Amed – Odeya Bijîşkan a Amedê bi wesîleya aştiya civakî Xelata Aştî Dostanî û Demokrasiyê ya 2025an da DFG û Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Ozden Kaboglu.
Odeya Bijîşkan a Amedê û Yekîtiya Bijîşkên Tirk li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehira Amedê bi şîyara “Temînata Tenduristiyê Aştî” panelek li dar xist. Di dawiya panelê de Merasîma Xelatên Aştî Dostanî û Demokradiyê jî pêk hat. Odeya Bijîjkan a Amedê di 5ê Adarê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandibû ku Xelata Aştî Dostanî û Demokrasiyê ya îsal layiqê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) û Serokê Baroya Stenbolê Prf. Dr. Îbrahîm Ozden Kaboglu dîtine. Li ser navê DFGê rojnameger Dicle Muftuoglu xelat wergirt. Li ser navê Serokê Baroya Stenbolê Îbrahim Ozden Kaboglu jî ji Baroya Stenbolê Hurrem Sonmez xelat wergirt.