* Serokê Komeleya Penceşêrê ya Tîrêjên Rojê onkolog Dr. Halîs Yerlîkaya diyar kir ku komeleya wan li dijî nexweşiya penceşêrê hatiye vekirin û bal kişand ser têkoşîna li dijî penceşêrê û got: “Em ji penceşêrê netirsin, em ji derengbûnê bitirsin. Divê em ji xwe haydar bin.”
* Berpirsê Pirtûkxaneya Medya Rebîn Ozmen anî ziman ku di salên dawî de li Stenbolê herî zêde pirtûkên fêrkirina zimanê Kurdî tên firotin û got: “Helbest û roman jî tên firotin. Lê xwendina Kurdî li gor Tirkî pir kêm e. Sedema vê yekê jî nebûna perwerdehiya bi Kurdî ye.”
* Piştî 34 salan dozeke nû li girtiyê nexweş Adnan Yalçin ê 29 sal in girtî ye û bi nexweşiya pençeşêrê ketiye hate vekirin.
* TJA dê bi dirûşma “Diyariya herî xweş a ji bo dayikan aştî ye” dê di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bi boneya roja dayikan li Amedê bernameyekê li dar bixe.
*Komîsyona Zarokan û Komîsyona Çand, Huner û Ziman a DEM Partiyê dê bi minasebeta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Postaxaneya Ofîsê ya Amedê ji bo zarokan pirtûkên repertuarê bişînin. (11.00)
* Rêveberên MED TUHAD-FED, OHD û TUAY-DERê ji bo girtiyên nexweş bên berdan, dê li pêş Edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
* Jin dê di pêşengiya DAKAPê de li dijî polîtikayên li ser jinan li qada Şêx Seîd a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (17.30)
* MED-DER, dê li Salona Tahîr Elçî ya Baroya Amedê Meclisa Kirmanckî îlan bike (18.30)