• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Mexmûrê pêşengeha 4ê Nîsanê

    Li Mexmûrê pêşengeha 4ê Nîsanê

    Cenazeyê Rojhat Babat li Wanê hat veşartin

    Cenazeyê Rojhat Babat li Wanê hat veşartin

    ‘Demokratîkbûna’ saziyên Îzmîrê li Kurdî qelibî

    ‘Demokratîkbûna’ saziyên Îzmîrê li Kurdî qelibî

    ‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

    ‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

    ‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

    ‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 2yê NÎSANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Mexmûrê pêşengeha 4ê Nîsanê

    Li Mexmûrê pêşengeha 4ê Nîsanê

    Cenazeyê Rojhat Babat li Wanê hat veşartin

    Cenazeyê Rojhat Babat li Wanê hat veşartin

    ‘Demokratîkbûna’ saziyên Îzmîrê li Kurdî qelibî

    ‘Demokratîkbûna’ saziyên Îzmîrê li Kurdî qelibî

    ‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

    ‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

    ‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

    ‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 2yê NÎSANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Du rê li pêşiya Tirkiyeyê ne

Navenda Nûçeyan /AW

22 GULAN 2025 - 12:04
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, anî ziman ku di vê pêvajoyê de du rê li pêşiya Tirkiyeyê ne û got: “An dê rêya aştiyê û tifaqa gelê Kurd û Tirkan hilbijêre û ber bi silametiyê ve biçe, an jî dê rêya şer hilbijêre û di nava kaosê de winda bibe.

Endamên Meclisa DEM Partiyê ji bo nirxandina geşedanên di rojevê de civiyan. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beriya civînê daxuyaniyê dide. Endamên Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan civiyan.

Yên neyên guhertin dê tune bibin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ewil li ser geşedanên li Rojhilata Navîn û cîhanê pêş dikevin rawestiya û wiha got: “Geşedanên cîhanê bi awayekî sotemîner didomin. Cîhaneke nû û Rojhilateke Nu tê avakirin. Di vê pêvajoya ku em têde ne, hem siyaseta kurevî û hem Rojhilata Navîn ji bo xwe li roteyeke nû digere. Ukrayna di şer de dişewite. Gazze di bin êrîşên Îsraîlê xwinê winda dike. Iraq di nava nediyariyê de ye. Sûrî parçe parçe bûye. Ev geşedan me hemûyan eleqeder dike. Rojhilata Navîn bi pêşengên hêzên Kendavê tê dîzaynkirin. Hemû tifaqên berê yek bi yek têk diçin û tifaqên nû tên avakirin. Di navenda van geşedanan de koorîdarên enerjiyê û hêzên hevsengiyê hene. Li Rojhilata Navîn tişta neyê guhertin, dê tune bibe. Hemû tiştên hişk dê biforin.”

PKKê biryara dîrokî da

Tuncer Bakirhan, bal kişand ser girîngiya biryara PKKê û wiha got: “Biryara guherdina dîrokî ya PKKê xwendina vî bayê kurevî ye. Tirkiye jî hewl dide di vê pêvajoyê de rotayekê diyar bike. Di vê pêvajoyê de 2 rê li pêş me ne. An dê qeyran û kaos bidome, an jî dê selametî û aramî pêş bikeve. Di dirokên girîng de du rê derdikevin pêş neteweyan. An têk diçin an jî bi ser dikevin. Di 1ê Cotmeha 2024an de hewldana Bahçelî, di 27ê Sibata 2025an de banga dîrokî ya Birêz Abdullah Ocalan û kongreya 12ê Gulanê ya PKKê gavên pir girîng e. Van geşedanan berê me ji çekan ber bi aştiyê û silametîyê ve dimeşe. Di vê pêvajoyê de em hemû xwedî berpirsiyar in.”

Em emê tifaqa aştiyê ava bikin an jî dê winda bibin

Tuncer Bakirhan bal kişand ser giringiya tifaqa gelê Kurd û Tirk û wiha lê zêde kir: “Em niha bi hilbijartinek dîrokî re rû bi rû ne. An em ê têkiliyên Kurd û Tirkan li ser bingeheke rast ava bikin, an jî em ê din ava senaryoya Rojhilata Navîn de winda bibin û biçin. Pêvajoya ku di 22ê Cotmehê de bi hevditinê dest pê kir û bi peyama Birêz Ocalan a di 27ê Sibatê de gihişt lûtkeyê, rê û deriyê silametiyê vekir. Ku em dikaribin di vî deriyi re derbas bibin, hem Tirkiye û hem Rojhilata Navîn dê nefesek mezin bistîne. Firsenda ku em karibin jiyanek hevpar a li ser axa ku ji Amedê heta Edîrneyê û Ji Êlihê heta Îzmirê dirêj dibe ava bikin derdikeve pêşberî me. Em vê yekîtiyê ava bikin, em ê li Rojhilata Navîn bibin mînak. Ev tiştê ku em dikin ne bazar e. Ev têkoşîna hebûnê ye. Divê mirov bi taybetî vê yekê xêz bike. Em tenê meseleya Kurd çareser nakin. Em herêmê û Tirkiyeyê ji bo sedsala nû amade dikin. Em careke din bang li kesên ku li dijî pêvajoyê dikin. Dest ji polîtîkayên parçekirinê berdin. Dest ji dijberiyê berdin. Em fêrî jiyana hevpar nebin, em ê bi hevre biçin felaket e.”

