* Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal têkildarî konferansa parlamenterên jin ên Kurd ku di 28-29ê Gulanê de li Amedê pêk bê axivî û got: “Dê rola parlamenterên jin a li ser yekitiya neteweya Kurd bê nîqaşkirin. Dîsa dê rola parlamentoyê ya li dijî tundiya li ser jinan bê nîqaşkirin.”
* Dayik û Bavê Rojîn Kabaîş a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ku cenazeyê wê li ser qeraxê Gola Wanê hatibû dîtin, di 22yê Gulanê de bi dozgerê lêpirsîna keça xwe re hevdîtinek pêk anî. Bavê wê Nîzamettîn Kabaîş ku ji bo ajansa me axivî û da zanîn ku hêj jî telefona Rojînê nehatiye vekirin.
* Welatiyên Amedê têkildarî pêvajoya çareseriyê xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û mafên Kurdan demildest bên dayîn.
* Di pêşengtiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û YEWKURDê dê li Qada Şêx Seîd a Amedê Rojên Pirtûkên Kurdî dest pê bikin. (18.00)
* Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek û CÛDÎ-DER wê boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ber avahiya Birca Belek a navçeya Cizîrê daxuyanî bidin. (17.00)
* Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê Şiyar be, dê li semta Ofîsê ya Amedê belavokên li ser agahdariya hişbirê belav bike. (17.00)