* Hevberdevkê Komîsyona Ziman a Şaxa OHDê ya Amedê Gulbahar Ateş tekildarî mafê hêviyê axivî û diyar kir ku biryara DMMÊ aşkere ye, lê dewlet mafê hêviyê bi awayekî keyfî binpê dike.
* Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Wanê Mehmet Salîh Coşkûn, destnîşan kir ku girtiyên nexweş rewşa wan giran in û xwest hemû girtiyên nexweş bê şert û merc demildest bêne berdan.
* Endama Meclisa Jinan a KESKê Ayşe Kuranê diyar kir ku heke di civakekê de jin xwedî maf be û gotin be ew civak dikare pêş bikeve.
* Rêvebera Komeleya Dema Jinan Newroz Onverdî diyar kir ku tundiya li ser jinan gelek zêde ye û got: “Qanûnên dewletê pêşî li tundiya li dijî jinan nagirin. Ji bo wê banga Aştî û Civaka Demokratîk herî zêde ji bo jinan girînge.”
* Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Süreyya Onder ku piştî 18 rojên li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, dê saet di 11.00an de li AKMê ya Taksîmê bê bibîranîn û paşê cenazeyê wî bibin goristanê bispêrin axê.
* DEM Partî dê li gelek bajaran, ji bo endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder şînê dîne û serdanên gel qebûl bike.