• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    232 dîlgirtiyên din hatin berdan

    232 dîlgirtiyên din hatin berdan

    Berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye, cara 7an hat taloqkirin

    Berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye, cara 7an hat taloqkirin

    Dayikên Aştiyê bi Tuncer Bakirhan re hevdîtin pêkanîn

    Dayikên Aştiyê bi Tuncer Bakirhan re hevdîtin pêkanîn

    Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê dan

    Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê dan

    Koma Îlahiyatvanan rûyê jinekê sansur kir!

    Koma Îlahiyatvanan rûyê jinekê sansur kir!

    Li dijî êrişên zayendî meş: Faîl û kujeran neparêzin bila zarok bên parastin

    Li dijî êrişên zayendî meş: Faîl û kujeran neparêzin bila zarok bên parastin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Şirnexê starta 15 Gulanê: Bila statuya zimanê Kurdî bê nasîn

Şirnex / AW

10 GULAN 2025 - 13:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Saziyên Zimanê Kurdî û platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê bi daxuyaniyeke starta çalakiyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî dan û di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heta zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî dê têkoşîna xwe bidomînin.

Bi pêşengiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek û Cûdî Der, starta 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê bi daxuyaniyeke hat dayîn. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê, parlamenter Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” dinivisî hat hilgirtin.

‘Divê statuya Kurdî bê nasîn’

Metna daxuyaniyê ji aliyê endamê Komeleya Ziman û Çandê ya Bircabelek Cahît Akıl ve hat xwendin. Cahît Akil anî ziman ku bi dehan sal e hebûn û nasnameya gelê Kurd tê înkarkirin û wiha got: “Ji bo wê rêzdar Ocalan dibêje; ‘Ger ez dê nikaribim bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivim, ger dê zarokên min nikaribin hînî zimanê xwe yê dayikê bibin, ma wê demê çi wateya jiyana min dimîne?’ Yê ku qeyd û kelepçe li zimanê wî hatibe xistin, li mejiyê wî, dilê wî û nêrîna wî jî qeyd û kelepçe hatiye xistin” em weke Gelê Kurd sed salan zêdetir e vê êşê dijîn. Îsal bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî em bi şiara Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî li qadan in. Em ê mal bi mal, kolan bi kolan, tax bi tax, li bajar û gundên xwe parastin û pêşdebirina zimanê kurdî bikin. Divê statuya zimanê Kurdî bê naskirin, zimanê kurdî bibe fermî, ji pêşdibistanê heya zaningehê divê perwerdehiya zimanê Kurdî hebe û bi qanûna bingehîn mafên gelê Kurd bê mîsogerkirin.”

‘Beriya her tiştî divê birêz Ocalan azad bibe’

Cahît Akıl bal kişand ser banaga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Ji bo hişmendî û pêşdebirina banga bîrêz Abdullah Ocalan a ji bo Aştî Û CIivaka Demokratik di jiyanê de pêş bikeve, beriya her tiştî divê Birêz Ocalan azad bibe. Ji bo ev pêk bê em ê têkoşna xwe ji her demê bilindtir bikin. Em bang û gazî li desthilata AKP û MHPê dikin ku demildest pêdiviyên vê bangê bi gavên demokratîk ên berçav bînin cih.Em ê weke Hêzên Ked û Demokrasiyê li Şirnex û tevahî navçeyên wê belavokên zimanê kurdî belav bikin. Dîsa bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî em ê, mihrîcan, panel, atolyeyên zarokan, şahî, konser meş û daxuyanî û konvoya zimanê Kurdî li dar bixin.”

‘Em dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê’

Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez jî destnîşan kir ku zimanê Kurdî sed sal in bi polîtikayên bişaftinê yên dewletê re rû bi rû ye û wiha got: “Zimanê Kurdî ji ber polîtikayên bişaftinê yên netew dewleta Tirkiyeyê di xeterê de ye. Gelê Kurd jî ji bo parastina zimanê xwe têkoşîneke mezin da. Niha jî polîtikayên bişaftinê berdewam dikin. Em jî dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Ji ber pergala heyî gelek ziman hatine tunekirin. Em jî weke gelê Kurd ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê berxwedan û têkoşîna xwe bilindtir dikin. Em ê di vê 15ê Gulanê de jî ji bo zimanê xwe çalakiyên cur bi cur li dar bixin û daxwaza perwerdehiyê bînin ziman.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên, “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

Etîket: 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bêrîtan Guneş daxwaza rakirina astengiyan û perwerdehiya bi Kurdî kir

Bêrîtan Guneş daxwaza rakirina astengiyan û perwerdehiya bi Kurdî kir

8 GULAN 2026
Li Enqereyê amadekariya 15ê Gulanê: Daxwaz statuya zimanê Kurdî ye

Li Enqereyê amadekariya 15ê Gulanê: Daxwaz statuya zimanê Kurdî ye

8 GULAN 2026
Xelkê Wanê: Kurdî hê jî qedexe ye, divê zimanê me were nasîn 

Xelkê Wanê: Kurdî hê jî qedexe ye, divê zimanê me were nasîn 

7 GULAN 2026
Li Colemêrgê amadekariya Cejna Zimanê Kurdî

Li Colemêrgê amadekariya Cejna Zimanê Kurdî

6 GULAN 2026
Bernameya 15ê Gulanê ya Amedê eşkere bû

Bernameya 15ê Gulanê ya Amedê eşkere bû

5 GULAN 2026
Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

5 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Enstîtuya Kurdî ya Amedê ferhengeke nû ya Kirmanckî weşand

    Enstîtuya Kurdî ya Amedê ferhengeke nû ya Kirmanckî weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê amadekariya 15ê Gulanê: Daxwaz statuya zimanê Kurdî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ruhê dengbêjiyê biparêzin em ê xetereyan jî kêm bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Dayikên Aştiyê li gel AKPê civiya: Ev Laçika Spî bila bibe wesîleya aştiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serokê Baroya Colemêrgê: Li ÎŞKURê bêhiqûqî heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 8ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Dayikên Aştiyê bi Ozgur Ozel re civiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêya Colemêrg û Wanê meheke girtî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li dijî êrişên zayendî meş: Faîl û kujeran neparêzin bila zarok bên parastin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (206)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne