• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

    KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

    ‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

    ‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

    Li Êlihê banga meşa “Gavek ji bo Aştiyê” hate kirin

    Li Êlihê banga meşa “Gavek ji bo Aştiyê” hate kirin

    Ji bo perwerdehiya Kurdî pêşniyara lêkolînê ji meclisê re hat kirin

    Ji bo perwerdehiya Kurdî pêşniyara lêkolînê ji meclisê re hat kirin

    Atolyeya ‘Rojnamegeriya Aştiyê’ hate li darxistin

    Atolyeya ‘Rojnamegeriya Aştiyê’ hate li darxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

    KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

    ‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

    ‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

    Li Êlihê banga meşa “Gavek ji bo Aştiyê” hate kirin

    Li Êlihê banga meşa “Gavek ji bo Aştiyê” hate kirin

    Ji bo perwerdehiya Kurdî pêşniyara lêkolînê ji meclisê re hat kirin

    Ji bo perwerdehiya Kurdî pêşniyara lêkolînê ji meclisê re hat kirin

    Atolyeya ‘Rojnamegeriya Aştiyê’ hate li darxistin

    Atolyeya ‘Rojnamegeriya Aştiyê’ hate li darxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Keskîn Bayindir: Divê dewlet gavên şênber baveje

Mahmut Altintaş / AW

16 GULAN 2025 - 08:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir anî ziman ku ji bo pêvajo biçe serî divê dewlet gavên şenber bavejê û got: “Pêvîstiya ewil divê rêzdar Ocalan bi awayekî azad pêvajoyê bi rê vê bibe. Girtiyên siyasî bên berdan û mafê perwerdehiya bi Kurdî bê dayîn.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga dîrokî ya, “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Piştî banga Abdullah Ocalan Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) di 12ê Gulanê de encama kongreya xwe ya 12êmîn aşkere kir û ragihand ku xwe fesix kiriye. Piştî ragihandinê li Kurdistan, Tirkiye û cihanê nîqaş berdewam dikin. Piştî ku PKKê xwe fesix kir çavê rayagiştî ya Kurdistanê jî li hikumeta Tirkiyeyêye ku gavên şenber bavejin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, tekildarî pêvajoyê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Keskîn Bayindir anî ziman ku fesixkirina PKKê li tevahî cihanê deng vedaye û wiha got: “PKKê piştgiriyeke xurt da banga Rêzdar Abdullah Ocalan. Avabûna PKKê çawa ku ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dîrokî bû biryara kongreya PKKê jî dîrokî bû. Girîngiya wê roj bi roj wê derkeve holê. Biryara PKKê piranî ji aliyê erênî ve tê nîqaşkirin. Beriya biryara PKKê nîqaşên ‘Gelo PKK dê piştgirî bide banga Abdullah Ocalan an na?’ derketin pêş. Lê bi vê biryarê PKKê bi awayekî zelal û vekirî piştgirî da. Di banga Rêzdar Abdullah Ocalan de PKKê nişan da ku têkoşîna gelê Kurd û gelen bindest ne bi çekan bi awayekî siyasî wê berdewam bike.”

‘Divê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê xwedî li pêvajoyê derbikevin’

Di berdewama axaftina xwe de Keskîn Bayindir bi lêv kir ku ji bo pêvajo encam bigire bar dikeve ser siyaseta demokratik û axaftina xwe wiha domand: “Ji bo aramî li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêş bikeve berpirsyariyeke mezin û dîrokî li ser milê me heye. Bar ne tenê li ser milê partiyên siyasî ye. Heza herî mezin a pêvajoyê gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye. Divê ji niha û şûnve gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê xwedî li pêvajoyê derbikeve. Ji bo ew pêvajo rastî saboteyê neyê heza herî mezin gel e. Divê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê xwe bikin hêz û xwedî li pêvajoyê derbikevin. Di nav gel de jî piştgiriyeke mezin heye. Em weke nûnerên siyaseta demokratik jî rastiya vî barî dizanin û digirin ser milê xwe.”

‘Divê dewlet jî gavan biavêje’

Keskîn Bayindir xwest ku dewlet jî gavên şenber biavêje û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta niha li hemberî biryara kongreya PKKê û pêvajoyê axaftinên desthilatê em dikarin bi erênî binirxînin. Lê êdî gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê yên aştiyê dixwazin, gavên şenber dixwazin. Divê dewlet jî gavên şenber baveje. Divê demildest gavên erênî yên qanûnî bên avetin. Hemû gel dibêje divê dewlet gavên qanûnî baveje. Ji bo di nava civakê de baweriya aştiyê çêbibe û gel xwedî li pêvajoyê derbikeve, divê dewlet jî gavên şenber ên qanûnî bavêje.”

