• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Ozgur Ozel: Em ji bo aştiyeke mayînde di nava hewldaneke zêde de ne

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Fetî Yildiz: Mafê hêviyê wê di raporê de cih bigire

    Fetî Yildiz: Ji bo aştiya mayînde em ê stranên xwişk û biratiyê bistrên

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Ozgur Ozel: Em ji bo aştiyeke mayînde di nava hewldaneke zêde de ne

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Fetî Yildiz: Mafê hêviyê wê di raporê de cih bigire

    Fetî Yildiz: Ji bo aştiya mayînde em ê stranên xwişk û biratiyê bistrên

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DBP: Em kongreya xwe diyarî azadiya Abdullah Ocalan dikin

Navenda Nûçeyan / AW

14 KANÛN 2024 - 11:39
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Hevserokên Giştî yên DBPê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar di konferansa sêyemîn a partiya xwe de axivîn û destnîşan kirin ku ew konferansê diyarî azadî, destkeftî, berxwedana gelê Kurd û azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dikin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşmeya “Em di pêşengiya îradeya pratîk û teorîk de civaka azad ava dikin” 3yemîn Konfransa Giştî li dar dixe. Hevserokên Giştî yên DBPê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, rêveber û endamên DBPê beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de dê pêvajoya siyasî û rêxistinkirinê were nîqaşkirin. Konferans îro û sibê wê pêk bê. Li eywana konferansê pankartên bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî, “Parastina Rojava parastina mirovahiyê ye”, “Bi berxwedana jinan em ê Rêbertiyê azad bikin” û “Em di pêşengiya îradeya pratîk û teorîk de civaka azad ava dikin” hatin daliqandin. Dîwana konferansê hat bibijartin û ji bo cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de canê xwe ji dest dane rêz hate girtin.

Hevserokên Giştî yên DBPê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar axaftina destpêka konferansê kirin.

Bayindir: Divê em xwedî li nirxên xwe derkevin

Ewilî Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir axivî. Keskîn Bayindir diyar kir ku ew hêvî dikin ku wê ev konferansa wan ji bo doza gelê Kurd bibe nexşerêyek dîrokî û wê nexwşerêyek diyar bike. Keskîn Bayindir destnîşan kir ku ev bi nîqaş û axaftinên di konferansa wan de bên kirin bi bawer in û wiha got: “Me seferberiya rêxistinkirinê dabû destpêkirin. Ev xebata me didome. Em ber bi kongreya partiya xwe ve diçin. Li welatê me û li dinyayê dînamekên sedsalî diguherin. Geşedanên nû diqewimin. Di nav van aloziyan û gengeşiyan de, hewce ye em wekî sazî û partiyên gelê Kurd têkoşîn û berxwedana xwe xurt bikin. Divê em xwedî li nirxên xwe derkevin. Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin rasterast me elqedar dikin. Divê em destkeftiyên xwe û gelê xwe biparêzin. Bi rastî jî em xwe pêşengê vê têkoşîn û berxwedana gelê xwe dibînin. Em bi hêvî ne ku em ê encamên xurt ji vê konferansê derxin.

Welatê me navenda şerê cîhanê yê sêyemîn e

Li rojavayê Kurdistanê û li Sûriyeyê geşedanên nû diqewimin, helbet welatê me eleqedar dike. Navenda Şerê Sêyemîn ê Cîhanê, welatê me Kurdistan e. Em nikarin temaşekerê geşedanan bimînin. Em ê heta dawiyê destkeftiyên welatê xwe biparêzin. Rojavayê Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriyê de ye. Li dijî zilma DAIŞê gelê Kurdistanê û gelên cîhanê piştgiriyek xurt dan Rojava û destkeftiyên wir hatin parastin. Îro parastina Rojava rizgariya statuya gelê Kurd e. Em ê xwedî lê derkevin û destkeftiyên gelê Kurd mîsoger bikin.”

‘Gelê Kurd dixwaze statuya xwe mîsoger bike’

Keskîn Bayindir anî ziman ku ev demeke li Tirkiyeyê her kes li gorî xwe meseleya Kurd şîrove û nîqaş dike û axaftina xwe wiha domand: “Nêzîkatiya li hemberî Rojava wê encamên li Tirkiyeyê jî diyar bike. Gelên Rojhilata Navîn qedera xwe bi hev ve girêda ne. Li Rojava êriş hene û li bakurê Kurdistanê jî nîqaşên li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd berdewam dikin. Em dibêjin gelê Kurd dixwaze bi cîran û neteweyên din re bi hev re bi azad û wekhev bijî. Gelê Kurd dixwaze van daxwazên xwe biparêze û mîsoger bike. Lê desthilatdarên herêmê dixwazin vê statuyê û daxwazê hilweşînin. Em ê li her aliyên Kurdistanê destkeftiyên xwe biparêzin. Heke hûn li Rojava qirkirinê pêk bînin, hûn nikarin li bakurê Kurdistanê tu meseleyê çareser bikin.”

