• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Girtî Îkram Guren piştî 31 salan hate berdan

    Girtî Îkram Guren piştî 31 salan hate berdan

    Li Zanîngeha Dîcleyê çalakiya ‘Rojên Danasînê’ tê lidarxistin

    Li Zanîngeha Dîcleyê çalakiya ‘Rojên Danasînê’ tê lidarxistin

    Rojnameger Huseyîn Aykol reyna girewt emelîyat

    Rewşa xeternak a rojnameger Huseyîn Aykol didome

    ‘Her darvekirinek di dilê jinan de dibe agirê serhildanê’

    ‘Her darvekirinek di dilê jinan de dibe agirê serhildanê’

    ROJEVA 12ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 22yê COTMEHA 2025an

    Liv û tevgera leşkerî ya li Bestayê didome

    Liv û tevgera leşkerî ya li Bestayê didome

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Girtî Îkram Guren piştî 31 salan hate berdan

    Girtî Îkram Guren piştî 31 salan hate berdan

    Li Zanîngeha Dîcleyê çalakiya ‘Rojên Danasînê’ tê lidarxistin

    Li Zanîngeha Dîcleyê çalakiya ‘Rojên Danasînê’ tê lidarxistin

    Rojnameger Huseyîn Aykol reyna girewt emelîyat

    Rewşa xeternak a rojnameger Huseyîn Aykol didome

    ‘Her darvekirinek di dilê jinan de dibe agirê serhildanê’

    ‘Her darvekirinek di dilê jinan de dibe agirê serhildanê’

    ROJEVA 12ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 22yê COTMEHA 2025an

    Liv û tevgera leşkerî ya li Bestayê didome

    Liv û tevgera leşkerî ya li Bestayê didome

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Banga Abdullah Ocalan dê aştiyê bîne’

Omer Demîr - Fexredîn Kiliç / AW

15 ADAR 2025 - 10:33
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Xarpêt – Welatiyên ku navçeya Depê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agirê Newrozê bêtir geş dike û gotin: “Warê Mazlum Dogan piştgiriyê dide banga Rêber Abdullah Ocalan”

Di dîroka Newrozê de gelek cihên girîng hene yek jî wan Dep e. Dep ji ber ku bajarê Mazlum Dogan e Newroz her sal bi awayekî girseyî tê pîrozkirin. Newroza îsal bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin. Newroza Depê bi girseyî hat pîrozkirin. Welatiyên ku tev li pirozbahiya Newroza Depê bûn têkildarî Newrozê û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

Pêvajo yek alî nameşe

Welatî Bariş Turantepe destnîşan kir ku banga Rêberê Gelê Kurd vê bibe çareserkirina hemû pirsgirêkan got: “Banga birêz Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gelek giring e. Em jî dixwazin ku pirsgirêka Kurd ji aliyê siyasetê ve bê çareserkirin. Em piştgiriyê didin bangê. Pêwist e ku tevahiya civak jî piştgiriyê bidin vê bangê. Bi saya têkoşînê îro Kurd têne naskirin. Birêz Abdullah Ocalan gavek girîng avêt. Lê pêvajo yek alî nameşe. Ji bo vê pêwîst e dewlet gavên qanûnî biavêje. Ji bo pêvajo bimeşe divê birêz Abdullah Ocalan azad bibe û têkiliyê xwe bi gel re pêş bixe. Newroz li dijî desthilatdaran bi berxwedanê geş bû. Bi salan e li dijî desthilatdaran serhildana gelê Kurd berdewam dike. Çawa Kawayê Hesinkar bû nîşana berxwedanê; îro jî Mazlum Dogan Kawayê hemdem e. Newroz bi banga birêz Abdullah Ocalan wê bibe Newroza aştî û azadiyê.

Abdullah Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe

Welatî Xanim Timûçîn (65) jî diyar kir ku Kurd her tim aştiyê dixwazin û wiha got: “Em dixwazin xort neyên kuştin. Ez bi xwe Elewî me. Niha dîsa bi kuştinê têne ser me. Li tevahiya cîhanê divê şer bê rawestandin. Niha behsa aştiyê tê kirin. Lê hêj jî êrîş berdewam dike. Em vê yekê naxwazin. Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe. Pêwîst e azad bibe. Em hêvî dikin ku Newroza îsal bibe Newroza aştiyê.”

Newroza îsal Newroza azadiyê ye

Welatiyên bi navê Sercan Turantepe (30) jî bal kişand li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Em bangê erênî dibinin. Em aştiyê dixwazin. Ji ber hebûna şer qeyrana aborî heye. Gelê me koçî Ewropa dikin. Em vî tiştî naxwazin. Divê li vir bijîn. Newroza îsal ji bo me gelek giring e. Ji ber ku ev Newroz, Newroza azadiyê ye.”

Newroz agirê serhildanê ye

Welatî Erdem Hestirek (61) jî bi bîr xist ku li gel şer pêwajo aştiyê nameşe û wiha got: “Em ji birêz Abdullah Ocalan bawer in. Gelê kurd ji bo pêvajo pêş bikeve, bar digire ser xwe. Gelê Depê jî li pişt banga Rêber Abdullah Ocalan e. Ev pêvajo ne tenê ji bo me ji bo tevahiya Rojhilata Navîn e. Birêz Abdullah Ocalan gav avêt pêwîst e niha dewlet gav biavêje. Pêwîst e dê girtî bên berdan, zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Di serî de birêz Abdullah Ocalan divê tevahî girtî azad bibin. Dep warê Mazluman, Xeyriyan e, ew Newroz ji bo me gelek giring e. Newroz agirê serhildanê ye.”

 

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Dîba Keskîn: Ku em civakê di malê de bigirin em pêş nakevin

Dîba Keskîn: Ku em civakê di malê de bigirin em pêş nakevin

22 COTMEH 2025
Berfa ewilî li Feraşînê bariya

Berfa ewilî li Feraşînê bariya

22 COTMEH 2025
Desteya Jingehê li Cizîrê Meclisa Jîngehê ava kir

Desteya Jingehê li Cizîrê Meclisa Jîngehê ava kir

22 COTMEH 2025
Pêşengaha pirtûkan didome: Serî li weşanxaneyên Kurdî bidin

Pêşengaha pirtûkan didome: Serî li weşanxaneyên Kurdî bidin

22 COTMEH 2025
Girtî Îkram Guren piştî 31 salan hate berdan

Girtî Îkram Guren piştî 31 salan hate berdan

22 COTMEH 2025
Li Zanîngeha Dîcleyê çalakiya ‘Rojên Danasînê’ tê lidarxistin

Li Zanîngeha Dîcleyê çalakiya ‘Rojên Danasînê’ tê lidarxistin

22 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (374)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne