• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Leşkerên Îranê 2 Kurd kuştin

    Leşkerên Îranê 2 Kurd kuştin

    Serdar Balci: Kurdî di teknolojiyê de ‘lal’ e

    Serdar Balci: Kurdî di teknolojiyê de ‘lal’ e

    ROJEVA 16ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 16ê MIJDARA 2025an

    Tuncer Bakirhan: Pêvajo bi yek alî nameşe

    Tuncer Bakirhan: Pêvajo bi yek alî nameşe

    Ji Nobeta Edaletê bangewazî: Xwedî li doza zarokan derkevin

    Ji Nobeta Edaletê bangewazî: Xwedî li doza zarokan derkevin

    Pirtûka ‘Çîrokên jinên di zindanê de’ hat îmzekirin

    Pirtûka ‘Çîrokên jinên di zindanê de’ hat îmzekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Leşkerên Îranê 2 Kurd kuştin

    Leşkerên Îranê 2 Kurd kuştin

    Serdar Balci: Kurdî di teknolojiyê de ‘lal’ e

    Serdar Balci: Kurdî di teknolojiyê de ‘lal’ e

    ROJEVA 16ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 16ê MIJDARA 2025an

    Tuncer Bakirhan: Pêvajo bi yek alî nameşe

    Tuncer Bakirhan: Pêvajo bi yek alî nameşe

    Ji Nobeta Edaletê bangewazî: Xwedî li doza zarokan derkevin

    Ji Nobeta Edaletê bangewazî: Xwedî li doza zarokan derkevin

    Pirtûka ‘Çîrokên jinên di zindanê de’ hat îmzekirin

    Pirtûka ‘Çîrokên jinên di zindanê de’ hat îmzekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bi hezaran êrîş şermezar kirin

Navenda Nûçeyan / AW

13 KANÛN 2024 - 19:14
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Di pêşengiya TJA, DBP, DEM Partî û rêxistinên civakî de li Nisêbîn, Sêrt, Erzirom û Bêdlisê bi hezaran kes daketin kolanan û êrîşên li ser Rojava şermezar kirin.

Piştî HTŞê Heleb, Hama, Hems û Şam dagir kir, hêzên çete yên wekî ANS, Sultan Murard, Ceyş El Watan û gelek komên din êrîşên xwe yên li ser Rêveberiya Xweser a Rojava zêde kirin. Li dijî van êrîşan gel li gelek bajaran daketin kolanan û çalakî li dar xistin.

Nisêbîn

Nûner û rêveberên DBP), DEM Partî û TJAyê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi meşekê çalakî li dar xist. Parlementerên DEM Partiyê û nûnerên saziyan ewil serdana esnafan kirin û bangawaziya xwedîlêderketina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel kirin. Piştî serdana esnafan bi sedan kes li pêşiya mala serxweşiyê ya Newrozê kom bûn û heta Qada Newrozê bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava dilê me, berxwedan e karê me” û “Gelê Rojavayê ne bi tenê ye” meşiyan. Di meşê de pankarta “Bi ruhê seferberiye em ê şoreşa Rojavayê biparezin” vekirin. Ewil Hevserokê Bajêr ê DEM Partiyê Mehdî Tûnç kir û got: “Rojava ji bo me mijara rûmetê ye. Rojava ji bo mijara nasnameyê ye. Rojava ji bo mijara hebûn û nebûnê ye.”

Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordû jî diyar kir ku ew ê rê nedin li Sûriye û Rojava komkujî were kirin û got: “Em ê têkoşîna xwe heta hetayê bidomînin. Tam li vir, li ser van sînorên çêkirî, bi hemû kes û karên xwe re, bi xwişk û birayên xwe re, wek gelê Kurd, wek jin em ê li dijî vî şerî derkevin. Em ê jiyaneke azad û wekhev teqez dabîn bikin. Ji ber vê yekê Jin Jiyan Azadî.”

Piştî axaftinan gel derbasî pêşiya Navenda Çandê ya Mîtaniyê ya li ser sînorê Qamişloyê bûn. Girseyê li vir bi dirûşmeyan dest bi nobedê kir. Girseyê di nobetê de stran gotin û bê navber bi dirûşmeyan piştgiriya xwe ya berxwedana Rojava anîn ziman.

Sêrt

Li navçeya Misircê ya Sêrtê li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakî hat lidarxistin. Girse bi pêşengiya DBP, TJA û DEM Partiyê li ber avahiya DEM Partiyê ya Misircê kom bû. Girseyê pankarta “Rojava rûmeta mîrovahiyê ye, Rojava diparêze” vekirin û timî dirûşmên “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Ji şer re na, aştî niha”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” hatin berzkirin. Girse bi çepik, dirûşme û tilîliyan heta birca saetê meşiyan. Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn bertek nîşanî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Tekîn nîqaşên li ser pêvajoya çareseriyê bi bîr xist û diyar kir ku ger behsa aştiyê bê kirin, divê destpêkê ji Rojava dest pê bikin.

Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.

Erzirom

Li Erziromê bi pêşengiya DBP ya Erziromê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çareserî ne bi polîtîkayên înkar û şer, bi diyalogê pêkan e. Hevserokê DBP’ê yê Erziromê Abdullah Ala daxuyanî xwend û got, “Êrîşên li ser Rojava aloziya Sûriyeyê hîn kûrtir dike. Em baş dizanin ku modela jiyana demokratîk a Rojava hedef tê girtin.”

Piştî daxuyaniya çapemeniyê dirûşmên “Jin, Jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

Bêdlis

Li navçeya Tetwan a Bedlîsê jî meş û daxuyaniya çapemeniyê hat lidarxistin. Hevşaredarên Tetwanê, rêveberên DEM Partiyê yên Mûşê û gelek kes bi pêşengiya DEM Partî ya Bedlîsê esnafan ziyaret kirin û der barê êrîşan de agahî dan. Piştre gel heta ber avahiya DEM Partiyê meşiyan û bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Gelê Rojava ne bi tenê ye” hatin berzkirin.

Girse li ber avahiya rêxistina navçeyê daxuyaniya çapemeniyê da. Hevserokê DEM Partiyê yê Bedlîsê Fîkret Bîrlîk di çalakiyê de axivî û got, “Desthilatdariya AKP-MHP’ê van komên çete beralî dike. Divê dev ji xwedîkirina van çeteyan berdin. Piştevaniya gelê Kurd bikin. Gelê Rojava rûmeta me ye û em ê her tim biparêzin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: BêdlisDBPDEM PartîErziromNisêbînRojavasêrtTJA
FacebookTweet

Nûçeyên Din

DBPa Şemzînanê 1emîn kongreya xwe pêk anî

DBPa Şemzînanê 1emîn kongreya xwe pêk anî

15 MIJDAR 2025
Ji 70 milyar budçeyê tenê sedî 5 ji bo bajarên Kurdistanê hat veqetandin

Ji 70 milyar budçeyê tenê sedî 5 ji bo bajarên Kurdistanê hat veqetandin

14 MIJDAR 2025
Saruhan Oluç: Rejîma qeyûman wê êdî bi dawî bibe

Saruhan Oluç: Rejîma qeyûman wê êdî bi dawî bibe

14 MIJDAR 2025
Jinan li dijî talana xwezayê berû çandin

Jinan li dijî talana xwezayê berû çandin

13 MIJDAR 2025
Narîn Gezgor: Em bi fikra ‘bîrdoziya jinan’ çalakiyên 25ê Mijdarê li dar dixin

Narîn Gezgor: Em bi fikra ‘bîrdoziya jinan’ çalakiyên 25ê Mijdarê li dar dixin

13 MIJDAR 2025
Berdan Ozturk: Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan ji bo pêvajoyê şert e

Berdan Ozturk: Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan ji bo pêvajoyê şert e

12 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (241)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne