Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin ji bo li rewşa tenduristiya Sirri Sureyya Onder bipirse, çû nexweşxaneyê.
Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Milî (MÎT) a Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin ji bo li rewşa Sirri Sureyya Onder bipirse çû nexweşxaneyê. Hat zanîn ku Îbrahîm Kalin li hundirê nexweşxaneyê bi rayedarên nexweşxaneyê re hevdîtin pêk tîne.
Endamê Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder duh bi şev li Stenbolê krîza dil derbas kiribû û piştî nêzî 12 saetan emeliyatê ew derxistin beşa lênihêrîna awarte.
Nexweşxaneyê derbarê rewşa Onder de daxuyanî da û ragihand ku rewşa bixeter hê jî didome.