* Yek ji welatê herî zêde mirovan darve dike Dewleta Îranê ye. Li gorî daneyan Rejîma Îranê di 2024an de 972 mirov darve kirin û di 3 mehên dawî yên 2025an de zêdetirî 230 welatî darve kirin. Rojnameger Kawe Fatehî anî ziman ku darvekirin tirsa desthilatê nîşan dide.
* Welatiyên li Taxa Kooperatîfê ya navçeya Bismilê debara xwe bi firotina şitilên sebzeyan ên dihilberînin dikin, diyar kirin ku gelek zehmetiyan dikişînin û ji neçarî vî karî dikin.
* Kurdên ku di salên 90an de gundê wan hatinê şewitandin û ji neçarî koçî metropolan bûnê ziman û çanda xwe diparêzin. Welatiyên koçî Stenbolê kirine destnîşan kirin ku ew li metropolên Tirkiyeyê jî ziman û çanda xwe diparêzin.
* TOHAV, ji bo mafê heviyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya xwe ya li navçeya Beyoglûya Stenbolê wê daxuyanî bide. (12.00)
* Tedawiya Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ku şevê din li Nexweşxaneya Florence Nightingale emeliyata dil bû, didome. Dê nûnerên gelek saziyan biçin serdana Sirri Sureyya Onder.
KIRMANCKÎ
* Avûkatê Rayberê Şarê Kurdî Abdullah Ocalanî Muharrem Şahînî seba heqê hêvîyî qisey kerd û vat: “Gerek bêvindertiş, ne meşte ne bîro, ewro ca de bîyarê ca û birêz Ocalan azad bo û bêro komelî mîyan, bêro şarê xo mîyan.”