• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Bê sûc ceza dikin’

    ‘Bê sûc ceza dikin’

    ‘Dê cara ewil biçin Îmraliyê’

    ‘Dê cara ewil biçin Îmraliyê’

    Li şûna gundan qeleqol ava kirine

    Li şûna gundan qeleqol ava kirine

    ROJEVA 10ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 10ê ÎLONA 2025an

    Nobedarên Bestayê: Çiyayên Kurdistanê ji bo me nefes e

    Nobedarên Bestayê: Çiyayên Kurdistanê ji bo me nefes e

    Îsraîlê li Dohayê rêberên Hemasê bombebaran kir

    Îsraîlê li Dohayê rêberên Hemasê bombebaran kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Bê sûc ceza dikin’

    ‘Bê sûc ceza dikin’

    ‘Dê cara ewil biçin Îmraliyê’

    ‘Dê cara ewil biçin Îmraliyê’

    Li şûna gundan qeleqol ava kirine

    Li şûna gundan qeleqol ava kirine

    ROJEVA 10ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 10ê ÎLONA 2025an

    Nobedarên Bestayê: Çiyayên Kurdistanê ji bo me nefes e

    Nobedarên Bestayê: Çiyayên Kurdistanê ji bo me nefes e

    Îsraîlê li Dohayê rêberên Hemasê bombebaran kir

    Îsraîlê li Dohayê rêberên Hemasê bombebaran kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Nabe ku dewlet hem bibêje aştî û hem jî êrişî Kobanê bike’

Fexredîn Kiliç - Onder Akbûlût / AW

18 ADAR 2025 - 10:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Welatiyên ku tev li Newroza Erxeniyê bûn xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were berdan ku muzakere berdewam bikin û diyar kirin ku dewlet ji aliyekê dibêje aştî û aliyê din êrişî Kobanê dike û gotin: “Ev yek nayê qebûlkirin.”

Newroza îsal li bakurê Kurdistanê bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin. Welatiyên ku tev li Newroza Erxeniyê bûn têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişa li dijî gundê Berxbotan ê Kobanê ku 9 welatiyan jiyana xwe ji dest dan axivîn.

Welatiyê bi navê Mehmet Ûmûtlî (59) bi bîr xist ku 40 sal in şerek li herêmê didome û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd ji bo vî şerî bisekine gavek avêt. Hewceye mirov wî bi Xelata Aştiyê ya Nobelê bi Xelat bike. Ji niha şunde peywîr dikeve ser milê Meclisê. Ji vir û şunde divê gavan biavêjin ku pêşiya vê pêvajoyê vebe. Heke tişteke wiha bibe Tirkiye dê di Rojhilata Navîn de bibe welatî girîng, xweş û azad. Ji ber vê yekê em ji rêzdar Abdullah Ocalan re pir spas dikin. Em piştgiriyê didin pêvajoya wî daye destpêkirin. Rêberê Gelê Kurd pêvajo zelal kir. Dinya pê da hesandin.”

‘Divê rêzdar Ocalan were berdan ku muzakereyan bi xwe bimeşîne’

Mehmet Ûmûtlî destnîşan kir ku ji bo ku pêvajo di rê de biçe divê muzakere çêbibin û wiha domand: “Divê rêzdar Abdullah Ocalan were berdan ku vê muzakareyê bi xwe bimeşîne. Di cihekî teng de barê wî giran dibe. Heke pêvajoyeke qanûnî dest pê neke û pêşiya wî venekin nabe. Ji niha şunde meşandina pêvajoyê ketiye ser milê dewletê.”

‘Ev yek di exlaqê aştiyê de nîn e’

Mehmet Ûmûtlî nerazîbûn nîşanî qetilkirina welatiyên li gundê Berxbotan ê Kobanê da û ev tişt gotin: “Di nava hikumeta nû û HSDê de peymanek hate îmzekirin divê ev pirsgirêkên wiha bên çareserkirin û şer jî raweste. Şer ji pêvajoyê re ne bi xêr e. Ev yek di exlaqê aştiyê de nîn e.”

‘Êdî ji vê xwîna tê rijandin re bes e’

Naciye Guldiken (65) jî xwest ku aştî pêk were û wiha got: “Êdî ji vê xwîna tê rijandin re bes e. Êdî ji çavên dayikan hêsir nayên. Dilê dayikan pir bi kul e.” Guldîken diyar kir ku Newroza îsal xweş e û wiha domand: “Bi saya Serok îsal Newroz pir xweş e. Piştî gotinên wî xweştir bû.”

‘Hewce ye Tirkiye gavekê biavêje’

Welatiyê bi navê Abbas Karakoyûn (52) jî diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di cîhanê de deng veda û wiha got: “Birêz Serok ji ber xwendinên xwe astengiya ku Tirkiye ketiyê dibîne lê Tirkiye vê nabîne. Serok dibê ‘ev şer bila êdî bisekine û xwîn nerije’. Dema du kes hatin bahev û li hev kirin divê şer raweste. Balafir ranebin. Hewce ye Tirkiye gavekê bi pêş de biavêje. Tu ferqa Rojava û Bakur tune ye. Balafiran rake ser wan ev ne aşti ye. Ev şertê aştiyê jî nîne.”

‘Serokê me aştiyê dixwaze lê dewlet tu gavan navêje’

Dayika bi navê Nûrten Gul (55) bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Got bila aştî û yekitî pêk were. Bila kes nemire. Serokê me aştiyê dixwaze lê dewlet tu gavan naavêje. Bila demildest gavan biavêje. Yekane daxwaza me ew e ku serokê me were nava me û aştî pêk were.”

‘Bila aştî û azadî were ku hemû gel bi hev re bijîn’

Welatiyê bi navê Abdulsamed Gul (53) jî diyar kir ku tevî banga Rêberê Gelê Kurd tu gav nehatin avêtin û wiha got: “Em dixwazin ku dewlet gavê biavêje û pêvajoyeke aştiyê dest pê bike ku herkes rehet bibe. Bila aştî û azadî were ku hemû gel bi hev re bijîn. Em naxwazin xwîn birije û kes bigirî. Dewlet ji aliyekê dibêje aştî li aliyê din jî êrişî Kobanê dike û 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. Êdî bes e.”

Etîket: Abdullah Ocalanaştîdewleta TirkKobanêSİHA
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Aysegul Dogan: DEM Partî dê biçe Îmraliyê

Aysegul Dogan: DEM Partî dê biçe Îmraliyê

9 ÎLON 2025
Li Mamakê şahiya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ 

Li Mamakê şahiya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ 

7 ÎLON 2025
Bi hezaran kes ji bo azadiyê meşiyan

Bi hezaran kes ji bo azadiyê meşiyan

7 ÎLON 2025
Li Enqereyê panela ‘Aştî û Demokrasiyê’

Li Enqereyê panela ‘Aştî û Demokrasiyê’

6 ÎLON 2025
Profesora Amerîkî: Banga Abdullah Ocalan bandor li min kir

Profesora Amerîkî: Banga Abdullah Ocalan bandor li min kir

5 ÎLON 2025
Hevserokê HDPê Kirkazak: Divê Bahçelî ewilî soza xwe bicih bîne

Hevserokê HDPê Kirkazak: Divê Bahçelî ewilî soza xwe bicih bîne

5 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (165)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne