* Dayika Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, Faîke Aktaş ku nêzî 10 sal in kurê xwe yê li Îmraliyê tê ragirtin nedîtiye wiha got: “Îro heme sibê nînim dixwazim kurê min were berdan û wî bibînim.”
* Çîrokbêj Ayhan Erkmen ku gund bi gund çîrokan kom dike, diyar dike ku di jiyana xwe de karê înşaetê, karê parêzerî û şaredariyê kir, lê tu tiştî bi qasî çîrokbêjiyê ew bextewar nekiriye.
* Li Girtîgeha Sednaya ya Esad de heta niha bi deh hezaran kes hatine kuştin bi deh hezaran kes jî di beşên veşartî de li benda rizgarkirinê ne.
* Tirkiye bê navber êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Li gorî daneyên SOHRê, Tirkiyeyê ji 2024an heta niha 195 caran bi balefiran êrîşî herêma Rêveberiya Xweser kiriye û di encamê de 74 kes kuştine û 75 kes jî birîndar kirine.
* Di qedexeyên derketina derve yên Silopiya de zarok û pîr jî di nav de 28 kes hatibûn qetilkirin. Yek ji van welatiyan jî Mele Hesen ê 75 salî bû. Hevjîna wî Ayşe Sanir ku 13 rojan nekarî xwe bigihînê cenazeyê hevjînê xwe bi lêv kir ew wê rojê qet ji bîr nake û xwest kujer bên cezakirin.
* Sekreterê ÎHDa Amedê Omer Saman bi rasthatina Hefteya Mafên Mirovan diyar kir ku her ku diçe li Kurdistanê mafên mirovan tê binpêkirin û got ku şer dibe sedem ku mafên mirovan werin binpêkirin û hem li derve û hem jî li girtîgehan her roj mafên mirovan tên binpêkirin.
* Şaxa ÎHDê ya Amedê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de dê ji Qada Şêx Seîd heta Deriyê Sarayê meşek “Mafê Mirovan” li dar bixe. (12.30)
* Rêxistina DBPê ya Amedê dê têkildarî starta alîkariya Rojava daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.00)
* Bi minasebeta “Hefteya Mafên Mirovan” dê li gelek cihan daxuyanî bê dayîn. (12.00-16.00)