Hunermend Aynûr Dogan piştî sê salan li Amedê konserek bi bêhempa li dar xist û guhdar û temaşevanên xwe kêfxweş kir.
Stranbêja navdar a Kurd Aynûr Dogan piştî sê salan hat Amedê û konserek ezamet li dar xist. Konser li eywana mezin a Çand Amedê hat lidarxistin. Ewyan tije bû û bi piraniya guhdar ango temaşevanan ciwan bûn. Aynûr Dogan bi orkestraya xwe re derket ser dikê û gelek stranên ji hev xweştir stirî.
Aynûr Dogan ji strana “Berîvanê” dest bi konserê kir û bi strana “Ay Dîlberê” bi dawî kir.
Di dawiya konserê de temaşevan rabûn ser pêya û ji Aynûrê li çepikan dan.
Aynûr Dogan ji Stenbolê di 24ê Gulanê de dest bi gera konserên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê kir.
Aynûr Dogan heta niha li Stenbol, Edene, Dîlok, Amedê konser li dar xist û dê di 30yê Gulanê de li Mêrdînê, di 31ê Gulanê de li Enqereyê û di 2yê Hezîranê de jî li Antalyayê dê konseran li dar bixe.