• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnameger Lezgîn Îbrahîm: Rewş di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye

Mahmût Altintaş / AW

10 KANÛN 2024 - 10:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Rojnameger Lezgîn Îbrahîm bi lêv kir ku li Minbîçê êrişên komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê berdewam dikin û wiha got: “Heta niha rewş di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye. Şereke mezin li aliyê Minbîçê diqewime. Di hundirê bajêr de berxwedaneke mezin heye.”

Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) di 8ê Kanûnê de ket Şamê û dawî li rêjima Esad anî. Piştî ketina Esad li Sûriyeyê rûpeleke nû vêbû. Ji aliyê din ve jî komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê êriş birin ser herêmên Raqa, Derêzor û Minbîçê. Şerê di navbera Hezên Suriyeyê ya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê berdewam dike. Her wiha Tirkiyeyê jî bi SÎHAyan êrişên xwe li herême berdewam dike. Di encama êrişên SÎHAyên Tirkiyeyê de li Kobanê 2 zarok û li Eyn Îsa jî 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Bi êrişên komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê li ser Minbîçê re çapemeniya Tirkiyeyê hin dimen parvekirin ku Minbîç ketiyê destê komên çekdar ên weke OSOyê. Lê HSDê ew yek derewand û daxuyanî da ku Minbîçê şer di nava bajêr de berdewam dike û kontrol di destê HSDê de ye. Rojnameger Lezgîn Îbrahîm ku ji rewşê ji nez ve dişopînê geşedanên li herême ji Ajansa Welat re nirxand.

‘Sûriye kete qonaxeke nû’

Lezgîn Îbrahim bi lêv kir ku piştî HTŞê dawî li rejîma Esad anî li herême pêvajoyeke nû destpêkiriyê û ev tişt gotin: “Piştî ketina rejîma Esad li tevahî Sûriyeyê pîrozbahî hatin lidarxistin. Ji ber ku rejîma Baasê zilm li her kesî kiribû. Lê ji bo me Kurdan rewş hinekî cudayê. Êdî em dikarin bêjin ku Sûriye ketê qonaxeke nû. Kesên ku rejim xistin tê zanîn ku tekiliya wan bi Tirkiyeyê re xurt e û tevgereke îslamîst in. Her çiqas fermandarê HTŞê rûyê xwe yê baş nîşan da be jî hê nediyar e desthilatdariya wan wê çawa bi rê ve biçe. Her wiha Şam kete destê serokê hikûmeta Îdlîbê yê berê Muhammed El Beşîr. Ji ber wê jî xetere heye li ser Sûriyeyê. Ji ber ku hikûmeteke demokratîk ku hemû kesî qebûl bike tune ye.”

Bandora we ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Lezgîn Îbrahîm bandora guherandina hikûmeta Sûriyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî nirxand û wiha got: “Mazlûm Ebdî jî di daxuyaniya xwe de gotibû em amade ne ji bo hemû kesan re bikevin dîaloge û çareseriyek di nava hemû gel û pêkhateyên Sûriyeyê de pêk were. Yek jî ji wan HTŞ bû. Di navbera Rêveberiya Xweser û HTŞ de heta niha tu dîalogên rastê rast çênebû ye. Tenê dema HTŞ kete nava Helebê ji bo taxên Kurdan Şex Meqsûd û Eşrefiye dîalog bi HTŞê re çêbû. Wê demê berê HTŞ jî li Şamê bû ji ber wê jî nedixwastin bi Kurdan re bikevin şer. Soz dabûn ku wê hemû pêkhateyên Sûriyeyê biparêzin û îtîfaq jî çêkirin ku hezên YPG û YPJê her du taxan bimînin. Heta niha soza xwe pêk anîne. Heta niha di navbera HTŞ û hezên HSDê de şer derneketiyê. Lê HTŞ heta kengî wê li ser vê soza ku daye bimîne ew jî di demên pêş de wê diyar bibe. Gelek dewletên ku destê wan di Sûriyeyê de ne weke Amerîka, Îsraîl û hezên din naxwazin ku HTŞ tehakumî Sûriyeyê bike ji ber wê jî êrişên wan li dijî Rêveberiya Xweser ne pêkan e. Lê hewldanên Tirkiyeyê hene ku nakokiyan di navbera HTŞ û Rêveberiya Xweser derxînê.”

