• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heye’ hat damezrandin

    ‘Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heye’ hat damezrandin

    Encamnameya Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî hate aşkerekirin

    Encamnameya Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî hate aşkerekirin

    Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    Civîna Komîsyona Meclîsê ya vê hefteyê bi dawî bû

    Civîna Komîsyona Meclîsê ya vê hefteyê bi dawî bû

    Bulent Arinç: Divê Mafê heviye pêk bê

    Bulent Arinç: Divê Mafê heviye pêk bê

    DFGê rojnamegerên hatibûn kuştin bibîr anîn

    DFGê rojnamegerên hatibûn kuştin bibîr anîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Li Luzernê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

Navenda Nûçeyan / AW

17 GULAN 2025 - 23:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî li bajarê Luzernê bername hate lidarxistin, li ser ziman û girîngiya ziman nirxandin hate kirin.

Li bajarê Luzern ê Swîsreyê, bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî ji aliyê Enstîtuya Kurd a Swîsreyê ve li Navenda Civaka Demokratîk a Luzernê bernameyek hate lidarxistin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Luzernê Ercan Guneş axivî. Guneş di şexsê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û bal kişand ser têkoşîna dayikên Kurd ên ji bo parastina zimanê Kurdî. Guneş got, “Ger zimanê Kurdî heta îro maye, ev bi saya hewldanên dayikên me ye. Ez Cejna Zimanê Kurdî li hemû dayikan, bi taybetî dayikên şehîdan pîroz dikim.”

Li ser navê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê mamoste Kadrî Ozkan axivî û bal kişand ser dîroka zimanê Kurdî û girîngiya ziman a li ser nasnameya çandî û neteweyî.

Endamê Enstîtuya Kurdî Mehmet Eroglu jî qala girîngiya stratejîk a ziman di avakirina civakê de kir û li ser girîngiya xwedîderketina li zimanê Kurdî rawestiya.

Nivîskar Îrfan Babaoglu li ser dewlemendiya zimanê Kurdî, zaravayên wê û bi taybetî rewşa Kirmanckî axivî. Babaoglu qala bandora polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê li ser ziman kir û hewldanên gel a ji bo zindî hiştina zaravayên xwe silav kir.

Nivîskar Muhammed Reşîd Karwanî yê ku ji Başûrê Kurdistanê beşdarî çalakiyê bû, zaravayên li çar perçeyên Kurdistanê têne axaftin û gefên li ser zimanê Kurdî tên xwarin nirxand. Karwanî diyar kir ku dewlet hewl didin bi rêya asîmîlasyonê gelê Kurd bitepisînin. Karwanî di dawiya axaftina xwe de resîtaleke helbestan pêşkêş kir.

Bername bi konsera muzîkê ya ku ji aliyê Komîsyona Çandê ya DTKMê ve hatibû amadekirin bi dawî bû.

Etîket: cejnKurdîLuzernziman
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Serokên baroyan: Divê mafê ziman û nasnameya kurdan bê misogerkirin

Serokên baroyan: Divê mafê ziman û nasnameya kurdan bê misogerkirin

27 TEBAX 2025
Li Pirsûsê meşa jinan

Li Pirsûsê meşa jinan

24 TEBAX 2025
‘Li cihên ku ziman tê qedexekirin, em ê çawa qala aştiyê bikin’

‘Li cihên ku ziman tê qedexekirin, em ê çawa qala aştiyê bikin’

21 TEBAX 2025
Ayşegul Dogan: Divê axaftina bi kurdî bihata qebûlkirin

Ayşegul Dogan: Divê axaftina bi kurdî bihata qebûlkirin

21 TEBAX 2025
‘Ez nikarim bi Tirkî xwe bînim  ziman’

‘Ez nikarim bi Tirkî xwe bînim ziman’

20 TEBAX 2025
Celal Firat: Divê berê bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin

Celal Firat: Divê berê bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin

20 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (418)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne