Naveda Çanda Anatoliyayê li Enqereyê bi beşdariya hunermend Mûrad Demîr konserekê li dar dixe. Bilêdên konsera di 19ê Hezîranê de pêk tê, li ser înternetê tên firotin.
Kar û xebatên çand û hunerî yên Komeleya Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê berdewam dikin. Komeleya ku li Enqereyê xebatên çand û hunerî dimeşîne vê carê bi beşdariya hunermend Mûrad Demîr konserê pêk tîne. Konser dê di 19ê Heziran de li Amfiya Şanoya 75 Saliya Komarê ya li navçeya Mamakê ya Enqereyê bê li dar xistin.
Bilêd li ‘Biletinial’ê peyda dibin
Di konserê de hunermendên navdar Mûrad Demîr dê derkevê ser dikê. Firotina bilêdan li ser înternetê dest pê kir. Mûzîkhez dikarin biledên konserê li ser malpera “Biletinial” peyda bikin.
Koma Anatoliyayê jî derdikeve ser dikê
Rêveberê Navenda Çanda Anatoliyayê Abbas Kiliçoglu derbarê amadekariyên konserê de agahî dan û ji bo tevlîbûna konserê bang li mûzîkhezan kir. Abbas Kîlîçoglu diyar kir ku weke Navenda Çanda Anatoliyayê ew dê yekêm car konsereke bi vî rengî li dar bixîn û wiha axivî:
“Weke Navenda Çanda Anatoliyayê me heta niha 4 konser li darxistin. Me konsera xwe ya yekêmîn di Şewa Yelda de li darxist. Piştrê jî koma me ya muzîkê ya Koma Anatoliyayê çû newroza Konya yê. Di 15ê Gulanê Cejan Zimanê Kurdî de Koma Anatoliyayê derket ser dike.” Kiliçoglu anî ziman ku di bin baneyê komeleyê de koma mûzîkê hatiye avakirin û dê di konserê de jî performansê pêşkêş bike.

Demîr dê derkeve pêşberî mûzîk hezan
Kiliçoglu anî ziman ku Navenda Çanda Anatoliyayê yekêmîn konsera mezîn bi beşdariya hunermendê navdar Mûrad Demîr li dar dixe û ev yek ji bo wan xebatek gelek girîng e. Kiliçoglu got ku konser di 19ê Hazîranê de pêk tê û amadekariyên konserê di astek mezin de temam bûne.
‘Bila konsera yekemîn bibe şahiyek mezin’
Têkildarî cihê konserê jî Kiliçoglu got ku li salona dê konserê li bê pêk bê nêzî 3 hezar kesan digire û bang li mûzîkhezan kir ku werin konserê. Kiliçoglu wiha domad: “Em dixwazin xort û ciwanên me li konserê cihê xwe bigirin. Em bi hev re konsereke mezin li darbixin. Bila ew konsera me ya yekemin bibe şahiyeke mezin.”













