Şirnex – Leşkerên ku gundê Zêwigê yê navçeya Hezexê dorpêçkirin, bi ser malan de girtin û 9 kes binçav kirin.
Leşkerên dewleta tirk gundê Zêwigê yê navçeya Hezex a Şirnexê dorpêç kirin û bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de 9 kesên navên wan nehatin zanîn ji hêla leşkeran ve bi lêdanê hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina 9 kesan nehat zanîn û nayê zanîn kesên hatine binçavkirin bi ku ve birin.
Dorpêça leşkeran a li ser gundan didome û ketin û derketina gund hatiye qedexekirin.