* Cotkar ji ber bihabûnê mazot, gubre û tov êdî nikarin cotkariyê bikin. Buhayê gubreyê û mazotê li gorî sala par 2 qat zêde bûn e, lê berhemên wek genim, nîsk, ceh biha nebûn. Cotkar Bedrî Ozmen bi gotina; “Lêçûn zêde ye lê hatin kêm e” bertek nîşan da û xwest piştevaniya wan bê kirin.
* Komeleya Şopandin û Lêkolîna Koçberiyê ya Mezopotamyayê têkildarî hefteya koçberiyê dê li avahiya xwe ya li Amedê daxuyanî bide çapemeniyê. (12:00)
* ÎHDa Amedê, Baroya Amedê, TUAYDER û OHDa Amedê der barê welatiyên ji Bakurê Kurdistanê ku li Herêma Kurdistanê girtî ne dê li avahiya ÎHDê daxuyanî bidin. (12.00)