‘Li Minbîçê kontrol di destê Rêveberiya Xweser de ye’

Lezgîn Îbrahim tekildarî êrişên li ser Minbîçê anî ziman ku şereke mezin li Minbîçê heye û kontrol di destê Rêveberiya Xweser de ye. Lezgîn Îbrahim axaftina xwe wiha domand: “Rêveberiya Xweser jî pêşaroja Sûriyeyê dît ku ber bi taritiyê ve diçe ji ber wê jî seferberî ragihand. Xetereya komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê jî li ser herême berdewam dikin. Ji bo wê jî seferberî hat ragihandin. Niha li herêmên Raqa, Derêzor û Minbîçê alozî hene. Lê heta niha rewş di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye. Li aliyê Minbîçê rewş hinek din xeterneke. Ji ber ku Tirkiyeyê hemû komên çetê ber bi Minbîçê ve bi rê kiriyê û dixwazê Minbîçê dagir bike. Şereke mezin li aliyê Minbîçê diqewime. Di hundirê bajêr de berxwedaneke mezin heye. Rewş niha alozê encam çawa wê bibe nayê xuyakirin. Lê tê xuyakirin êrişên komên çeteyên giredayî Tirkiyeyê li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê wê berdewam bike.”

‘Amerîka di pratîke de bêdeng e’

Lezgîn Îbrahim bal kişand ser daxuyaniyên Amerikayê ku daxwaza rawestandina êrişên li ser Minbîçê dike û axaftina xwe wiha qedand: “Rêyedarên Amerîkayê jî daxuyanî dan gotin em ê herême biparêzin û şerê xwe li dijî DAIŞê berdewam bikin. Bangawazî dikin ku şer be sekinandin. Lê ji aliyê pratîke ve li dijî komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê ku êrişên wan li ser herême berdewam dikin û êrişên Tirkiye yên balafîran bêdeng e. Amerîka wê çiqas bikare êrişên Tirkiyeyê li ser herême rawestîne ew jî cihê metirsiyeyê. Ji ber ku li wir hikûmeta nû hê nehatiyê avakirin Tirkiyeyê jî vê yekê weke firsend bikartîne. Heta hikûmeteke nû ava bibe nikarin biryarên cîdî bigre. Tirkiye jî dixwazê heta sedsalê ji vê yekê sûde bigre û êrişên xwe li ser herême zêde bike. Amerîka jî naxwazê ku herêmên ku ji DAIŞê hatinê rizgar kirin alozî derkevin. Ji ber ku bi sedan girtiyên DAIŞê li van herêman in. Naxwaze ew ji bin kontrolê derkeve. Ji ber wê jî piştî ku hikûmeta Amerîkayê ya nû bê avakirin xuyayê wê li herême bisekinê û wê êrişên Tirkiyeyê bide sekinandin.”

Etîket: AmerîkaDAIŞHSDHTSLezgûn ÎbrahÎmMahmût AltintaşMinbicSûriyeYPGYPJ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

15 GULAN 2026
‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

14 GULAN 2026
Li Hurmuzê di navbera Îran û Amerîkayê de şer derket

Li Hurmuzê di navbera Îran û Amerîkayê de şer derket

8 GULAN 2026
Rohilat Efrîn: Heta ku mafê jinan mîsoger nebe li Sûriyeyê istiqrar nepêkan e

Rohilat Efrîn: Heta ku mafê jinan mîsoger nebe li Sûriyeyê istiqrar nepêkan e

6 GULAN 2026
KJKê banga piştgirî û xwedîderketina kampanyaya ‘YPJê’ kir

KJKê banga piştgirî û xwedîderketina kampanyaya ‘YPJê’ kir

4 GULAN 2026
‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

30 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kovara Vînê dest bi weşanê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (407)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne