebûnî û dîrokî ya neteweyî ye. Nav û nîşana nasnameya me kurdan a herî sereke ye; xeta me kurdan a herî sor û jêneger e. Jêderk û çavkaniya me ya bingehîn a hebûn û jiyana me ye. Ji bo me ji nan û avê wêdetir e. Em kurd bêyî zimanê xwe nikarin bijîn û bêyî zimanê xwe jiyanê qebûl nakin.”

‘Divê kurdî bibe xwedî statu û bibe zimanê perwerdehiyê’

Cahî Akil destnîşan kir ku ji bo hewldanên aştiyeke birûmet û avakirina civakeke demokratîk biçin serî divê beriya her tiştî, hem di zagonan de hem jî li her qada jiyanê hemû polîtîka û kiryarên tunehesibandinên nûjenkirî, kiryar û pêkanînên cur bi cur ên pişaftin û qedexekirinê, her awayê zext, zordarî, sînor û dorpêçên li ser zimanê me kurdî bên rakirin û wiha pê de çû: “Wek rêzdar Abdullah Ocalan jî bi rengekî zelal û aşkera gotiye, divê ligel hemû mafên neteweya kurd hemû mafên zimanî yên kurdan jî ji aliyê hiqûqî û siyasî ve bên qebûlkirin. Li ser vê bingehê divê hemû zagonên yekperest bên guhertin û zagonên ku wekhevî û azadiya hemû zimanan qebûl dikin bên sazkirin. Divê kurdî bibe xwedî statu û bibe zimanê perwerdehiyê. Divê kurdî li hemû qadên civakî û li her derê ku jiyan lê heye heta dawiyê serbest û azad be. Helbet, ji bo ku kurdî bi awayekî azad bikaribe bijî di heman demê de divê mafê kurdan ê xwerêveberiyê bi awayekî bê qebûlkirin û hemû astengiyên li ber xwebirêxistinkirina kurdan ji holê bên rakirin.”

‘Divê tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan demildest bê rakirin’

Cahî Akil diyar kir ku divê baş bê zanîn ku nêzîkatiya ji bo zimanê kurdî di heman demê de nêzîkatiya ji bo aştî, azadî û demokrasiyê nîşan dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêguman nêzîkatiya ji bo rêzdar Ocalan û banga wî ya aştî û civata demokratîk jî nêzîkatiya ji bo zimanê kurdî nîşan dide. Ji ber vê yekê em jî wek hemû hêz û derdorên kurd ên azadîxwaz û aştîxwaz dibêjin ku daxuyaniya rêzdar Ocalan di heman demê de daxuyaniya me ye, em heta dawiyê pê re ne û ji bo pêkhatina wê em ê heta dawiyê têbikoşin û bixebitin. Bêguman ji bo pêkhatina vê banga dîrokî berî her tiştî divê tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan demildest bê rakirin, hemû şert û mercên ku bikaribe azad bixebite û her awayî têkiliyan deyne pêk bên. Divê her cureyê êriş û zextên li ser kurdan û nirxên wan ên neteweyî bên bi dawîkirin.”

‘Heta dawiyê piştgiriyê bidin daxuyaniya dîrokî ya rêzdar Ocalan’

Cahî Akil daxuyanî bi van gotinan bi dawî kir: “Li ser vê bingehê; em wek saziyên zimanê kurdî, bang û gazîdikin ku di serî de em hemû kurd, hemû kes, hêz, partî, kom, gel, nivîskar, hunermend, rewşenbîr û derdorên demokrat, azadîparêz, aştîxwaz û mirovahîparêz jî bi daxuyanî, gotin, kiryar, têkoşîn û xebatên xwe bi rengekî zelal û aşkera heta dawiyê piştgiriyê bidin daxuyaniya dîrokî ya rêzdar Ocalan, ji bo pêkhatina aştiyeke birûmet û civakeke azad û demokratîk, bi rêbaz, şêwaz, rêxistinbûyîn, têkoşîn û xebatên herî afirîner û encamgir, bi giyanê seferberiyê xwe li her qadê û ji her alî ve bilindtir û berfirehtir bikin. Bijî Aştiyeke Birûmet û Civaka Demokratîk! Bijî Ziman û nasnemeya azad! Bijî Jiyana Azad!”

Di dawiya daxuyaniyê de dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” hate berzkirin.

Saziyên Zimanê Kurdî yên piştgirî dane daxuyaniyê wiha ne:

– Enstîtuya Kurdî ya Amedê – Amed
– Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê – Stenbol
– Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê – Îzmîr
– Komeleya Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî- KURDÎGEH – Wan
– Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botan – Sêrt
– Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê – Semsûr
– Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê – Êlih
– Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê – Amed
– Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê – Erdîş
– Komeleya Wêjekarên Kurd – Amed
– Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek – Cizîr
– Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya ANKA – Enqere
– Komeleya Zimanê Kurdî – CUDÎ-DER- Silopiya
– Komeleya Ziman û Wêjeyê MEDYA-DER – Tetwan
– Kovara Destar – Amed
– Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Konê (KON-KULTUR)

 

Etîket: Abdullah OcalanKurdîMED-DERSaziyên ziman
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Keskîn Bayindir: Rapora AKPê li dijî ruhê pêvajoyê ye

Keskîn Bayindir: Rapora AKPê li dijî ruhê pêvajoyê ye

14 KANÛN 2025
Kargeha ‘Zarok û mafên wan ên zimanî’ hat lidarxistin

Kargeha ‘Zarok û mafên wan ên zimanî’ hat lidarxistin

13 KANÛN 2025
Panela mafên mirovan: Divê êdî mafên birêz Ocalan bibe rojev

Panela mafên mirovan: Divê êdî mafên birêz Ocalan bibe rojev

13 KANÛN 2025
‘Di avakirina civaka demokratîk de divê gel înîsiyatîfê bigire ser xwe’

‘Di avakirina civaka demokratîk de divê gel înîsiyatîfê bigire ser xwe’

13 KANÛN 2025
Lêkolîner Ezîzê Cewo: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e

Encamnameya Konferansa Navneteweyî: Azadiya Ocalan pêdiviyek dîrokî û qanûnî ye

11 KANÛN 2025
Lêkolîner Ezîzê Cewo: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e

Lêkolîner Ezîzê Cewo: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e

7 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (243)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne