* Berhevkara folklorê Bêrîvan Matyar û Nivîskar Gulistan Kanîreş ku beşdarî Konferansa PENa Kurd bûn, anîn ziman ku xebatên bi vî rengî gelek girîng in û lawazbûna ziman encama şerê taybet e.
* Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç ku têkildarî înîsiyatîfê axivî, wiha got: “Divê Kurd di sedsala 21emîn de vê firsenda derketiye pêşberî wan baş binirxînin û yekitiya xwe ava bikin.”
* Rêvebera NÇMê Sakîne Jîr anî ziman ku NÇM hem li saziyê û hem jî li hemû navçeyên Stenbolê xebatên xwe didomîne û got: “NÇM amadekariya mîhrîcaneke jinan dikin. Dîsa amadekariya komeke nû ya muzîke dike.”
* Şîna ji bo Hevserokê DEM Partiyê ya Êlihê Mustafa Mesût Tekîk ku li navenda Êlihê hatiye danîn dê di roja duyemîn de berdewam bike. (10.00-17.00)
* Xwendekarê zanîngehê Şerzan Kurt ê ku li Mûglayê hatibû qetilkirin, dê li ser gora xwe ya li Girê Savaro ya Êlihê were bibîranîn. (15.30)