‘Çek û demokrasî bi hevre nabe’

Tuncer Bakirhan bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha lê zêde kir: “Birêz Ocalan hişyariyek pir kritik dike û wiha dibêje ‘Dema mafê herî mirovane yê Kurdan tê niqaşkirin û hewayeke erêmî pêş dikeve, kesên tofanê radikin hene. Ev kesana li pêşiya jiyana hevpar astengiya herî mezin in. Em dixwazin bala 86 milyon mirovên me jî bikişînin ser vê xalê. PKKê di 12ê Gulanê de biryareke dîrokî da. Ev biryara ‘Bila çek rawestin û siyaset bi axive ye. Bi salan e me digot ‘Bila çek rawestin û siyaset bi axivin.’ Îro em bêtir nêzî vê heviyê ne. Li hemberî vê biryarê divê em piştgiriyek pir mezin bidin aştiyê. Ev biryar dê rê lipêşiya yekîtiya Kurd û Tirkan vekin. Eger rast nêzî vê biryarê bibin û firsendê binirxînin, dê pêvajoyek nû li pêşiya Tirkiyeyê vebe. Di civaka demokratîk de cihê çekan tune. Li cihê ku demokrasî hebe, divê çek bên bêdengkirin. Li cihê ku çek lê di axivin demokrasî tê bêdengkirin.”

Tuncer Bakirhan herî dawî bal kişand ser girîngiya peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Peymana Civakî û wiha bi dawî kir: “Birez Ocalan qala Peymana civakî dike. Birêz Ocalan her dem xwişk û biratiya kevneşop têr nabîne. Dixwaze li ser hiqûq û zagonan ev xwişk û biratiya bê avakirin. Birêz Ocalan qala Hiqûqa Wekheviyê dike. Qala teminata jiyana hevpar dike. Divê jiyana hevpar bi hiqûq û zagonan bê mîsogerkirin. Navnîşana hiqûqa xwişk û biratiyê meclis e. Aştî û hiqûqa yekîtiya gelan divê li meclisê bê mîsogerkirin. Di pêvajoya 2013-2015an de meclis tev li pêvajoyê nekirin ev kêmasiya herî mezin e. Ji bo em meclisê tev li pêvajoyê bikin em ê dîsa bi partiyên siyasî re hevdîtinan bikin. her kes ji rola dîrokî ya meclisê bawer dike. Divê her kes pêşniyarên xwe yên çareseriyê pêşkêş bike. Divê her kes pêşniyarên xwe yên çareseriyê bi raya giştî re parve bike û divê raya giştî hemû fikrên her kesî zanibe. Di vê pêvajoyê de di ziman, nerîn û nêzîkatiyê de samîmîyet şert e. Di vê pêvajoyê de her tişt dê bê guhertin. Divê em baldar bin. Divê em tev baldar bin. Divê em pêvajoya aştiyê bi lez bi encam bikin.”

Etîket: Tuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bîranîna Kizildereyê: Êşa me yek divê têkoşîna me jî yek be

Bîranîna Kizildereyê: Êşa me yek divê têkoşîna me jî yek be

30 ADAR 2026
Ji Newroza Amedê hin wêneyên bi heybet

Bakirhan: Divê sala 2026an bibe sala avakirina qanûnên aştî û azadiyê

21 ADAR 2026
Li Amedê resepsiyona Newrozê hate lidarxistin

Li Amedê resepsiyona Newrozê hate lidarxistin

20 ADAR 2026
Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

Bernameya Newrozên Amed û Stenbolê diyar bûn

20 ADAR 2026
KNK, DEM Partî û KCDK-E: Cejn bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê  HATE NÛKIRIN

KNK, DEM Partî û KCDK-E: Cejn bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê HATE NÛKIRIN

19 ADAR 2026
Abdullah Ocalan: Ji bo çareseriyê pêdivî bi qanûnên aştî û azadiyê heye

Abdullah Ocalan: Ji bo çareseriyê pêdivî bi qanûnên aştî û azadiyê heye

27 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Wanê KURDÎWAR bi kelecaneke mezin hat vekirin

    Li Wanê KURDÎWAR bi kelecaneke mezin hat vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serlêdanên 3yemîn Pêşbirka Helbestan a Cegerxwîn dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mala Mesûd Barzanî hedef hate girtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevseroka KURDÎWARê: Em ê hewl bidin bîr û arşîvek akademîk ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (50)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne