* Esnafên Sûka Penêrfiroşan a Amedê ji kirîn û firotina penêr bi gazinc in. Penêrfiroş Şehmuz Îla 65 sal in penêr dikire û difiroşe. Ji ber di 2-3 salên dawî de kirîn û firotina penêr kêm bûye êdî nikarin debara xwe bikin. Şehmûz Îla destnîşan kir ku êdî penêr ji bo taştê luks e.
* Tedawiya Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder a li nexweşxaneyê didome. Dê serdana nexweşxaneya Florence Nightingale ku Sirri Sureyya Onder lê dimîne, di nava rojê de bidome.
* Projeya bîrbiriya çandî ya navneteyî “Raborî Pêşeroj e” dê li Çand Amedê bi pêşengtiya Ulaş Bager Aldemîr û piştgirtiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di navbera 16 û 18ê Nisanê de pêk bê.
* Platforma Tenduristiyê ya Amedê dê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiyê ya di Qada Tenduristiyê de li pêş Nexweşxaneya Lêkolînê ya Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12,00)
Kirmanckî
* Dêrsimij Huseyîn Yalnizî marê derheqê waxtê verênî û nikayî ser, ziwanî ser, îtîqatî û weşîye ser qesî kerd. Wîna vano: ‘Toplumî ke toplumî de yardim nêkerd, jubînî de yar nêbî, heq însanî ro beno bar. Heq insano, heq qelb û vîjdanê însanî yo.’