* Parlamenter Omer Ocalan diyar kir ku dema mafê hêviyê ji bo Abdullah Ocalan were bicihanîn dê pêşî li gelek tiştan bê vekirin û divê bi lezgînî mafê hêviyê were bicihanîn. Omer Ocalan got ku tu bingeha agahiyên spekulatîf ên li ser Ocalan jî nîn e.
* Nivîskar û weşangeran da zanîn ku ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê divê tavilê gav bên avêtin.
* Şêniyên Amedê têkildarî xwefesixkirina PKKê û negavavêtina dewletê diyar kirin ku PKKê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gav avêt divê êdî dewlet gav biavêje.
Kirmanckî
* Amed de raya verêna ke serê nameyê ‘Rojanê Kitabanê Kurdî’ de weşanxaneyê kurdan teyna kitabanê xo resnenê wendekaran. Nûştox û weşanger Roşan Lezgînî derheqê Rojanê Kitaban de ajansê ma rê qiseyî kerd.
* Sazî, dezgeh û partiyên siyasî yên Serhedê, dê bi dirûşma “statûya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî” li ser gora Ehmedê Xanî ya li navçeya Bazîd a Agiriyê meşekê li dar bixin. (12.00 – 17.00)