Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn û Îslamî li Atînayê konferansa bi sernavê ‘Pirsgirêka Kurd û pêşketinên li Rojhilata Navîn’ pêk anî.
Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn û Îslamî li Atîna ya Yewmenîstanê bi mijara ‘Pirsgirêka Kurd û pêşketinên li Rojhilata Navîn’ konferans pêk anî. Tevî Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîmhan Ehmed û Hevseroka Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a PYDê Sema Begdaş gelek akademîsyen, siyasetmedar û rojnamevan tevlî konferansê bûn. Xerîb Hiso êrîşên rêjîmê û DAIŞê li Sûriyê bi bîr xist û diyar kir ku di nava HTŞê de gelek ‘avaniyên çete’ hene ku li Sûriyê xistine bin kontrola xwe û Tirkiye jî destek daye van koman. Xerîb Hiso destnîşan kir ku armanca sereke ya van koman têkbirina avaniya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye
Konferans wê tevahiya rojê dewam bike. Di rûniştina yekemîn de wê rewşa heyî ya Kurdên li Sûriyeyê; Zekîa Aqra wê moderatoriya rûniştinê bike. Ji Zanîngeha Peloponnesê Profesor Sotiris Roussos, ji Zanîngeha Neteweyî û Kapodistrian a Atînayê alîkar profesor Antonîs Derîzîotîs û akademîsyen Katîa Zagorîtoû wê di vê rûniştinê de biaxivin. Dê Wezîrê Karên Derve yê berê yê Yewnanîstanê Nîkos Kotzîas axaftinekê bike. Di rûniştina duyemîn de dê pêşandan li ser bandora herêmî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin kirin. Di rûniştina bi moderatoriya Ioannis Albanis de, ji Zanîngeha Hewlerê rojnamevan Stavros Lygeros, Petros Papakonstantinou, ji Zanîngeha Hewlerê doçent Thomas Schmîdînger û ji Zanîngeha George Washîngtonê profesor Amy Austin Holmes wê bibin axaftvan.
Piştre jî Hevseroka Beşa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xiyal Ehmed dê axaftinekê bike. Di rûniştina dawî de wê hêzên herêmî û pirsgirêka Kurd bên nîqaşkirin. Di rûniştina bi moderatoriya Sotiris Roussos de wê Profesor Konstantinos Filis, Hîndekarê Zanîngeha Lefkoşa Stavros Drakoularakos û ji Zanîngeha Leîpzîgê akademîsyen Kemal Çomanî biaxivin.
Hevseroka Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a PYDê Sema Begdaş jî dê axaftina girtinê bike.