• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

    Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

    Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

    Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 14ê KANÛNA 2025an

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

    Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

    Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

    Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 14ê KANÛNA 2025an

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hewldana 78an: Em têkoşîna Denîzan ji bîr nakin

Navenda Nûçeyan /AW

6 GULAN 2025 - 16:34
Kategorî: ROJANE
A A
Hewldana 78an a Amedrê, bi minasebeta 53yemîn salvegera darvekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî daxuyanî da. Nûnerên Komeleyê anîn ziman ku ew ê têkoşîn û doza Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin.

Hewldana 78an a Amedê bi minasebeta 6ê Gulanê, 53yemîn salvegera darvekirina Denîz, Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan daxuyanî dan. Nûnerên Komeleyê di daxuyaniyê de anîn ziman ku van şoreşgerên wêrek, dildar û dilsozên jiyana azad, di oxira azadî û wekheviya gelan de, li dijî desthilata faşîst, têkoşîneke şoreşgerî ya biryardar û bêhempa, meşandin. Hewldanê di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku bi têkoşîna xwe ya biryardar, bi pêşbînî di nava gelan de pira têkoşîna hevpar ava kirin û wiha got: “Ji bo siberojên ronî tovê têkoşîna azadiya gelan çandin. Vî tovê azadiyê, di kesayetiya Yılmaz Güney, Ehmed Kaya û Sırrı Süreyya Önder de bû ruhê şoreşgerî yê evîndariya jiyana azad û bi rûmet. Ew tovê azadiyê li zindana amedê, li hemberî zilma Esat Oktay û generalên Derbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê, di kesayetiya Mazlum, Kemal û Xeyrî û Eli’yan de bû vîna ji pola û hemû hesabên fasîzmê yên ku li ser înkara gelê kurd û gelên tirkiyeyê hatibû kirin serobin kir, têk bir û veguherî têkoşîna bênavber a nîv sedsala dawî.”

Hewldanê anî ziman ku ev têkoşîna peyrewên Deniz, Hüseyin û Yusufan bi kedeke bêhempa hatiye mezinkirin û gihîştiye lûtkeya herî jor û wiha lê zêde kir: “Bi fikir û felsefeya birêz Ocalan, bi formûlasyona Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ pêşkêşî gelên tirkiyeyê, Rojhilata navîn û cihanê hatiye kirin û hemû mirovahî li dora vê banga ku hêviya cîhaneke bêşer, aştyeke mayînde û jiyana wekhev mezin kiriye, bûye xelek û piştgirî dide vê bangê. Têkoşerên bi rûmet ên peyrewên Denîz, Yusuf û Huseyînan, têkoşîna wan jî, hişmendiya ku ew bi darve kirin jî, jibîr nekirin, nedan jibîrkirin û bi têkoşîn û sekneke şoreşgerî hesab ji pergala faşîst pirsîn û dipirsin. Gotinên Deniz û hevrêyên wî, ku di kêliya dawî ya jiyana xwe de li ber sêdarê, gotibûn; “Bijî têkoşîna hevpar a gelên Kurd û tirk! Bimre Emperyalizm! Bijî têkoşîna Karker û kedkaran!,’ Hîn jî di guhê ciwanên wê demê û nifşên dûdarên wan ên vî welatî de olan didin.

Di Salvegera 53yemîn a Darvekirina wan de, em Deniz,Yusuf û Huseyînan, her wiha, di kesayetiya Mahîr û Îbrahîm’an de hemû şehîd û têkoşerên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bibîr tînin, bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin û soz didin ku, heta xewn û xeyalên wan, Sırrı Süreyya Önder, Yılmaz Güney û Ehmed Kaya’yan, ên aştiyê, civakeke demokratîk, welatekî azad û jiyana bi rûmet pêk bînin, em ê agirê azadiyê gurtir, ala têkkoşînê bilindtir bikin.”

Hewldanê herî dawî destnîşan kir ku ew ji ber ku Dildar û dilsozê azadî û wekheviyê, qasidê Aştiyê û jiyana bi rûmet Sirri Sureyya Onder ê di 3yê Gulanê de jiyana xwe jidest daye, di nava êş û xemgîniyeke mezin de ne û got: ”
Em ji malbata wî re, ji dost, heval, hogir û hezkiriyên wî û ji hemû gelên aştîxwaz re sebir û sersaxiyê dixwazin.”
Cihê wî bihuşt be.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Mîhrîcana Muzîkê bi kelecaneke mezin bidawî bû

Mîhrîcana Muzîkê bi kelecaneke mezin bidawî bû

14 KANÛN 2025
Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

14 KANÛN 2025
Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

14 KANÛN 2025
Gelê Licê: Ji tiryak û fihûşê re cih tune ye

Gelê Licê: Ji tiryak û fihûşê re cih tune ye

14 KANÛN 2025
Qetilkiriyên di dema qedexeyên derketina derve de hatin bîranîn

Qetilkiriyên di dema qedexeyên derketina derve de hatin bîranîn

14 KANÛN 2025
Gulistan Sonuk: Komun û meclis bi qasî av û nan pêwîst e

Gulistan Sonuk: Komun û meclis bi qasî av û nan pêwîst e

14 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (250)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne