Rêveberiya Xweser 1ê Gulanê bi boneya Cejna Karker û Kedkaran wek betlaneya fermî ragihand.
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarnameya 11an derxist. Di biryarnameyê de hate gotin ku bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê 1ê Gulanê, tevahî saziyên giştî yên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja Pêncşemê (1 Gulan 2025) dikin betlane.
Her wiha hate diyarkirin ku saziyên cemaweriyê yên ku karê wan berdewamiyê dixwaze, di biryarnameyê de cih nagirin.