• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê pirsgirêkên civakî hatin nîqaşkirin

    Li Wanê pirsgirêkên civakî hatin nîqaşkirin

    Bi hezaran kes li dijî Komkujiya Parîsê meşiyan

    Bi hezaran kes li dijî Komkujiya Parîsê meşiyan

    Li Şêxmeqsûdê nexweşxane hate bombebarankirin: Metirsiya komkujiyê heye

    Li Şêxmeqsûdê nexweşxane hate bombebarankirin: Metirsiya komkujiyê heye

    Xizmên qurbaniyên Enfalê piştgirî dan berxwedana Şêxmeqsûdê

    Xizmên qurbaniyên Enfalê piştgirî dan berxwedana Şêxmeqsûdê

    Çeteyên Hikûmeta Demkî li Helebê şer îlan kir

    KCK: Li dijî Kurdên Helebê sûcê şer tê kirin

    Çeteyên hikûmeta demkî êrişî taxên Kurdan dikin

    Li Şêxmeqsûdê şervanan çalakiya fedaî pêk anî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

‘Felsefeya Ocalan mînaka jiyana hevpar e’

Navenda Nûçeyan /AW

15 HEZÎRAN 2025 - 13:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di çarçoveya banga Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” de bi Suryanan re hat cem hev. Keskîn Bayindir anî ziman ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, modêla wekhevî, azadî, îdarî û siyasî pêşkeşî wan dike.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi gel re civînan pêk tîne. DEM Partî û DBP di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de civînan pêk tînin. DBP û DEM Partiyê li navçeya Midyadê ya Mêrdînê bi gelê Suryanan re li avahiya Federasyona Komeleyên Suryan (SUDEF) civîn pêk anî. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, wekîlên DEM Partiyê û hevşaredar tev li bûn. Serokê SUDEFê Evgîl Turker ji ewil bi Suryankî axivî. Piştre jî ji bo kesên di Komkujiya Seyfo de hatin qetilkirin û kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir axivî. Keskîn Bayindir ewil kesên di Komkujiya Seyfoyê de hatine kuştin bibîr anî û wiha got: “Em hevdîtinên aştî û civaka demokratîk dikin. Ji bo me tiştekî gelek bi qîmete ku em bi gelê herî qedîm gelê Suryan re hevdîtinê dikin. Li ser vê xakê gelek êş hatin kişandin. Qirkirinên weke Seyfo û Ermenan li ser vê xakê hatin kirin. Tekane sedema vê jî feraseta yekziman, yeknetewe bû ku roleke sereke lîst. Ev yek bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e. Fikrên birêz Ocalan û veguherîna wan a pergalê, di qiyameta Rojhilata Navîn de yek ji rêyeke xelasiyê ya gelên Kurd, Suryan, Ermen û hemû gelên din e.”

‘Modela jiyanê pêşkêş kir’

Kesîn Bayindir, li ser girîngiya banga Abdullah Ocalan jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Divê gel berpirsyartiya xwe bicih bînin. Ji bo hemû pirsgirêkên cîhanê çareserî diyar in. Bêhtir dewlet bêhtir pevçûn û tundî ye. Lê felsefeya birêz Ocalan, pêkvejiyanê û modêla wekhevî, azadî, îdarî û siyasî pêşkeş dike. Em xwedî wê hêzê ne ku vê perspektîfê li her devera Rojhilata Navîn bicih bînin. Em dibînin ku tiştê her yek ji me dikare bike hene. Em piştgiriyê ji gelê Suryan daxwaza dikin.”

Civîn piştî axaftinan ji çapemeniyê re girtî domiya.

Etîket: Abdullah OcalanKesîn Bayindirsuryanî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan: Divê hiqûq ji nû ve were sazkirin

Di nameya Ocalan a ku Hakan Fîdan behsa wê dike de çi heye?

9 ÇILE 2026
Ayşegul Dogan: Deriyê Îmraliyê vekin bila şer bi dawî bibe

Ayşegul Dogan: Deriyê Îmraliyê vekin bila şer bi dawî bibe

8 ÇILE 2026
Ocalan, Aykol bi bîr anî: Her dem şoreşgerek mînak bû

Ocalan, Aykol bi bîr anî: Her dem şoreşgerek mînak bû

2 ÇILE 2026
Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

31 KANÛN 2025
Bang û nameyên Abdullah Ocalan ên 2025an

Bang û nameyên Abdullah Ocalan ên 2025an

31 KANÛN 2025
Ji bo Abdullah Ocalan straneke nû hat çêkirin

Ji bo Abdullah Ocalan straneke nû hat çêkirin

30 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çetîn Arkaş: Daxwaza me ya ji bo azadiya Rêber Apo tu car nayê taloqkirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (338)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne