• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn

    Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn

    Girtî Îkram Guren piştî 31 salan hate berdan

    Girtî Îkram Guren piştî 31 salan hate berdan

    Li Zanîngeha Dîcleyê çalakiya ‘Rojên Danasînê’ tê lidarxistin

    Li Zanîngeha Dîcleyê çalakiya ‘Rojên Danasînê’ tê lidarxistin

    Rojnameger Huseyîn Aykol reyna girewt emelîyat

    Rewşa xeternak a rojnameger Huseyîn Aykol didome

    ‘Her darvekirinek di dilê jinan de dibe agirê serhildanê’

    ‘Her darvekirinek di dilê jinan de dibe agirê serhildanê’

    ROJEVA 12ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 22yê COTMEHA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn

    Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn

    Girtî Îkram Guren piştî 31 salan hate berdan

    Girtî Îkram Guren piştî 31 salan hate berdan

    Li Zanîngeha Dîcleyê çalakiya ‘Rojên Danasînê’ tê lidarxistin

    Li Zanîngeha Dîcleyê çalakiya ‘Rojên Danasînê’ tê lidarxistin

    Rojnameger Huseyîn Aykol reyna girewt emelîyat

    Rewşa xeternak a rojnameger Huseyîn Aykol didome

    ‘Her darvekirinek di dilê jinan de dibe agirê serhildanê’

    ‘Her darvekirinek di dilê jinan de dibe agirê serhildanê’

    ROJEVA 12ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 22yê COTMEHA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Pir zimanî û çandî teminata neteweya demokratîk e’

Amed / AW

12 NÎSAN 2025 - 12:35
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Axivêrên di komxebata Egîtîm Senê de axivîn diyar kirin ku pir zimanî û çandî temînata neteweya demokratîk e û destnîşan kirin ku başkirina zimanê Kurdî girêdayî demokratîkbûna Tirkiyeyê ye.

Şaxên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) yên Amedê bi serenavê “Di perwerdehiya bi zimanê zikmakî de ber bi çareseriyê ve: Derfetên Heyî, Astengî, Pêşniyazî” li Çand Amedê (Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin) ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê komxebatek li dar xist. Zimanzan, akademisyen, rewşenbîr û akademîsyenên biyanî jî di nav de gelek nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li komxebatê bûn. Destpêkê li ser navê Şaxên Egîtîm Senê Farûk Ercan têkildarî komxebatê metna nivîskî xwend.

Dû re Endamê Komîsyona Zimanê Kurdî yê Baroya Amedê Muslum Dalar bi serenavê “Di hiqûqa Tirkiyeyê de Pirsgirêka Perwerdehiya Bi Zimanê Zikmakî” û endamê Komîsyona Ziman ê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Serhat Hezar bi serenavê “Di hiqûqa navnetewî û Metnên wê de Palpiştên Perwerdeya Bi Zimanê Zikmakî” û Hevberdevka Komîsyona Çand, Ziman û Hunerê ya DEM Partiyê parêzer Cemîle Tûrhalli jî bi serenavê “Di Serdema Nêz a Tirkiyeyê de Nîqaşên Di Qada Polîtîk û Zagonî yên li ser Perwerdehiya Bi Zimanê Zikmakî” di moderatoriya Salîha Zorlû de axivîn.

‘Başkirina zimanê Kurdî girêdayî demokratîkbûna Tirkiyeyê ye’

Parêzer Mûslum Dalar ê ewilî axivî, diyar kir ku qedexeyên li ser zimanê Kurdî di dema Osmaniyan de destpêkirine û heta îro ev zext bi netew dewletan zêde bûye û wiha got: “Bi qanûnan zimanê Kurdî hatiye qedexekirin. Di peymana Amasya ya Osmaniyan de behsa Mîrên Kurd û Osmaniyan hatiye kirin. Heta wê demê zimanê kurdî di medreseyên kurdî de wek zimanê perwerdehî û zanistê dihat dîtin. Bi serhildana Fransayê re fikrên neteweyî derketin holê. Bi damezrandina Komarê, bi qanûna 1924an re dest bi qedexeyan hate kirin. Bi biryara Takrîr-i Sûkunê, Biryara Şarkê re zextên li ser Kurdan didomin û ji bo kontrolkirina herêma Kurdistanê û qebûl nekirina fikrên neteweya dewletê plansazî hatin kirin. Gotinên bi kurdî hatin cezakirin. Ji bo ku karmendên kurd neyên xebitandin, polîtîkayên perwerdeyê û asîmîlasyonê hatin destpêkirin. Di qanûnên 1924 û 61ê de hatiye diyarkirin ku tirkî zimanê fermî ye û piştî darbeya 1980ê ev yek bi fermîbûnê nayê guhertin û da zanîn ku piştî destûra bingehîn a 1980ê, kurdî li kolanan, di stranan de û di şadîgehan de hatiye qedexekirin.” Muslum Dalar destnîşan kir ku perwerdeya bi zimanê Kurdî ji bo Kurdan kêmasiyeke mezin e û anî ziman ku başkirina zimanê Kurdî girêdayî demokratîkbûna Tirkiyeyê ye.”