Keskîn Bayindir: Roj roja ruhê yekitiyê ye

Keskîn Bayindir bal kişand ser tifaq û yekitiya Kurdan û wiha axivî: “Gelê Kurd çawa ku bi yek ruhî û bi yek dilî destkeftiyên xwe û Rojava parast, îro jî divê bi heman ruhî biparêz e. Îro roj roja tifaq û yekitiya gelê Kurd e. Divê em li dijî zaliman destkeftiyên xwe biparêzin. Gelê me dixwaze bi statu, jiyan, çand û zimanê xwe bijî. Em dibêjin roj roja rizgarkirina statuya gelê Kurd e. Em bi ruhê neteweyî, yekîti, tifaqî destkeftiyên xwe biparêzin. Em destûr nedin ku gele Kurd wek sedsal berê bibe bindestê desthilatdaran. Roj roja xwedî derketina Kurdistanê û nirxên gelê me ye. Em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe li dijî zilma zaliman em ê bi ser bikevin.”

‘Bingeha modela Rojava qewîn e’

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî destpêkê bi Kirmanckî axivî û bi xêrhatina beşdaran kir. Çîgdem Kiliçgun Ûçar wiha got: “Hûn bi xêr hatin hevalên qedirbilind. Em silav û rêzên xwe pêşkêşî we dikin. Li Rojhilata Navîn qirkirin pêk tên. Di şerê sêyemîn ê cîhanê de her kes dixwaze sînorên xwe xêz bike. Lê ya girîng paradigmaya me ye. Li Rojava paradigmaya birêz Ocalan hatiye avakirin û bingeha wê qewîn e.”

‘Tirkiye vegeriyaye sed sal berê’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku ew di serdemek krîtîk de derbas dibin û got: “Rewşa Tirkiyeyê dişibe salên 1920an. Kesên dewletê bi rê ve dibin, li ser siyaseta yekperestiyê bi rê ve birin. Em îro dubareya sed sal berê dijîn. Em li Tirkiyeyê sedsaliya komarê li pey xwe dihêlin. Lewma em di pêvajoyek gelek girîng de derbas dibin.”

Modela Rojava

Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser modela li rojavayê Kurdistanê û wiha got: “Binêrin li Rojava modelek heye. Tevî hemû êrişên hovane jî bi berxwedanek mezin destkeftiyên pir mezin hatin bidestxistin. Rêveberiya Rojava ji bo me her kesî modeleyek nimûne ye. Armanca êrişên çeteyan û HTŞê li dijî îrade û berxwedana jinan e.

Hakan Fîdan nikare li ser gelê Rojava biryarê bide

Hakan Fîdan nikare li Rojava qeder û daxwazên gelê Kurd û gelên din diyar bike û li serê biryar bide. Şerê li Rojava şerê pergalê ye. Her guhertinên li wir wê bandorê li Tirkiyeyê û Rohhilata Navîn bike. Em wek parçeyek biçûk li Rojava nanêrin. Em wek gula sor û gola geş li Rojava dinêrin. Em dixwazin hemû Rojhilata Navîn wek Rojava bikin gula baxçeyan û gula geş. Her tişt bi azadiya birêz Ocalan dikare were çareserkirin. Her tişt bi azadiya birêz Ocalan ve girêdayî ye.”

‘Bila konferansa me bibe wesîleya azadiyê’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku Tirkiyeyê heta niha pirsgirêka Kurd çareser nekiriye û rê li ber her cure krîzan vekiriye û got: “Pirsgirêka Kurd pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê ye. Em bang li her kesî dikin ku bên li ser rêya Xeta Sêyemîn siyasetê û xebatê bikin. Êdî pirsgirêka Kurd li hundiran nayê çareserkirin. Aktorê sereke yê çareseriyê rêzdar Ocalan e. Em ji bo her cure xebat û têkoşînê amade ne. Em hêvî dikin ku konferansa me bibe wesîleya azadiya jinan, gelê Kurd û azadiya birêz Ocalan.”

Piştî axaftinan konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

 

Etîket: Çigdem kiliçgun UçarDBPKeskîn BayindirKonferansRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

12 GULAN 2026
Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

10 GULAN 2026
‘Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e’

‘Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e’

4 GULAN 2026
Keskîn Bayindir: Heta zemîna qanûnî nebe aştî pêk nayê

Keskîn Bayindir: Heta zemîna qanûnî nebe aştî pêk nayê

4 GULAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Keda ku me îro li ser pêyan digire têkoşîna komunê ye

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Keda ku me îro li ser pêyan digire têkoşîna komunê ye

1 GULAN 2026
Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

28 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çêkera naverokên medya dîjîtal: Hînbûna min a Kurdî bersivek bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Vezîr Parlak: Li Colemêrgê ‘Konsepta Dêrsimê’ tê meşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sûlava Emrûdê piştî salan careke din bi heybet diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Waliyên Hewlêr û Dihokê serdana Şaredariya Amedê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Payîzava serayek vekir: Armanc xurtkirina aboriya jinan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 12ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (307)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne