Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 280yan de bi manşeta “Dawiya kedxwariyê nêz e” li ber destê xwînerên xwe ye.
Rojnameya Xwebûnê ku heftane weşanê dike di hejmara xwe ya 280emîn de bi boneya Cejna Karekeran 1ê Gulanê têkoşîna kedkar û karkeran kiriye manşet û bi manşeta “Dawiya kedxwariyê nêz e” derket. Rojname di manşeta xwe de bal kişandiye ser girîngiya 1ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê ku ji bo çîna kedkar û karkeran çi îfade dike. Hevserokê Şaxa Yekemîn a Sendîkaya Genel Îşê ya Amedê Kamuran Taş der barê 1ê Gulanê de dibêje teqez divê karker û kedkar li dijî vê kedxwariyê rêxistiniya xwe xurt bikin û têkoşîna xwe bilind bikin da ku mafên xwe bi dest bixin û dawî li pergala kedxwariyê bînin.
Di vê hejmara rojnameyê de Mîdya Miqted, Nalîn Aslan, M. Alî Ertaş, Veysel Avci, Yilmaz Yilmaz, Rohat Bulut, Îsmet Konak, Mamoste Silêman, Felemez Ulug, Zinar Ronî, H.Halît Alaçatî û Medenî Ferho jî ji têkoşîna jinan heta siyasetê, çand, wêje, ked û hwd. nivîsandin e.