Rêveberên DBP, TJA û DEM Partiyê têkildarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya li navçeya Peyasê ya Amedê daxuyaniyê didin. Li Nisêbînê jî bi sedan kes li dijî êrîşan meşiyan.
Nûner û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya li navçeya Peyasê ya Amedê daxuyaniyê dan. Girseyê pankarta “Rojava rûmeta me ye” hilgirtin. Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz bal kişand ser hilweşîna rejîma Baasê û wiha got: “Şerê navxweyî yê Sûriyeyê derbasî qonaxeke din. Ji 8’ê Kanûnê ve dawî li rêveberiya daxwazên demokrasî û azadiyê yên gelên Sûriye û Rojava red dikir hat. Bi vê yekê re ji bo pêşerojeke demokratîk a Sûriye û Rojava firsendek afirî. Ji bo çareseriyeke bi guftûgoyan firseneke dîrokî çêbû. Di serdemeke wiha de êrişên ser Rojava didomin. Bi taybet jî ji 27’ê Mijdarê ve Rojava hedef tê girtin. Ev jî krîza Sûriyeyê kûrtir dike. Bi hilweşîna rejîma Baasê re Sûriye derbasî qonaxeke nû bû û di serdemeke wiha de hedefgirtina Rojava nayê qebûlkirin.”
Daxuyanî, bi dirûşman bi dawî bû.
Meşiyan ser sînor
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî bi dipêşengiya DBP, TJA, Meclisa Dayikên aştiyê û DEM Partiyê de bi sedan kes li Qada Newrozê kom bûn û heta sînor meşiyan. Girseyê di meşê de bê navber dirûşma “Berxwedan jiyan e, bêdengî mirine”, Girseyê di meşê de pankarta mezin a “Bi ruhê seferberiyê em ê Şoreşa Rojava biparêzin” vekirin û meşiyan.