* Hevserokê Odeya Endezyarên Avahiyan a Şaxa Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz diyar kir ku Amed ji bo erdhejê ne amade ye, divê demildest ji bo erdhejê proje werin avakirin.
* Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê bi sernavê “Temînata Aştiyê, Avakirina Civaka Demokratîk e” dê li Çand Amedê komxabetekî li dar bixe. (10.00)
* Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê dê ji bo du rojan li avahiya xwe Komxebata Girtîgehan li dar bixe û balê bikişîne ser binpêkirinên mafên girtiyan. (10:00)
* 10emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê ku bi dirûşma “Çiraya me geş dibe” duh dest pê kir. Îro dê bi kargeh û lîstika “Romeo û Juliet” berdewam bike . (11.00-20.00)
* Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDa Amedê dê di hefteya 845emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li Parka Koşûyolûyê li dar bixin. (12.00)
* Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê bi dirûşma “Şiyar be” li dijî bikaranîn tiryakê dê ji Sumer Parkê heta Deriyê Mêrdînê meşekî li dar bixe û daxuyanî bide. (14.00)