SOHRê ragihand ku li deverên cuda yên Sûriyê di 24 saetên dawî de herî kêm 11 kes hatin kuştin. Di navbera 8-10ê Nîsanê de jî 16 sivîl hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li herêmên desthilata Şamê û yên di destê dewleta Tirk û komên paramîlîter de ye, di 24 saetên dawî de bi kêmanî 11 kes hatin kuştin. Li gorî SOHRê, li bajarê Qirdaha yê Laziqiyê, cenazeyê elewiyekî ku bi kursiyê ve hatibû girêdan û hatibû serjêkirin li mala wî hat dîtin. Hate diyarkirin ku li bajarê Busra El Şam a gundewarê rojhilatê Derayê jî fermandarekî berê yê komên muxalefetê ji aliyê endamên Feyleqa 5an ve hat kuştin.
Di navbera 8-10an de 16 sivîl hatin kuştin
Li gorî daneyên SOHRê di navbera 8 û 10ê Nîsanê de jî 16 sivîl hatin kuştin. Li gorî rapora SOHRê li bajarên cuda yên Sûriyê hejmara kesên tên înfazkirin zêde bûye. SOHRê di malpera xwe de agahî parve kir û da zanîn ku di 48 saetên di navbera 8 û 10ê Nîsanê de 16 sivîl ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatine kuştin.