• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Welatiyan li dijî qezayên trafîqê û mirinan rê girtin

    Welatiyan li dijî qezayên trafîqê û mirinan rê girtin

    Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan girseyî hat pêşwazîkirin

    Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan girseyî hat pêşwazîkirin

    Leşkerên Tirk vegera gundiyên Zaxoyê asteng kir

    Leşkerên Tirk vegera gundiyên Zaxoyê asteng kir

    Li Reqayê êrişkarekî xwe teqand

    Li Reqayê êrişkarekî xwe teqand

    Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Enqereyê hat definkirin

    Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Enqereyê hat definkirin

    Sê Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin

    Sê Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ozel li Wanê axivî: Dora gav avêtinê ya Meclisê ye

Wan / AW

10 GULAN 2025 - 16:12
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel li Wanê axivî û got: “Pirsgirêka Kurd heye.” Ozel têkildarî kongreya PKKê de jî destnîşan kir ku divê Meclis gavan biavêje.

Piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, CHPê her hefte li bajarekê miting li dar dixe. Mitînga vê hefteyê li bajarê Wanê hat lidarxistin. Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel beşdarî mitîngê bû û derheqê mijarên di rojevê de axivî.

Ozgur Ozel tayînkirina qeyûm a li Wanê rexne kir û diyar kir ku hurmet ji vîna gel re nehatiye girtin. Ozel bi bîr xist ku li şûna hevşaredarên ku di hilbijartinên 2019 û 2024an de li Wanê bi ser ketin qeyûm hatin tayînkirin û destnîşan kir ku ev pêkanîn dijminatiya li ser vîna gel û bi taybetî jî li ser hilbijêrên Kurd e. Ozel diyar kir bi hatina qeyûman re gelê Wanê hatiye mexdûrkirin.

Ozel da zanîn ku ji bo mirov tev li mitîngê nebin walî û qeyûm gef xwarin e û destnîşan kir ku gel li dijî hewldanên nedayîna mezbata hevşaredarên Wanê li ber xwe dabû.

‘Divê Meclis gavan biavêje’

Ozgur Ozel di berdewamiya axaftina xwe de got: “Pirsgirêka Kurd heye. Çareserî bi demokrasî û yekitiyê pêkan e.” Ozgur Ozel da xuyakirin ku pirsgirêka Kurd nayê înkarkirin û got ku divê ev pirsgirêk bi awayekî samîmî û şefaf li Meclisê bi awayek lihevkirineke civakî bê çareserkirin.

Ozel diyar kir ku divê sîstema qeyûman bi dawî bibe û girtiyên siyasî bên berdan. Ozel destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin ev pêvajoya li Tirkiyeyê.

Etîket: Ozgur Ozel
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji partiyên siyasî peyam: Demokratîkbûn bi çareseriya pirsgirêka Kurd pêkan e

Ji partiyên siyasî peyam: Demokratîkbûn bi çareseriya pirsgirêka Kurd pêkan e

13 HEZÎRAN 2026
28 wekîlên CHPê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

28 wekîlên CHPê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

11 HEZÎRAN 2026
Kemal Kiliçdaroglu dev ji komcivînê berda

Kemal Kiliçdaroglu dev ji komcivînê berda

9 HEZÎRAN 2026
Li Meclîsê aloziya komcivîna CHPê

Li Meclîsê aloziya komcivîna CHPê

9 HEZÎRAN 2026
CHPê daxwaza Kemal Kiliçdaroglu ya komcivînê red kir

CHPê daxwaza Kemal Kiliçdaroglu ya komcivînê red kir

8 HEZÎRAN 2026
Ozgur Ozel: Em ê sibê li Meclîsê komcivîna xwe li dar bixin

Ozgur Ozel: Em ê sibê li Meclîsê komcivîna xwe li dar bixin

8 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Banga sedsaleke nû: Konferansa Veguherîna Demokratîk

    Banga sedsaleke nû: Konferansa Veguherîna Demokratîk

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Starta ‘Mitînga Azadiyê’ dan: Niha dema meşa ber bi azadiyê ve ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em dixwazin aştî pêk bê û vegerin gundê xwe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zarokistanan bi şahiyekê dest bi betlaneyê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çandeke komûnê: Doşane

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Faîk Bulut: Demokratîkbûyîna komarê girêdayî zextên civakî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jina Kurd Dr. Ronay Bakan du xelatên akademîk wergirt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê Meclîs ji bo bicihanîna Mafê Hêviyê tavilê qanûnan çêbike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (445)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne