Ji bo Esengul Demîr, Semîha Şahîn û Saîme Ozguzhan ku di çarçoveya lêpirsîna HDKê de hatibûn girtin, biryara tehliyeyê hate dayin.
Endama Meclisa Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, endama Rêveberiya Desteya Navendî ya DEM Partiyê Semîha Şahîn û Saîme Oguzhan di 21ê Sibatê di çarçoveya lêpirsîna derbarê HDKê de ji îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin. Ji bo her sê kesên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dihatin ragirtin, bi tensîbê biryara tehliyeyê hate dayin. Ji bo kesên hatine tehliyekirin biryara qedexeya derketina derveyî welat hate dayîn.
Tê payîn ku kesên hatine tehliyekirin di saetên pêş de bên berdan.