‘Tirkiyeyê damezrandina xwe li ser nasnekirina dengen cuda ava kiriye’

Parêzer Serhat Hezer jî bal kişand ser daxuyaniya Tirkiyeyê ya derbarê ziman û mafên kêmneteweyan de û got: “Li Tirkiyeyê mafên kêmneteweyan di çarçoveya ragihandina mafên mirovan de hene, ji ber ku di çarçoveya ragihandina mafên kêmneteweyan de mafên kêmneteweyan hene. Tirkiyeyê ji damezrandina xwe heta niha destûr û qanûnên xwe li ser nasnekirina dengên cuda ava kiriye. Rewşa li qada navneteweyî jî wiha ye. Îro pêvajoyek tê axaftin ez hêvî dikim ku Tirkiyê bi kêmanî şertên xwe yên li ser van madeyên navneteweyî rakin”.

‘Piştî avakirina Komara Tirkiyeyê kesê nedikarî bbibêje em kurd in’

Parêzer Cemîle Tûrhalli jî bal kişand ser pirsgirêkên netew dewletê û wiha got: “Piştî avakirina Komara Tirkiyeyê kesê nedikarî bibêje em kurd in em dixwazin bi kurdî biaxivin. Bi çi re rûbirû diman? Bi kuştinê gef li wan dihate xwarin. Pirs ji wan dihate kirin kurd in an tirk in? Kesên ku digotin em kurd in û têkoşîna vê meşandin hatin darvekirin. Netew dewletê pirsgirêkeke ewqas mezin ava kiriye. Dema te got ‘ez kurd im ne tirk im’ hûn dikarin bêjin li Tirkiyeyê mafê we yê jiyanê heye an dikarin bêjin dadgeh dê we bi awayekî wekhev darizîne. Ev mesele bi mafên mirovan re têkildar e. Piştî avakirina Komara Tirkiyeyê sê makeqanûn hatin çêkirin. Hemû jî piştî rejîmên cûntayê hatin çêkirin û makeqanûnên leşkerî ne. Piştî avakirina Komara Tirkiyeyê kurdan gotin em di van makeqanûnan de nînin. Divê makeqanûn civakê temsil bikin. Em tirk nînin kurd in.”

‘Li gelek dewletan bi zimanê dayikê perwerdehî tê dayîn’

Cemîle Tûrhalli bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya di navbera salên 2013-2015an û wiha domand: “Cara ewil di navbera van salan de li Meclisê komîsyonek hate avakirin. Xebatên girîng meşandin. Nêzî 401 komele, zanîngeh û beşên civakî vexwendin vê komîsyonê. 37 sazî û 14 zanîngeh dibêjin divê perwerdehiya bi zimanê dayikê hebe. Hin sazî û zanîngeh jî dibêjin divê nebe. Gelek parlamenterên di nava komîsyonê de weke profesor cih digirtin. Gelek ji wan digotin heke em perwerdehiya bi zimanê dayikê nas bikin dê welat parçe bibe. Lê niha li gelek dewletan bi zimanê dayikê perwerdehî tê dayîn. Li vir nakokiyeke mezin hene.”

‘Divê di navbera zimanan de aştiyek çêbibe’

Cemîle Tûrhalliyê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê di navbera zimanan de aştiyek çêbibe û wekheviya zimanan were qebûlkirin. Di vê di vî warî de têkoşînek bê meşandin. Em vê difikirin pir zimanî û çandî teminata neteweya demokratîk e. Lê netew dewlet vê ji xwe re weke antitez dibîne. Ev helwesta li dijî civakê mixabin hêj didome. Gelek qanûn hene divê ev bên guhertin. Tişta em behs dikin ew e ku divê gelê kurd li her derê bikare zimanê xwe biaxive.”

Etîket: Egîtîm SenKomxebatziman
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Pêşengaha pirtûkan didome: Serî li weşanxaneyên Kurdî bidin

Pêşengaha pirtûkan didome: Serî li weşanxaneyên Kurdî bidin

22 COTMEH 2025
Encamnameya komxebata Kurdî: Ji bo statuya Kurdî serferber bibin

Encamnameya komxebata Kurdî: Ji bo statuya Kurdî serferber bibin

16 COTMEH 2025
Roja yekemîn a komxebata Kurdî bi dawî bû

Roja yekemîn a komxebata Kurdî bi dawî bû

15 COTMEH 2025
Ahmet Turk: Ji bo aştiyek bi rûmet dengê xwe bilind bikin

Ahmet Turk: Ji bo aştiyek bi rûmet dengê xwe bilind bikin

14 COTMEH 2025
Saziyên ziman li Wanê ji bo komxebatê belavok belavkirin 

Saziyên ziman li Wanê ji bo komxebatê belavok belavkirin 

13 COTMEH 2025
BelgeFîlma ‘Her Mal Dibistanek’ li ÇandAmedê hat nîşandan

BelgeFîlma ‘Her Mal Dibistanek’ li ÇandAmedê hat nîşandan

7 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (375)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne