Danişîna doza rojnameger Mehmet Şah Oruç hate taloqkirin.
Rojnameger Mehmet Şah Oruç di 25ê Nîsana 2023yan di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Amedê de hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan. Oruç, di 31ê Cotmeha 2023yan de jî hatibû berdan. Danişîna doza Oruç ku bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” tê darizandin, li 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Bedlîsê hat lidarxistin. Oruç, beşdarî danişînê nebû û parêzerê wî Resûl Temur jî hincet nîşan da û tev li nebû.
Danişîna dozê taloqî 14ê Cotmehê hate kirin.