* Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku pêvajoya dawî ya qeyûman nirxwand, bal kişand ser texrîbatên qeyûman li dû xwe hiştî û got: “Em rojeva xwe li gorî qeyûman kifş nakin û xebatên me bi awayekî rêk û pêk didomin.”
* Hevseroka MXDŞê Cîhan Celo der barê koçberiya li Sûriyeyê û kampanyaya alîkariyê ya ku dane destpêkirin de nirxandin kir û got: “Em dibêjin Şengal û Rojava yek in lê bi diwarê ku Iraq û PDKê di navbera me de daniye têkiliya me qut kiriye. Ne ji vî diwari bûna dê şengaliyan ji bo axa Rojava canê xwe feda bikirana.”
* Hizniye Arslan ku di dema qedexeyên derketina derve de 2 zarok û birayê wê hat kuştin bi lêv kir ku tevî 9 sal derbas bûye jî cenazeyê keça wê nediyar e daxwaza cenazeyê keça xwe kir. Hizniye Arslan bi lêv kir ku ew wan rojan tu carî ji bîr nakin û got: “Her bihosteke kolanên Cizîrê xwîna zarokên me ne.”
* Nivîskar û sînemager Xecê Rêdûr a ji bajarê Ûrmiyê diyar kir ku ew ji bo parastina mafê zarokan û jinan têdikoşe û got: “Ez dixwaze bi rêya pirtûk û sînemayê mafên zarokên Kurd biparêz im.”
* Di çarçoveya hefteya mafên mirovan de dê di pêşengiya ÎHDê de li gelek bajaran çalakiyên ji bo mafên mirovan bên li dar xistin (12.00-1600)
* Li Wan, Êlih, Mêrdîn, Sêrt, Bedlîs, Şirnex û Çewligê dê bi boneya piştgiriya bi Rojava re daxuyanî bên dayîn. (17.00)
* Rêxistina DAKAPê ji bo piştgiriya rojava dê bi dirûşmeya “Ji şer re na, hema niha aştî” li Qada Şêx Seîd a Amedê li dijî şer zincîra mirovahiyê çêdikin. (17.00)