Akademiya Mîr Celadet Elî Bedirxan a li navçeya Peyasê ya Amedê, bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, pîrozbahiyek li dar xist. Beşdaran destnîşan kirin ku ziman û huner bingeha hebûn û nasnameyê ye.
Akademiya Mîr Celadet Elî Bedirxan a ku di bin banê Gerînendetiya Ciwan û Karên Ciwanan ya Şaredariya Peyasê de kar dike, bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, pîrozbahiyek li dar xist.
Xwendekarên Akademiyê li hev civiyan û bi beşdariya hunermenda japonî Erika Ueda û hunermendê Kurd Serdar Canan kêfxweş bûn. Di pîrozbahiyê de Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, cîgirên hevşaredaran, endamên Meclîsa Ziman a Peyasê û gelek xwendekar amade bûn.
Hunermendan li ser girîngiya zimanê Kurdî, muzîka Kurdî û parastin û pêşxistina zimanê dayikê axivîn. Her wiha hate diyarkirin ku ziman û huner bingeha hebûn, nasname û bîranîna gelan in. Piştî axaftinan beşdaran li ber stranan govend gerand.





