‘Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê’

Bi domdarî Keskîn Bayindir diyar kir ku divê di serî de azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê û ev tişt gotin: “Ji bo ew pêvajo bi serkêftî encam bibe û biryara PKKê bi cih bê pêvîstiya ewil ew e ku pêşengiya pêvajoya aliyekî Rêzdar Abdullah Ocalan bike. Ji bo wê jî divê şert û mercên wî yên azadiya fizikî baş bibe. Divê bikare tekîlî bi gel re, partiya siyasî û rayagiştî re pêk bînê, divê ev şertûmerc bên amadekirin. Îro di zindanan de bi hezaran girtiyên siyasî yên têkoşîna azadî û aştî dikin hene, taybet jî girtiyên nexweş divê bên berdan. Deriyê zindanan vebe û girtiyên siyasî bên berdan. Her wiha mafên rewa yên gelê Kurd taybet jî mafê perwerdehiya zimanê Kurdî divê di destûra bingehîn de bi cih were. Di sala 2016an vir ve li ser vîna gelê Kurd polîtikayên qeyûm tên meşandin. Ne tenê gelê Kurd hemû gelên Tirkiyeyê polîtikayên qeyûman qebûl nake. Divê demildest şeredarên ku hatinê hilbijartin vegerin ser karê xwe. Divê înkara li dijî gelê Kurd biguhere û mekazagona ku li ser înkarê hatiyê danîn jî biguhere. Divê partiyên muxalîf jî bi rola xwe rabin û parlamentoya Tirkiyeyê ji bo qanûnên demokratik pêk bîne xebatê bike.”

‘Em ê xebatên xwe bidomînin’

Di dawiya axaftina xwe de Keskîn Bayindir anî ziman ku weke DBPê ew jî ji bo pêvajo bigehêje encamê wê xebatên xwe bidomînin û wiha got: “Em ê di nava gel de pêvajoyê bidin fehmkirin. Ji bo gel jî bi awayekî xurt tev li pêvajoyê bibe, em ê xebatan bikin. Hêza gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê di pêvajoyê de pir girînge. Ji bo ew hêz derkeve pêş divê gel pêvajoyê hembêz bike. Helbet şik û gumanên me hene lê hêvî û baweriya me ya ji bo pêşxistina vê pêvajoya ku Rêzdar Abdullah Ocalan pêş dixe heye ku ew pêvajo bi awayekî serkeftî encamê bigire.”

 

Etîket: Keskîn BayindirOcalanpêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî hat li darxistin

Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî hat li darxistin

13 GULAN 2026
DEM Partî dê di 16ê Gulanê de ji bo aştiyê li qadan be

DEM Partî dê di 16ê Gulanê de ji bo aştiyê li qadan be

13 GULAN 2026
Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

12 GULAN 2026
Ayşegul Dogan: Divê heyeta me demildest bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bike

Ayşegul Dogan: Divê heyeta me demildest bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bike

7 GULAN 2026
Erdogan li ser pêvajoyê tu tişt negot

Erdogan li ser pêvajoyê tu tişt negot

4 GULAN 2026
Keskîn Bayindir: Heta zemîna qanûnî nebe aştî pêk nayê

Keskîn Bayindir: Heta zemîna qanûnî nebe aştî pêk nayê

4 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Navçeya Girê Sor bû deryaya kulîlkên sor

    Navçeya Girê Sor bû deryaya kulîlkên sor

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji zanîngeha Wanê ber bi zozanên Colemêrgê ve rêwîtiya mêşvaniyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 15ê Gulanê: Cejna Zimanê Kurdî û têkoşîna hebûnê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Waliyê Hewlêrê: Divê Tirkiye gavên lezgîn biavêje ku aştî li herêmê bi cih bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Statuya ziman bi parastin û çalakbûnê tê bidestxistin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Akademîsyenên ji başûrê Kurdistanê: Aştî û azadî ji bo mirovahiyê hêvî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 14ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyasetmedaran ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ banga tevlibûnê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Silavdayîn bû sedema qedexeya hevdîtinê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (370)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne